Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî

  • rojane
  • 09:02 14 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Nivîskar Ayşe Duzkan diyar kir ku piştevaniya ji bo rojnamevanên kurd ên di binçavan de kêm e û got: "Divê bê zanîn ku dê ev çewisandin tenê bi çapemeniya kurdî ne sînorkirî bin. Hema ji bo azadiya xwe be jî divê mirov li ber vê çewisandinan rabe. Ji lew re dê dor bê wan jî." 
 
Di 8'ê Hezîranê de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF) Serdar Altan, Midûrê Karê Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azaîd Orûç jî di nav de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Bertekên li dijî vê operasyona li hemberî çapemeniya azad didomin. 
 
Nivîskara feminîst Ayşe Duzkan jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da. 
 
ÇAPEMENIYA MUXALIF DI HEDEFÊ DE YE
 
Duzkan binçavkirinan wekî "amadekariya hilbijartinê ya desthilatê" nirxand û got, bi krîmînalîzekirina çapemeniya kurdî hemû çapemeniya muxalif hedef hatiye girtin. Duzkan diyar kir ku AKP dixwaze bêyî pirsgirêk ber bi hilbijartinê ve biçe û wiha got: "Desthilat beriya hilbijartinê dixwaze têkeve nava baxçeyekî bêstrî. Lewma ewilî rojnamevan hedef girtin. Bi vê polîtîkaya xwe dixwaze derdora polîtîk bi binçavkirin û çewisandinan bitepisîne. Ev çewisandina li ser rojnamevanan di rojên pêş de dê berbelav bibe." 
 
Duzkan diyar kir ku sedemeke din a van çewisandinan jî planên desthilatê yên li Sûriye û Iraqê ne. 
 
BERTEKÊN HEYÎ NE BES IN
 
Duzkan destnîşan kir ku bertekên li hemberî binçavkirinan ne bes in û wiha axivî: "Rêxistineke çapemeniyê di daxuyaniyeke xwe de ji dêvla doza berdana rojnamevanan bike doza sedema binçavkirina wan û girtina wan kiriye. Ev xeyalşikestin e. Çapemeniya kurdî tam li cihê ku çewisandin lê dest pê kiriye bi xwe ye. Çewisandin bi piranî ji wir dest pê dike. Li hemberî çewisandinan daxuyanî tenê têr nakin. Ez wisa yeqîn dikim ku divê rojnamevanên Tirkiyeyê û muxalefeta Tirkiyeyê têkildarî binçavkirina rojnamevanan rêxistinbûyîneke xurt bike." 
 
DÊ BI ÇAPEMENIYA KURDÎ TENÊ NEYÊ SÎNORDARKIRIN
 
Duzkan bêdengiya raya giştî jî rexne kir û got, hesasiyeta ji bo rojnamevanên din ji bo rojnamevanên kurd nehatiye nîşandan. Duzkan destnîşan kir ku sedemeke sereke ya vê yekê jî atmosfera tirsê ya ku desthilatê berbelav kiriye û wiha domand: "Desthilatê tevgera civakî ay kurd û rojnamevan jî di nav de her kesî krîmînalîze dike. Ev yek çapemeniya ku xwe wekî muxalif dide der tirsandiye. Lê divê bê zanîn ku dê ev çewisandinên li ser rojnamevanên kurd tenê bi çapemeniya kurdî neyê sînrodarkirin. Hema ji bo azadiya xwe be jî divê mirov li ber vê çewisandinê rabe. Ji lew re dê dor bê wan jî."
 
TENÊ NE PIRSGIRÊKA ROJNAMEVANA YE
 
Duzkan destnîşan kir ku çewisandinên li ser rojnamevanan tenê ne pirsgirêka rêxistinên rojnamevanan e û got: "Mafê nûçewergirtinê yê gel heye. Binpêkirina vî mafî binpêkirina mafan e. Divê xwendevan jî xwedî li rojnamevanên ku nûçeyan digihîne wan derkevce. Rojnamevan jî divê xwedî li hevpîşeyên xwe derkevin. Mixabin helwesta ji bo çapemeniya muxalif a din, ji bo çapemeniya kurdî nayê nîşandan." 
 
Duzkan di dawiya axaftina xwe de detsnîşan kir ku hemû rojnamevan divê bi aqilekî hevpar tevbigerin li dijî van zext û çewisandin. 
 
MA / Esra Solîn Dal 
 

Sernavên din

14/06/2022
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin
09:07 Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e
09:06 Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye
09:05 Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin
09:04 Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin
09:01 Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da!
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin