Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e

  • rojane
  • 10:20 26 Hezîran 2022
  • |
img

ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Dogan Erbaş bang li derdorên muxalefetê kir ku di mijara tecrîdê de bi berpirsyarî tevbigerin û wiha got: “Vekirina rêyên hevdîtina bi birêz Ocalan re dê rê li ber pêşketina têkoşîna azadî û demokrasiyê veke.” 

Li Tirkliyeyê starta hilbijartinê ku navek lê nehatiye kirin dest pê kiriye û desthilatdarî hewl dide hem muxalefetê û hem jî kurdan li ser Îmraliyê dîzayn bike. Tê îdiakirin ku dê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 23 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Tifaqa AKP-MHP’ê herî dawî di hilbijartina 2019’an a Stenbolê de li ser nameya Ocalan xwestin di hilbijartinê de bi ser kevin. Lê belê ne mîsogeriya serkeftinê ya desthilatdariyê pêk hat û ne jî tirsa muxalefetê. Piştî Meşa Gemlîkê ku di 12’ê hezîranê de hate kirin, nîqaşên li ser Ocalan hîn bêhtir hatin kirin. Desthilatdariyê careke din gotinên ku rê li ber spekûlasyonan vedike bi raya giştî re parve dike. Muxalefeta ku dijbertiya desthilatdariyê dike, demildest xetên xwe yên sor diyar kirin û her wiha dijayetiya bikaranîna mafên demokratîk kir. 
 
Yek ji parêzerên ewil ên Ocalan û di heman demê de Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Erbaş têkildarî spekulasyonên li ser Îmraliyê tên kirin, bêdengiya raya giştî ya demokratîk û muxalefetê ya li dijî tecrîdê û polîtîkayên desthilatdariyê bi ajansa me re axivî. 
 
Dogan Erbaş anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê êdî bûye pratîkeke sûc ku nayê qebûlkirin û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser birê Ocalan ev 23 sal li pey xwe hişt û veguheriya pergaleke îşkenceyê. Gelek caran em vê rewşê weke ‘darbest’, ‘kora mirinê, ‘korîdora mirinê’ û ‘xala sifir a hiqûq lê xelas bûyî’ pênase dikin. Lê belê weke ku cara yekemîn be bavê tecrîdê bihîstibin tevdigerin lewma em heyirî dimînin.” 
 
‘SIYASETEKE NEMICID’
 
Erbaş, diyar kir ku bi muxalefet û desthilatdariya xwe ve siyaseta Tirkiyeyê bêrêgez, ji cidîbûnê dûr, nejidil û rojane ye û pirsgirêkên girîng jî ji bo polîtîkaya rojane weke amûrekî bi kar tînin. Erbaş, got ku yek ji girêkên herî mezin a siyaseta Tirkiyeyê ev e û nêzikatiya li dijî tecrîda ser Ocalan jî weke mînakeke vê rewşê nîşan da. Erbaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan, hem beriya Îmraliyê û hem jî piştî anîn wê derê bi dehan caran pêşniyarên çareseriyê kirin. Hêj ji rojên destpêkê ve xwest ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi hemû aliyan re muzakereyan bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkê nîqaş meşandin û çareserî pêşkeş kirin. Birêz Ocalan, îradeyeke sazker e. Divê ev yek were qebûlkirin. Aktorekî jirêzê nîne. Bi diyalogên salên 1993’yan re encamên girîng hatin bidestxistin. Agirbestên piştî wan salan hatin ragihandin, xeta li Îmraliyê derketiye pêş û helwesta di salên 201-2015’an de hêj di bîra hemû kesî de ne. Gelo ma em dikarin weke ku ev tişt qet nebûne tevbigerin?” 
 
HELWESTÊN PRAGMATÎK ÊN DESTHILATDARIYÊ
 
Têkildarî îdiayên bi raya giştî re hatine parvekirin jî Erbaş ev tişt anî ziman: “Welêt ber bi hilbijartinê ve diçe û desthilatdarî tengijî ye. Di rewşeke wiha de dixwaze bi van tiştên wiha sûdê bigire, bendewariyekê çêbike û têkoşîna heyî qels bike. Gelek caran pragmatîk nêzî pozîsyon, nûnertî û hêza çareseriyê ya birêz Ocalan bûn. Di hevdîtinan de birêz Ocalan xetekî zelal xêz kiribû û xuya bûbû ku ev ne rêyeke derbasdar e. Birêz Ocalan digot; ‘Bila kesek bi min nelîze. Ev pirgirêkeke gelek giran e û divê micid nêz bibin.’ Di rojên pêş de em ê bibînin bê ka manîpulasyone yan na. Hevdîtina birêz Ocalan a bi malbat û parêzerên xwe re lûtfek nîne. Mafên wî yên herî bingehîn tên binpêkirin û li ser rewşeke wiha giran re hevdîtinê weke lûtfekî nîşan didin. Ne di hêla hiqûqî û ne jî di hêla wijdanî de ji xwe şerm nakin.” 
 
DIJBERTIYA DESTHILATDARIYÊ YA KURDAN
 
Di berdewamê de Erbaş bal kişand ser dijbertiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya kurdan û wiha domand: “Hem li hundir û hem jî li derve polîtîkaya xwe li ser dijminatiya kurdan ava kirine. Doza girtinê ya li partiya me hatiye vekirin, Doza Kobanê, girtina 16 rojnamegerên kurd û operasyonên her roj tên kirin. Şerê li dijî Başûr û amadekariyên ji bo êrişeke li dijî Rojava. Anku desthilatdariyeke ku di dijminatiya kurdan de sînorekî nas nake, ji bo tunekirina hemû destkeftiyên kurdan sond xwarî li holê heye. Heke desthilatdarî van gotinan tenê ji bo avakirina bendewariyan bike, bila baş bizane ku dê encamekî bi dest nexe. Dibe ku tengijî bin lewma biçin hevdîtina Ocalan lê heta dev ji dijayetiya kurdan û siyaseta hegemonîk bernedin, dê hevdîtinên wan ên bi birêz Ocalan re bo wan tu encamekî bi xwe re neyîne.” 
 
XETA BERXWEDANÊ YA OCALAN
 
Bi domdarî Erbaş, daxuyand ku sedema bingehîn a tecrîda li Îmraliyê, xeta berxwedanê ya Ocalan e û wiha pê de çû: “Divê kesek vê rastiyê jinedîtî ve neyê. Heke birêz Ocalan weke gotinên erzan ên hinek derdoran nêzî desthilatdariyê bûbûya û ketibûya pozîsyoneke ku bi kêrî desthilatdariyê tê, rastî tecrîdeke ewqas giran nedihat. Ocalan di nava berxwedaneke mezin a demokratîk de ye. Birêz Ocalan xeta hegemonîk a desthilatdariyê red kir û gelek caran ev yek anî ziman. Ji ber vê xeta xwe niha di tecrîdê de ye. Di vê mijarê de qet gumaneke me nîne. Birêz Ocalan, xwedî xeteke birêgez e. Ev yek, yek jê girîngtirîn taybetiyên wî ye. Tu carî ji van rêgezên xwe tawîzê nade. Kî çi dibêje bila bibêje, ji ewil rêgez û nirxên xwe esas digire. Piştre jî li ser van rêgez û nirxan jî hevdîtin û lihevkirinê dike. Ji lihevkirinê re vekirî ye lê ji rêgezên xwe tawîz nade. Kî çi dike bike ji van rêgez û nirxan tawîz nade.” 
 
JI BO TECRÎDÊ BANG LI MUXALEFETÊ KIR
 
Dogan Erbaş bi lêv kir ku divê derdorên xwe weke demokrat pênase dikin di mijara tecrîdê de biwêrektir tevbigerin û ev nirxandin kir: “Heke muxalefet li Tirkiyeyê xwedî bernameyeke ku demokrasî û azadiyan û makeqanûneke demokratîk diparêze be, divê pirsgirêka kurd û rewşa birêz Ocalan binirxîne. Divê mijara ku desthilatdarî manîpûlasyonan li ser dike, ji destê wê were derxistin. Rêya vê jî ew nîne ku hûn pirsgirêka tecrîdê jinedîtî ve bên. Divê vê pirsgirêkê bêhtir bînin rojevê, ji bo rakirina wê bang bikin û bikevin nava hewldanan. Divê ji hêla hiqûqî ve jî muxalefet vê yekê bibîne; Tirkiye divê li gorî peymanên ku îmze kirine tecrîdê rake, rê bide hevdîtinan û Ocalan azad bibe. Yên ku di mijara tecrîd û pirsgirêka kurd de ne xwedî helwestên cidî, nikare bibe hêviya gelê kurd. Divê muxalefet di mijara tecrîdê de bi berpirsyariya xwe reabe û bihestiyar  tevbigere. Kî dibe bila bibe yên ku qala Tirkiyeyeke demokratîk, hemwelatiya wekhev û çareseriyeke makezagonî dikin lê belê di mijara tecrîdê de xwe bêdeng dikin, mirov gumanê ji demokratbûna wan dike.”
 
‘DIVE OCALAN BIKEVE DEWRÊ’
 
Herî dawî jî Erbaş ev tişt anî ziman: “Yên ku dibêjin hevdîtina bi Ocalan re dê di şertên heyî de bi kêrî desthilatdariyê bê, ew kesên ku qet bi rastiya birêz Ocalan nizanin. Fikriyata HDP û HDK’ê ya birêz Ocalan e, di vê mijarê de pêşniyar û proje pêşkeş kirin, aliyê felsefî û civakî ve raxist pêş çavan û demokratîkbûna Tirkiyeyê weke stratejî dibîne. Ji kesekî wiha ne pêkane ku hewldaneke li dijî pêşeroja hevpar a gelên Tirkiyeyê çêbibe. Divê hemû hêz û derdorên li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê baş bizanin ku heke birêz Ocalan bikeve dewrê dê ev ne ji bo desthilatdariyê lê ji bo gelan encamên baş bi xwe re bîne. Partiyên muxalîf hesasiyatên partiyên ku ji sedî 1 deng digirin, esas digirin. Lê hesasiyeta Ocalan a ji sedî 90’î hilbijêrên HDP’ê jinedîtî ve tên. Divê pirsgirêka kurd çareser bibe. Girseyê HDP’ê jî ji bo çareseriyê Ocalan esas digire. Di pêşxistina têkoşîna demokrasî û azadiyan de rola Ocalan girîng e. Çavê gelê kurd jî li Îmraliyê ye. Divê di zûtirin demê de bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

15/11/2022
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe
16:45 Li Cadeya Îstîklalê teqîn: 6 mirî û 81 birîndar
16:20 Rêxistinên elewî daketin qadê: Em destûrê nadin ku kesek me pênase bike
16:00 Bi dehhezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadê
15:42 PDK’ê nehişt weşanxaneya Rojava tev li fuara pirtûkan bibe
15:25 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin
15:23 Şêniyên taxê ku ceyrana wan hatiye birîn çalakî li dar xistin
15:22 Li Êlihê di şerê navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn
15:04 Nagihan Akarsel li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn
15:04 Serhildana azadiyê ya Rojhilat didome
14:43 Jinên colemêrgî starta 25’ê Mijdarê dan
14:22 Doza ÇHD’ê: Mafê darizandina adilane hat binpêkirin
14:02 Saziyên ziman bertek nîşanî nivîsên nîjadperest dan: Li dijî faşîzmê her derê bikin dibistana kurdî
13:19 Tayînkirina qeyûman li Hezexê hat şermezarkirin
12:53 NADA: Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî divê komîteyeke navneteweyî bê avakirin
11:42 5 serokên MHP’î yên navçeyên Amedê îstîfa kirin
11:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin
11:07 Wezaretê li 4 bajaran neguhêzbar dan ber firotinê
10:58 Payîzê Dêrsim bi rengên sor û zer xemiland
10:52 Abdullah Ocalan: Gefa qirkirinê li ser êzidiyan heye
09:59 Aslan a girtî: Piştî giştînameyê tecrîd giran bû
09:57 Parêzer Beştaş: Dixwazin Abdullah Ocalan ji civakê qut bikin
09:04 Hinceta girtina rojnamevan Degerê: Nîşeyên nûçeyan
09:02 Doza Fatma Altinmakasê: Derheqê kiryarên din de tiştek nehatiye kirin
09:01 Nûrsel Aydogan: 'Jin, jiyan, azadî' bû dirûşmeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2022’YAN