Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin

  • rojane
  • 20:26 25 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran kesên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li dijî êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê meşiyan û dewletên ku piştgiriya êrişan dikin jî şermezar kirin.
 
Meş û mîtînga bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi dirûşmeya “Li dijî êrîşa dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî Kurdistanê biparêze“ ya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê hat lidarxistin li Rheinpark a Dusseldorfê bi dawî bû.
 
Meş bi tevlêbûna bi dehhezaran kesî saet di 12.00’an de li qada Gragos-Adolf-Platz a Dusseldorfê dest pê kir. Malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane di rêza pêşîn a korteja meşê de cih girtin. Kurdistaniyên ku ji bo protestokirina êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê cilên parastinê li xwe kiribûn jî di rêza duduyan a kortejê de bi cih bûn. Hunermendên kurd jî bi stranên xwe tev li kortejê bûn. Di dema meşê de bênavber dirûşme hatin berzkirin û stran hatin gotin.
 
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên li ser “NATO-Mitglied Türkei setzt chemische waffen in Kurdistan ein”, “Solidarität mit der kurdischen Freiheitsbewegung”, “Defend Kurdistan”, “Erdogans Giftgasangriffe stoppen”, “Defend Kurdistan gegen türkische Besetzung und Einsatz von chemische Waffen”, “Wer zu Kurdistan schweigt, soll nicht über die Ukraine sprechen!” nivîsandî hatin hilgirtin.
 
Meş li qada Rheinparkê veguherî mîtîngê. Ji çar parên Kurdistanê û derên cuda yên cîhanê nûnerên partiyên siyasî, mafê mirovan, ekolojîst û tevgerên jinan di mîtîngê de axivîn.
 
Pêşkêşvan axaftina destpêkê ya mîtîngê kir û got: “We qet dîtiye yekî/ê wêneyê Barzanî hilgirtiye? Lê binihêrin tevî hemû zorî û zehmetî û qedexehiyan, gelê kurd mekaba gerîla û wêneyê Rêber Apo bi serbilindî hildigire.“
 
Mîtîng bi sirûda neteweyî “Ey Reqîb“ ê dest kir. Dema sirûd hat gotin, ciwanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind kirin.
 
Ewilî Hevserokên KON-MED'ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever axivîn. Zumrut anî ziman ku li her cihê gelê kurd li ber xwe dide û got: “Zap li ber xwe dide, Rêber Apo li ber xwe dide, em ji Dusseldorfê berxwedanê silav dikin.“
 
‘GELÊ KURD HEVKARIYÊ QEBÛL NAKE‘
 
Engîn Sever jî diyar kir ku bersiva herî mezin îro gel li Dusseldorfê da dewleta tirk. Sever da zanîn ku Elmanyayê çekên kîmyewî dide dewleta tirk û got: “Gelê kurd hevkariya we qebûl nake. Îradeya gelê kurd Rêber Apo ye, Zap e, gerîla ye.“
 
Piştre nivîskar Dr. Michael Wilk jî axivî û got: “Di êrîşên dewleta tirk de bi sedan zarok û sivîl hatine qetilkirin. Bi gefên nû yên dagirkeriyê dixwaze herêmên dagirkirî berfireh bike. Ev terora rejîma Erdogan e."
 
‘EM Ê BI HEVRÊYÊN XWE YÊN KURD RE BIN‘
 
Nûnerê Yekîtiya Îngilistanê Simon Dubbins ku di nav beşdarên meşê de cih girt, axivî û got: “Em ê li Îngilistanê mil bi mil têkoşînê bikin. Em di salên 90’îkde bi rêhevalên xwe yên li Afrîkaya Başûr re mil bi mil li ber xwe dan. Em ê jî bi hevrêyên xwe yên Kurd re bin. Ji Abdullah Ocalan re azadî.”
 
‘PIŞTEVANIYA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK NEKIN‘
 
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî axivî û wiha got: “Gelê kurd îro bi hezaran silav ji gerîla re şand. Gelê Kurd îro gotina xwe ji OPCW û NATO’yê re kir. Gelê Kurd bang li Barzanî kir û got, ‘dawî li xiyanetê bîne‘. Êdî piştevaniya êrîşên dewleta tirk nekin.“
 
Berdevka YJK-E Ayten Kaplan jî diyar kir ku ew jî weke gelê Kurd bi hev re jiyaneke wekhev dixwazin û got: “Em dizanin ku ev çek kê dane. Hûn nikarin gelê kurd bi qirkirinê biqedînin. Nasnameya me li Elmanyayê qedexe ye. Çalakiyên me qedexe ne. Êdî bes e! Em dixwazin di hawîrdoreke demokratîk de bijîn. Em azadî, demokrasî dixwazin; ji ber vê yekê em li vir in. Piştgiriya polîtîkaya êrîşkar a Tirkiyeyê nekin.”
 
‘ARMANC HEMÛ DESKEFTIYÊN KURDAN IN‘
 
Li ser navê Partiya Îslamî ya Kurdistanî û partiyên Bakur Hîkmet Serbilind axivî. Serbilind gerîlayên HPG’ê silav kirin û got: “Em dixwazin li dijî dewleta dagirker helwesteke neteweyî ya nîşan bidin. Dewleta tirk li ser tunekirina Kurdan ava ye. Hebûna kurdan ji xwe re wek gef dibîne. Kurd bibin yek, yekîtiya neteweyî xurt bibe, tu hêz li Rojhilatê Navîn bi kurdan nikare. Hedefa dewleta tirk ne bi tenê kurd in. Hemû destkeftiyên kurdan in. Eger gerîla bi bin bikeve wê mala kurdan xera bibe.“  
 
‘EM MAFÊ XWE DIXWAZIN’
 
Serokê KNK’ê yê berê Tahir Kemalzade jî axivî û wiha got: “Kurdistan welatê kurdan e. Ne yê ereban ne yê eceman ne jî yê tirkan e. Em welatê xwe yê ku mafê me ye dixwazin. Gerîla silav dikim, gelê kurd ê qehreman pîroz dikim. Em bi hezaran Zîlan li qadan in! Kurd azad nebin tu kes azad nabe. PKK azad nebe Başûr azad nabe. Bijî Serok Apo.“
 
Siyasetmedara ji Die Linkeyê Mizgîn Çîftçî jî axivî û got “Ez bang li hikûmeta alman dikim. Li Rojava, Başûr û Bakur êrîşên bi çekên kîmyewî li Kurdan dibin lê tu piştevanî nîn e! Kî dide ber bombeyan? Kî xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, kî Başûr bombe dike? Rejîma terorîst a Erdogan dike.“
 
Mîtîng bi sirûda "Çerxa Şoreşê" û "Herne Pêş" û stranên hunermendên TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.

Sernavên din

15/11/2022
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe
16:45 Li Cadeya Îstîklalê teqîn: 6 mirî û 81 birîndar
16:20 Rêxistinên elewî daketin qadê: Em destûrê nadin ku kesek me pênase bike
16:00 Bi dehhezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadê
15:42 PDK’ê nehişt weşanxaneya Rojava tev li fuara pirtûkan bibe
15:25 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin
15:23 Şêniyên taxê ku ceyrana wan hatiye birîn çalakî li dar xistin
15:22 Li Êlihê di şerê navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn
15:04 Nagihan Akarsel li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn
15:04 Serhildana azadiyê ya Rojhilat didome
14:43 Jinên colemêrgî starta 25’ê Mijdarê dan
14:22 Doza ÇHD’ê: Mafê darizandina adilane hat binpêkirin
14:02 Saziyên ziman bertek nîşanî nivîsên nîjadperest dan: Li dijî faşîzmê her derê bikin dibistana kurdî
13:19 Tayînkirina qeyûman li Hezexê hat şermezarkirin
12:53 NADA: Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî divê komîteyeke navneteweyî bê avakirin
11:42 5 serokên MHP’î yên navçeyên Amedê îstîfa kirin
11:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin
11:07 Wezaretê li 4 bajaran neguhêzbar dan ber firotinê
10:58 Payîzê Dêrsim bi rengên sor û zer xemiland
10:52 Abdullah Ocalan: Gefa qirkirinê li ser êzidiyan heye
09:59 Aslan a girtî: Piştî giştînameyê tecrîd giran bû
09:57 Parêzer Beştaş: Dixwazin Abdullah Ocalan ji civakê qut bikin
09:04 Hinceta girtina rojnamevan Degerê: Nîşeyên nûçeyan
09:02 Doza Fatma Altinmakasê: Derheqê kiryarên din de tiştek nehatiye kirin
09:01 Nûrsel Aydogan: 'Jin, jiyan, azadî' bû dirûşmeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2022’YAN