Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!

  • rojane
  • 09:51 18 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Parêzer Bulent Çoban diyar kir ku li Tekîrdagê dadgerê ku tu hêcet ji bo girtina 29 HDK’iyan nedît, biryara Dadgeha Bilind ku ji bo KCD’ê dabû wek hêcet nîşan da û wan li dijî biryara dadgeha ku hêcetan diafirîne îtîraz kirine. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê derbarê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de dest bi lêpirsînekê kiribû. Di çarçoveya vê lêpirsînê de di 3’yê hezîranê de di serdegirtina malan de rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’ê jî di nav de 37 kes hatibûn binçavkirin. 37 kes piştî 8 rojan sewqî dadgehê hatin kirin. Ji van 37 kesan 29 kes hatin girtin û 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di nava yên hatin girtin de Sadî Ozdemîr ê ji sedî 98 astengdar e û bi tupê oksîjenê dijî û Saadet Firat Bîngol a nexweşiya penceşêrê lê ketiye jî cih digirin. 
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê parêzer Bulent Çoban têkildarî hêceta ku 29 kes jê hatine girtin ji ajansa me re axivî. 
 
PIRSA ‘BI KURDÎ DIZANÎ’ KIRIN E 
 
Çoban bi bîr xist ku di nava yên hatine girtin de parêzer, doktor, mamoste jî hebûne û zimanê kurdî jî kirine hêceta girtina miwekîlên wî. Çoban bal kişand ser mijarên sûc ku li midûriyeta polîsan ji miwekîlên wî pirsîne û ji miwekîlên wî “Tu bi kurdî dizanî?” hatiye pirsin û xwestine wisa kurdî krîmînalîze bikin. Çoban got vê pirsa derbarê kurdî de ji her kesê binçav kirine. Çoban anî ziman ku zimanê kurdî ne zimanek qedexe ye û vê pirsa derbarê kurdî de salên 1990’î ji xelkê dihat kirin û wan salan aniye bîra wan. 
 
LÊPIRSÎNEK DIJ HIQÛQΠ
 
Çoban da zanîn ku HDK’ê wek “rêxistinek derqanûnî” hatiye nişandan û ji bo ku saziyek bibe derqanûnî divê biryara dadgehê derbarê wê saziyê de hebe. Çoban diyar kir ku derbarê HDK’ê de tu biryarek bi vî rengî nîne û got: “Halê hazir biryarek dadgehê nîne. Di lîsteya Wezareta Karên Navxweyî de jî nav derbas nabe. Ji ber vê yeke destpêkirina lêpirsînê dij hiqûqî ye.” 
 
Çoban anî ziman ku xebatên siyasî yên HDK û HDP'ê yên li Herêma Trakyayê ji aliyê dozgerê lêpirsînê ve weke "derqanûnî" tê dîtin û got: "Pirsa sereke HDK bû. Pirsên wek, 'We çawa bi HDK'ê re hevdîtin pêk anî?', 'HDK'ê bi talîmata Ocalan hat avakirin', 'Di pêkhatina HDK'ê ya Trakyayê de kî heye?', 'Di pêkhatina HDK'ê ya Ewropayê de kî heye?', 'HDK çawa xwe fînanse dike?' hatin kirin û miwekîlên me ji van pirsan hatin sûcdarkirin. Muwekîlên ku sûcdarkirin red kirin, dan zanîn ku HDK ne rêxistineke derqanûnî ye. HDK platformeke ku niha xwedî serok, heyet, delege, sazî, meclis e û xebatên xwe didomîne. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku meriv qebûl bike ku ew rewşek neqanûnî ye. Gotin heke me kar kiribe, me bi vî awayî kir.”
 
GUHDARIYA TELEFONAN 
 
Çoban destnîşan kir ku hevdîtinên telefonê weke "delîl" li dane pêşberî endamên HDK'ê û ev hevdîtinên telefonê herî kêm 6 sal berê hatine kirin. Çoban, anî ziman ku di naveroka hevdîtinên telefonê de ti argumanek ku weke hêmaneke sûc bê dîtin tune ye û hemû axaftin li ser xebatên siyasî yên HDK'ê ne. Çoban wiha got: “Em bihesibînin ku HDK rêxistineke sûc e. Lê axaftina 6 sal berê hem ne guncaw e ku bi qanûnî were pirsîn, hem jî ne qanûnî ye. Guhdarîkirin bi biryara dadgehê tê kirin. Heke hêmaneke sûc hebe dê derbarê wan de karûbar bê kirin. Wekî din, ev axaftin nayên tomarkirin, tê tunekirin. Lê belê hevdîtin hatine tomarkirin. Ev yek mafê parastinê ji deste mirovan distîne. Rê li ber darizandineke adil digire. Meseleya ku em jê re dibêjin lêpirsînek bi bandor heye.”
 
Çoban her wiha got nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) û gelek nûçeyên saziyên medyayê yên din jî kirine mijara sûc. Çoban destnîşan kir ku delîlên ku tu kontrola wan hiqûqî nîne hatine hilberandin. 
 
DADGER PIRSÊN OL Û LGBTÎ+ KIRIN E 
 
Çoban anî ziman ku dadgeriyê ji miwekîlan pirsên derbarê ol û LGBTÎ+ de kiriye û ev pirs li dijî azadiya derbirînê û ramanê ye û li gorî qanûna bingehîn kes ne mecbûr e ramanên xwe eşkere bike. 
 
BI KCD’Ê HATINE SÛCDARKIRIN!
 
Çoban diyar kir ku dadger nikaribûye hêcet ji bo girtinê peyda bike û ji ber vê yekê wan îtîraz kiriye û xwestine ku hêcet nîşan bide. Çoban destnîşan kir ku dadger biryara 16'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ku derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de daye wek hêcet girtinê daye nişandan û wiha got: "Me li dijî biryara hêcet hilberandina dadger îtîraz kirin. Tişta ku dadger kir ne qanûnî ye. Bi rastî jî mînaka vê yekê di qanûn û hiqûqê de nîne. Dadger ji bo ku miwekîlên me bide girtin vê hêcetê derxist.” 
 
SERXWEBÛNA DARAZÊ 
 
Çoban bi bîr xist ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku operasyona ku li Tekîrdagê tê de 37 siyasetmedar hatin binçavkirin bi fermana wî pêk hatiye û wiha dewam kir: “Dibe ku em bi rojan li ser vê yekê biaxivin. Ne meseleyek e ku em bi du hevokan rave bikin an jî kurt bikin. Zanîna me ya hiqûqî ya herî bingehîn; serxwebûna dadwerî, yasadanîn û cîbicîkirinê ye. Ev têgîn niha neketine nava hev. Rewşa 'Me ferman da û wan girt’ rewşê ber bi aliyekî din ve dikişîne."
 
Çoban destnîşan kir ku wan îtîrazî girtina 29 miwekîlên hatine girtin kirine. 
 
BIRYARA DADGEHA BILIND 
 
16’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind derbarê KCD biryarek sosret dabû û îdia kiribû ku “KCD wek Meclisa Tirkiyeyê ya KCK’ê dixebite û ew jî wek KCK’ê rêxistina xwe dike.” 
 

Sernavên din

06/11/2022
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin