Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in

  • rojane
  • 09:02 4 Tîrmeh 2022
  • |

AMED - Piştî eşkerekirina mûçeyê kêmtirîn, xelkê Amedê bertek nîşanê hindikbûna mûçeyê kêmtirîn da û gotin: “Haya têran ji birçiyan nîne. Ji ber polîtîkayên xerab û şaş mixabin em hatine vê rewşê.”

 
Di rapora Sendikayê Karkerên Tirkiyeyê (TÜRK- İŞ) de hat eşkerê kirin ku di meha hezîrana 2022’yan de malbatek ku çar kes lê dijîn sînorê birçîbûyînê 6 hezar û 391 lîre ye, sînorê xizaniyê jî 20 hezar û 818 lîre bûye. Di heman demê de li gorî reqamên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyona meha gulanê ji sedî 79,50 zêde bûye. Li hemberê wan reqemên jor, desthilatdariyê di 1 tîrmehê de mûçeyê kêmtirîn ji sedî 30 zêde kir û ji 4 hezar û 253 lireyî derxist 5 hezar û 500 lîreyî. Lê dîsa jî di bin reqamên enflasyonê de ma. 
 
Di roja ku mûçeyê kêmanî dihat eşkere kirin de Wezîrê Aborî û Maliyeyê Nûreddin Nebatî li Amedê di serdanekê de axivîbû û weke her carê pesnê aboriyê dabû û mîna ku li vî welatî krîza aborî tinebe mînak nîşan dabûn.
 
Welatiyên Amedê derbarê zêdekirina mûçeyê kêmanî û daxuyaniyên Nureddîn Nebatî de axivîn. Welatiyan bal kişandin ser polîtîkayên aboriyê û nerazîbûn nîşanê krîza aborî dan.
 
 
Welatî Serdar Eşîn da zanîn ku mûçeyê kemanî li gor bihabûna her tiştê li welat, zêdebûyîna enflasyonê têra tu kesî nake û yê ku vê mûçeyê eşkere kirine ew jî baş dizanin û got: “Ew reqam li gorî heqîqatê civakê naye eşkerekirin. Îro malbatek ku sê çar ferdên wê hene, herî kêm hewceye ku derdora 10-12 hezar lîre heqedest bigirin. Lê bi vî awayî dikarin debara xwe bikin. Ji ber ku îro kirêya xaniyekî ji 3 hezarî kêmtir nîne, mitbex, xwarin, nexweşxane, dibistan li gor van pîvanan malbatekî lazime herî hindik 12 hezar bistîne ku bikarebe debarê xwe bike. Dema hesabê li îktidarê tê welatên Ewropayê wekî mînak ji xwe re digirin, lê çima di meseleya mûçeyê kêmtirîn de mînak nagirin, di vir de zilm heye, heqeret heye.”
 
‘EM BI VÊ TIŞTÊN BERADAYÎ NAYÊN XAPANDIN’
 
Eşîn bertek nîşanî gotin û daxuyaniyên Wezîrê Aboriyê Nebatî ku gotûbû ‘Tirkiye bi pêş ve diçe û her tim mezin dibe’ da û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê siyasetek tê avakirin û ne li gorî rastiya civaka civakê tê kirin. Tirkiye çi dike, tu hilberandina wê nîne, li ku bi pêş ve çûye? Lê însanên ku rojevê dişopînin bi gotin û daxuyaniyên wan beradayî nayên xapandin. Yên ku hevalbendê wan in jixwe rewşa wan xweş e û tu pirsgirêka wan tune ye. Meseleya wan wekî gotinek heye ‘Haya têran ji birçiyan nîne’ dide nîşandan. Ew ji rastiya civakê qetiyan e û dûr ketine. Her tişt girêdayî edelatê ye. Enflesyon jî bi edaletê dikare bê kêmkirin. Nexwê wê hemû tişt têk biçe. Ev xelk di xema tu kesî de nîne, ji ber polîtîkayên xerab û şaş mixabin em hatine vê rewşê.”
 
‘MIROVAN BIRÇÎ DIHÊLIN DA KU HEWCEYÎ WAN BIBIN’ 
 
Welatiyê bi navê Îdrîs Çoban jî ku bi mûçeyê kêmtirîn dixebite diyar kir ku mûçe distîne têra kesekî nake û li gorî pêdîvêyên rojane pir hindike û wiha got: “Heke bixwazin dikarin mûçeyê pir bikin lê bi zanabûne nakin, mirovan birçî dihêlin ku sibê heta êvarê bixebitin. Tişt nefikirin û jê pirsan nekin da ku hewceyî wan bibin. Yên ku bi heqdestê kêmtirîn dixebitin, ji bo zikê xwe têr bike mijûl e. Yên dewlemend ango têr jî feqîr ne di xema wan de ne. Niha ez mûçeya xwe digirim têra min nake, kire, xwarin, zarok jî hene û lewma em deyndar dibin. Hewceye ku li gorî piyaseyê niha herî kêm divê mûçeyê kêmtirîn 9-10 hezar bûya. Mûçeyê kêmtirîn zêde dibe bihabûn jî zêde dibe wisa nabe. Guhertina vê tiştê di destê me de ye, heke em bibin yek wê pergal biguhere.” 
 
‘WEZÎRÊ ABORIYÊ CIDÎ NAGIRIM’ 
 
Çoban bal kişand ser gotin û daxuyaniyên Wezîrê Aboriyê Nebatî û got: “Derewan dike tu pêşketin tune ye. Ez wezîrê aboriyê cidî nagirim ew ê ku dibêje ‘li hundirê çavê min binêre’ ew ne girîng e tişta girîng afirandin û başkirina rewşa xelkê ye. Jiyanekî adil tune ye. Hewceye ku budçeyek adil were parvekirin. Lê em dibînin ku budçe ji bo şer tê veqetandin. Nifşên ku wê li pey me rabin, çawa bibin, dizî, hevxistin, wahşet, berdan ji be vê yekê zêde bûye. Ew yek qederê me nîne û em dikarin vê tiştê biguherînin. Ewnan çawa ku ji me vêrgî digirin hewceye ku vegerê vî jî edîl be. Mûçeyê kêmanî zêde dibe di heman demê de tiştên din jî zêde dibe wekî çarxa bêsûd dibe wisa nabe.”
 
‘ZIKÊ WAN TÊRE QEY DIBÊJIN Ê XELKÊ JÎ TÊRE’ 
 
Ji şêniyên Amedê Berken Zer jî bi lêv kir ku ji ber zemên tên kirin mûçeyê kêmtirîn bibe 8 hezar jî têrê nake û got: “Mîrovên ku mûçeyê kêmtirîn nagirin jî jixwe nikarin debara xwe bikin. Îktidar berîka xwe û alîgirên xwe tije dike, lê berîka xelkê jî feqîr e. Ji ber ku rewşa wan baş e, kêfa wan jî li cih e. Zikê wan têre qey dibêjin zikê xelkê jî têre. Tenê zikê xwe difikirin.” Zer bal kişand ser daxuyaniyên Wezirê Aboriyê û wiha pêde çû: “Ji rastiya xelkê dûr in. Wezîr wê rojê hat Amedê. Wezîrek tê lê bi sedan kes li dorê kom bû û ketin lokantayekî û nêzî 20 milyar dan xwarina xwe û çûn. Kesek vî 20 milyarî di xeyala xwe de jî nabîne. Ew mehê pênc şeş mûçeyan digirin û kêfa wan xweş e. Budçe ji bo fistikê wan tê veqetandin û li ba hev fistikan dixwin. Pere gişt li ser fistikê wan diçe. Bi milyaran deynê wan çerezan derket.” 
 
‘DEWLET BI KEVÇÎ DIDE BI ÇOÇOKÊ HILDIDE’ 
 
Ferhat Yusufoglu ku xwendekarê zanîngehê ye jî anî ziman ku li welêt kesên ku 15 hezar digirin jî nikarin debara xwe bikin û derbarê mijarê de ev tişt got: “Niha kirêya xaniyan derketiye sê çar hezar lîreyan. Kesê ku bi mûçeyê kêmtirîn dixebite wê çawa kirêya xwe bide? Wê ji mala xwe re çi bikire? Bavê min esnafî dike di mehê de 25 hezar lire dahata me heye lê dîsa jî qîma me nake. Heke wisa be wê çawa mûçeyê kêmtirîn qîma kesêkî ango malbetekê bike. Heta mûçeyê kêmtirîn zêde dikin qeweta kirînê zêde bikin hê baştir e, mûçeyê zêde kirin, di heman rojê de gelek tişt hatin bihakirin. Wê hefteyek şûn ve heqê avê, ceyranê jî were zêdekirin. Dewlet li aliyekî bi kevçî dide li aliyekî jî bi çoçikê digire. Pergalekî wisa hatiye avakirin. Mûçeyê kêmtirîn herî hindik hewceye ku 10 hezar lîre be.” Yusufoglu daxuyaniyên Wezîrê Aboriyê Nebatî jî rexne kirin û got: “Ka welat çawa bi pêş ve çûye. Gotin piştî cejnê ew ê baş bibe ka piştî cejnê baş nebû hê zêde bihabûn çêbû. Ew gotinan ji bo ku xelkê bixapînin dikin.” 
 
‘DIVÊ HERÎ KÊM MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN 10 HEZAR BE’ 
 
Mizgîn Zîlan jî bi lêv kir ku heke aborî wisa xerab be mûçeyê kêmtirîn têra tu kesî nake, hewceye ku were zêdekirin û got: “ Heke em piyasayê binêhirin di binê 10 hezarî de tu kes nikare zikê xwe têr bike. Heke ne wisa be, mûçeyê kêmtirîn çi bibe jî qîm nake.” Zîlan destnîşan kir ku heta ku rayedarên vî welatî nekevin nav xelkê wê halê xelkê nizanibin, wê nizanbin xelk çi dijî û xelk çawa debara xwe dike. Zîlan got heke wisa berdewam bike wê xelk bi birçîbûnê re rûbirû bimîne. 
 
‘DIVÊ ÊDÎ HEMÛ KES RABE SER PÊYA Û TÊBIKOŞE’ 
 
Aysel Azar jî zêdekirina mûçeyê kêmtirîn têrkirî nedît û wiha got: “Çiqas zêde bike jî her tişt biha ye, xelk pêrîşan bûye. Xelk hewceyî satilek mast bûye. Satilek mast bûye 100 lîre. Tenekeyek rûn 700 lîre ye. Kîsek arvan bûye 500 lîre. Qîmeta pereyê tirk nemaye. Bi 50 lîreyê diçî dikanê tu tiştek pê nayê. Mûçeyê kêmtirîn çiqas zêde bikin jî qîmeta pere tune ye. Meriv nikare tiştekî bikire.” Azar da zanîn ku îktidar dikare debara xwe bike lê xelk feqîr bûye û divê her kes li ber van zeman rabe ser pêyan û têbikoşin.  
 

Sernavên din

08/07/2022
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin
12:21 Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin
12:01 Li Zapê leşkerek hate kuştin
12:00 Hevşaredarê Bedlîsê yê berê Olan hat berdan
11:43 Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike
11:23 Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê
10:46 Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir
10:41 Li çoltera Şaxê şer derket
10:37 Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe!
10:27 Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe
10:13 Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin
10:13 Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket
09:54 Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
09:53 Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e
09:26 Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin
09:18 'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
09:01 'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e'
09:01 Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne
09:00 Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!
19:07 Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
17:18 Ozer a ku di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çû, milê wê şikest
17:03 Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket
16:40 Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand
16:19 Li Geverê li gelek deveran fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin
15:39 Ji xala 301’ê ji bo Onder ceza hat xwestin
15:37 Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye
14:53 ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane
14:13 Ji Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz derket
14:00 Binçavkiriyên li Edeneyê îfade dan dozgeriyê
13:44 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 485’an de ye
13:33 Li Hevserokên HDP’a Turgutluyê ceza hat birîn
13:29 Wesayîta ku karkerên demsalî tê de bûn qûlipî: 2 mirî 17 birîndar
13:12 Li Girtîgeha Xarpêtê îdiaya nexweşiya şewbê
12:50 Malbatên girtiyên nexweş: Werin em mafên zarokên xwe biparêzin
12:39 ‘HDP wê siyaseta komploger pûç bike’
12:38 Ozsoy: Êdî li Swêd û Fînlandiyayê jî pirsgirêka kurd heye
12:05 Li Enqereyê 46 kes hatin berdan
11:44 Cenazeyê Olmez piştî 8 mehan radestî malbata wî kirin
11:23 AYM’ê daxwaza berdana Ozçelîk ê rewşa wî xedar red kir
10:51 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
10:42 Li Diyadînê mirina biguman a zarokekê
10:29 Erdag a li dijî tacîza zayendî xwe parastibû hate berdan
09:40 Gel bersiv da AKP’ê: Hûn nikarin HDP’ê xelas bikin
09:02 Esnafên Amedê: Kes nikare ji bo cejnê jî tiştekî bikire