Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye

  • rojane
  • 12:33 13 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Derket holê ku dadgerê dadgeha cezaya giran Selçûk Temîzel ji bo berdana girtiyekî 7 milyon bertîl stendiye. Hat zanîn ku dadgerê ku bertîl stendiye di doza Parlamentera HDP'ê ya berê Nûrsel Aydogan de ku hêcet hatiye nîşandan ceza deye û parlamenteriya Aydogan betal kiriye. 
 
G.A. yê di sala 1996'an bi sûcdariya "perçeyekî axa di bin serweriya dewletê de ji îdareya dewletê derxistinê" cezayê muebeta giran stend. Dema ku G.A. di derbarê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji nû ve darizandinê, ji nû ve hat darizandin û çerxa bertîlê derket holê. Tê îdiakirin ku Serokê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Selçûk Temîzel, ji bo berdana girtiyekî 7 milyon bertîl stendiye û  ji bo betalkirina parlamenteriya Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya berê Nûrsel Aydogan jî hêcet nîşan daye û biryara ceza birînê daye. 
 
TÊ GOTIN KU 7 MILYONAN LÎRE BERTÎL XWARIYE 
 
Ji ber ku di nav heyeta Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) de leşker hebûn, DMME'yê derbarê darizandina van dadgehan de biryara betalkirinê da û girtiyê bi navê G.A. daxwaza ji nû ve darizandinê û taloqkirina cezayê wî ji 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir û dadgeh vê daxwaza G.A. di 15'ê nîsana 2022'yan de red kir. Piştre parêzerê G.A. serlêdana xwe dubare kir, dadgeh di 27'ê nîsana 2022'yan de dîsa biryara redkirinê da. Parezer vê biryarê bir rojeva dadgeheka bilindtirîn yanî 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran û dadgeh ev serlêdan bi awayekî sosret qebûl kir û bi biryara xwe ya 11'ê gulana 2022'yan de cezayê G.A rawestand û wî tehliye kir. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyekî ku hatiye kirin nirxand û tehliyekirina G.A. da sekinandin. 
 
Serdozgeriyê rewşê ji Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) re ragihand û di encama lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de Serokê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran Selçûk Temîzel, ji bo sê mehan ji kar hat dûrxistin. Di nava vê demê de HSK dê lêpirsîna xwe temam bike û heke îdia bên piştraskirin wê derbarê Serokê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran Selçûk Temîzel de cezayê dîsiplînê yê ku heya ji kar dûrxistinê, bên nîqaşkirin.
 
JI BO BETALKIRINA PARLAMENTERIYA WÊ CEZA BIRÎN 
 
Derket holê ku Temîzel ê tê îdiakirin ku bertîl stendiye, derbarê Parlamentera HDP'ê ya berê Nûrsel Aydogan de, biryara rakirina parêzbendiya wê daye û rê li ber darizandina wê vekiriye. Heman dadger berê xwe daye doza ku ji Aydogan re ceza hatiye birîn. Ji bo darizandina Nûrsel Aydogan, tevlibûna çalakiyên protestoyên di sala 2011'an a 12 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, tevlibûna merasîma cenazeyê 4 girtiyên di Girtîgeha Amedê de xwe şewitandine û tevlibûna bîranîna kesên ku di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane, wek hêcet hatin nîşandan. Parêzbendiya Aydogan di 4'ê Mijdara 2016'an de hat rakirin û derbarê wê de biryara binçavkirinê hat dayîn. Aydogan demekî girtî ma û bi Serokatiya Temîzel, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran girtî hat darizandin. Aydogan demekê girtî ma û di 21'ê nîsana 2017'an de hat tehliyekirin. Darizandina Aydogan didome û derbarê wê de "li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan de muxalefet kiriye" ceza hat dayîn û ev ceza hat taloqkirin. Dîsa derbarê wê de bi îdiaya "Tevî ku ne endama rêxistinê ye, jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" doz hat vekirin û 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê hefsê lê hat birîn. 
 
Li dijî vê biryarê endamekî heyeta dadgehê dengekî neyînî da û Temîzel û endamên din jî ceza erê kirin. 
 
Dadgeha Bilind cezayê Aydogan erê kir û ev biryar 11'ê berfambara 2018'an di Desteya Giştî ya Meclisê de hat xwendin û piştre parlamenteriya Aydogan hat betakirin. 
 

Sernavên din

16/06/2022
15:19 Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin
15:18 Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan
14:43 Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû
14:39 Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên dan: Rojnamegerî ne sûc e
14:28 Girtina rojnamegeran li Îzmîrê hate protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
14:25 Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e
13:56 Li bejahiya Licê operasyona leşkerî dest pê kir
13:51 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
13:48 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin
13:43 MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin
13:23 Ceza li rojnameger Aslan hat birîn
13:17 Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye
13:10 Di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerek hate kuştin
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest