ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir

  • rojane
  • 16:44 25 Hezîran 2022
  • |
img
ÎZMÎR - ÎHD'ê, pirsa faîlên Alî Ûygûr ku beriya 42 salan li Miduriyeta Polisan a Mêrsînê bi îşkenceyê hat kuştin kir.
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîlê wan bên darizandin" ku ji 2 hefteyan carekê li dar dixe, li navçeya Konakê li pêşiya Sumerbanka Berê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên mîna "Winda Wijdan in lê Xwedî Derkeve" û "Faîl Diyar in Winda li Kuder in" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de aqûbeta Alî Ûygûr ku beriya 42 salan li Miduriyeta Polisan a Mêrsînê bi îşkenceyê hat kuştin, hat pirsîn. Di çalakiyê de êrişa li dijî Çalakiya Dayikên Şemiyê ya Stenbolê hat şermezarkirin. 
 
BERIYA 42 SALAN WINDA BÛ
 
Di çalakiyê de Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Alî Aydin, çîroka Alî Ûygûr wiha xwend: "Alî Ûygûr ku li Miduriyeta Polisan a Mêrsînê bi îşkenceyê hat kuştin, di sala 1955'an de li navçeya Nîzîp a Dîlokê ji dayik bûbû û derçûyê Beşa Îngilîzî ya Enstîtuya Gazî ya Perwerdeyê bû. Dema ku di 1'ê tîrmeha 1980'yî de bi hevalên xwe Mîthat Nîsan, Mahîr Keçecî û Ozcan Fedakar re bi trênê rêwîtî dikir li navçeya Pozanti ya Edenê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin û destpêkê birin Edenê û piştre jî birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê. Heta 9 rojan ji Alî tu agahî nehat girtin. Di 10'ê tîrmehê de dayika wî Hatîce Ûygûr û du keçên Ûygûr, bi nûçegîhanê Rojnameya Demokrat Vahap Şehîtoglû re bi Midurê Şaxa Yekemîn a Mêrsînê Omer Guneş û Alîkarê wî Hanefî Avci re hevdîtin kirin. Dayik got ku ji jiyana kurê xwe fikaran dike. Hanefî Avci, ji dayikê wî re ev tişt got, 'Kurê te di 9'ê tîrmehê de li taxa Demîrtaş dema operasyonekê reviya. Binêre dosya û girtek li vir hene lê înşallah miriye'. Li ser vê bersivê malbatê gelek caran daxwazname dan meqamên dewletê."
 
LI GORISTANA BÊKESAN HAT VEŞARTIN
 
Aydin, destnîşan kir ku kesê bi navê Haşîm Aslan ku wê demê ji sûcekî din girtî bûye, li dadgeriya lêpirsînê gotiye ku dar li serê şoreşgerê bi navê Alî Ûygûr xistine û ew kuştine û dixwaze di vê derbarê de şahidiyê bike û wiha got: "Ji ber ku ev kes dixwaze şahidiyê bike wî dişînin Girtîgeha Sînopê. Malbata Ûygûr, di her astê de li kurê xwe geriya lê mixabin li Goristana Bêkesan a Mêrsînê bi rastiyê re rû bi rû ma. Alî Ûygûr bi îşkenceyê hatibû kuştin û li şûna kesê bi navê Alî Butun ku di behrê de xeniqîbû li gora bêkesan hat veşartin. Di 22'ê tebaxê de ev gor di şahidiya dadger de hat vekirin û ji aliyê dayika wî ve hat teşhîskirin ku cenaze yê kurê wê Alî Ûygûr e."
 
DOSYA BÊYÎ KU VEBIBE HAT GIRTIN
 
Di berdewamê de Aydin, bi lêv kir ku peywirdarên dewletê li ser sûc hatine girtin lê di tarîtiya Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de dosya bêyî ku bê vekirin hatiye girtin. 
 

Sernavên din

29/06/2022
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
11:08 1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand
10:35 Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn
09:42 Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin
09:33 Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin