Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin

  • rojane
  • 12:53 25 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan û cezakirina kujeran çalakiya hefteya 900’emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. Polîsan êrişî Dayikêş Şemiyê kir û Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê jî di nav de gelek kes binçav kirin. Tevî binçavkirinê jî daxuyaniya Dayikên Şemiyê hat xwendin. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza kujer werin cezakirin, di hefteya 900’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakî li dar bixin. Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Zeynel Ozen, Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 
 
HER DEVER HAT GIRTIN 
 
Beriya çalakiyê Cadeya Îstîklalê û Qada Galatasarayê polîsan bi barîyer û maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Dayikên Şemiyê û beşdarên çalakiyê ku di destê wan de wêneyên windayan û kulîlk hebûn heta meydanê meşiyan. Polîsan li vir pêşiya wan girt. Polîsan ji girseyê re got ew li ser daxwaza Qeymeqamiya Beyoglu ya qedexekirina çalakiyan dê destûrê nedin Dayikên Şemiyê. Girseyê jî diyar kir ku ew ê tevî astengî û qedexeyê jî çalakiya xwe li dar bixin.
 
POLÎSAN BI LÊDANÊ WAN BINÇAV KIR 
 
Dayikên Şemiyê û beşdar kêliyek dirêj di dorpêça polîsan de man. Pişt re polîsan êrişî Dayikên Şemiyê û beşdaran kirin. Di êrişa polîsan de Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, Hanîfe Yildiz, Îkbal Eren, Besna Tosûn, Masîde Ocak, Hasan Karakoç, Mîkaîl Kirbayir, Alî Ocak, parêzer Jiyan Tosûn, Jiyan Kaya, Davut Aslan û Arat Dînk ji paş ve hatin kelemçekirin û wan xistin binçavan. 
 
Polîsan qerenfîlên di destê binçavkiriyan de avêtin erde û kêliya li wesayîtê siwar dikirin li wan dan. 
 
Piştî êrişa polîsan metna ku dê Dayikên Şemiyê li Meydanê bixwende, ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ve hat xwendin. Gulum destnîşan kir ku ew ê li ser navê dayikan vê daxuyaniyê bixwînin. 
 
Metna Dayikên Şemiyê wiha ye: 
 
“Galatasaray aîdî Dayikên Şemiyê ye. Em weke malbat û parêzvanên mafên ku zarok û xizmên wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve di binçavan de hatin windakirin di hefteya 900’emîn a têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê de li Galatasarayê ne. Em dayik, zarok, xwişk û bira, nevî, parêzvanên mafan in ku têkoşîna herî aştiyane û dadmend a cîhanê didin meşandin. Yên ku li Galatasarayê mezin bûne, li Galatasarayê extiyar bûne û li Galatasarayê hatine dinê em in. Yên ku hezkiriyên xwe yên ku dewlet hebûna wan înkar dike, bi wêneyên xwe li Galatasarayê diparêzin em in. Yên ku Galatasaray ji bo hezkiriyên xwe yên bêcih ku kirine goristan em in. Ji ber vê yekê Galatasaray ya me ye. 
 
QADA GALATASARAYÊ YA ME YE 
 
Em li hezkiriyên xwe ku dewletê wan di binçavan de winda kirine, diğerin. Galatasaray cihê lêgerîna me ye. Bila her kes baş bizanibe çi anîne serê windayên me di binçavan de û em naxwazin carek din vê êşê bikişînin. Galatasaray cihê me yê heqîqetê ye. Bila kujer baş bizanibin ku Galatasaray cihê bîra me ye. Lewma em dibêjin Galatasaray ya me ye. Rejîma heyî ya ku berdewamiya zihniyeta ku hezkiriyên me windakirin e. Ev rejîma berdewama rejîmên din guh nade qanûnên xwe jî, dixwaze Galatasarayê ji me bigire. 'Hezkiriyên me li ku ne?' Li şûna ku bi hiqûq û edaletê bersivê bidin qîrîna me, ev çar sal in bi kelemçe, mertal, gazê li pêşberî me radiwestin. Ev qadeke ku di dilê Stenbolê de ji her kesî re vekirî ye. Vê qadê ji hemû Stenboliyan re qedexe dike ku em neyên vir. Dixwaze me bi zext, bi polîs, bi darbeyan, bi dadgehan me bitirsîne. Lê ew şaş in, kes nikare dayikekê bitirsîne ku li zarokê xwe digere, jinek li hezkiriyê xwe digere, zarokek li dê û bavê xwe digere, birayek li birayê xwe yê mezin digere, neviyek li kal û bavê xwe digere. Çimkî hê hovîtên ku me bi çavên serê xwe dîtin, li dinyayê nehatiye afirandin. 
 
EM DEST JÊ BERNADIN 
 
Daxwazên Dayikên Şemiyê yên di hefteya 900’emîn de wiha ne: 
 
“* Bila aqûbeta windayan were eşkerekirin. 
 
* Bila dawî li bêcezahiştina kujeran ango faîlan were û demildest edalet bicih were. 
 
* Bila carek din kes di binçavan de neyê windakirin. 
 
* Bila Tirkiye Peymana Hemû Kesên Beriya bi Darê Zorê Bên Windakarina ya Neteweyên Yekbûyî îmze bike, erê bike û bisepîne!
 
* Hûn çi dikin bikin, em ê qet û qet dest ji qîrkirina ‘zarokên me li ku ne’ bernedin. 
 
* Hûn çi dikin bikin, kesên ku zarokên me winda kirine bi zirxên bêcezahiştinê neyên parastin, divê li pêşberî dadgeriyeke serbixwe hesab bidin! Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin. Hûn çi dikin bikin jî em ê dev ji azadiya xwe ya kombûnê ya ku bi Destûra Bingehîn hatiye misogerkirin û Galatasaraya ku me ji bo bikaranîna vê azadiyê hilbijartiye bernedin. Hûn çi dikin bikin jî Galatasaray di wijdanê mirovahiyê de ya me ye."
 
Piştî daxuyaniyê beşdaran ji bo bîranîna windayan qerenfîl danîn erdê û çalakî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

29/06/2022
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
11:08 1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand
10:35 Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn
09:42 Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin
09:33 Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin