‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’

  • rojane
  • 09:04 13 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Rojnamevanan diyar kir ku ji ber ku rojnamevanên kurd rastiyê dinivisînin bûne hedef û bang li mûxalefetê kirin ku rojnamevanan biparêzin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 8’ê hezîranê daye destpêkirin de, di nav de 20 jê rojnameger 21 kes di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Di serdagirtinên malan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegîhanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût û rojnamevan Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu û Kadîr Bayram hatibûn binçavkirin. Feynaz Koçûk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Gebzeyê hatibû binçavkirin. Rojnamevan li Midûriyeta Polîsan a Amedê di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û cara duyemîn dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.
  
Rojnamevan Zeynep Kuray, Emre Orman, Elîf Çetîner, Ersan Kinik, Merve Kavakçi, Elîf Bayburt û Hayrî Tunç, binçavkirina hempîşeyên xwe nirxandin û diyar kirin ku zext, binçavkirin û girtina rojnamegerên kurd bûye awayek sîstematîk û bertek nîşanî bêdengiya medya mûxalîf dan. 
 
‘DIVÊ HER KES LI ROJNAMEVANAN XWEDÎ DERKEVE’ 
 
Rojnamevan Hayrî Tunç, da zanîn ku ji salên 1990'î û vir ve zext û zordariya li ser rojnamegerên kurd her ku diçe zêde dibe û nûçeyên ku hemû binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê, windakirinên di girtîgehê de, koçberiya bi darê zorê û avêtina bîrên asîdê rojnamegerên kurd in û got: "Ji ber vê yekê ew dibin hedef. Ji ber ku sûcên kirin, ji gel re radigihînin rojnamevaniya kurdî tê terorîzekirin. Ev kevneşopî ji Apê Mûsa bigire heta îro berdewam dike. Divê her kes bi awayek eşkere xwedî li rojnamevanên kurd derveke.” 
 
‘ÎKTIDAR SER TENGAVIYA XWE DINIXIMÎNE’ 
 
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Elîf Baybûrt jî anî ziman ku ji  bo ku îktidar ser tengavî û polîtîkayên xwe şaş veşêre berê xwe dide rojnamevanên kurd û got: “Demek dirêj e li ser rojnamevanên kurd zext û êrişên taybet hene. Rojnamevên ku dengê gelê kurd radigihînin, operasyonên taybet û êrişên taybet bi ser van tê kirin. Binçavkirina rojnamevên kurd li gorî rojnamevên din hindiktir dibin rojev. Divê hin bêtir xwedî li rojnamevanên kurd were derkebin. Lazim e bi her awayî piştevanî û xwedî derketina rojnamevên kurd zêdetir be.” 
 
‘KES NEWÊRE BINIVISÎNE’
 
Rojnamevan Emre Orman jî diyar kir ku rojnamevên kurd bêyî ku bitirsin gelek rastiyan li vî welatî derxistin holê û wiha got: “Mînaka vê yekê ya şênber avêtina du welatiyan a ji helîkoptêrê ye. Kesî newêribû vê binivisîne, lê rojnamevanên kurd bêtirs û xof nivîsandin. Bedelê wê jî dan. Ji ber ku rojnamevanên kurd li dijî dewletê xwedî helwest in tên girtin. Ev jî wêrekiya wan deşîfrekirina sûcên dewletê dide nîşandan. Dema rojnamevanek rojavayî tiştek tê serê wî-wê dinya radibe ser pêya. Lê dema rojnamevanên kurd tiştek tê serê wan her kes ker û lal e. Li ser rojnamevanên hêla Tirkiyeyê roman tên nivîsandin, divê jixwe wisa be jî. Lê belê ev xwedîderketin ji bo rojnamevanên kurd nayê nîşandan. Heke piştevaniyek xurt nebe, îro dora rojnamevanên kurd be sibê dora rojanemvanên din e. Divê em ji hemû medya muxalîf re sedemê vê operasyonê bêjin û bizanibin ku îro dora van e sibê dora wan. Lazim e hin bêtir xwedî derkevin.” 
 
‘ASAYÎ TÊ DÎTIN’ 
 
Nûçegihana Arti TV Merve Kavakçi jî anî ziman ku her tim zext li ser rojnamevan û siyasetmedarên kurd heye û got: “Zext û zordariya li ser rojnamevanên kurd ji rêzê û asayî tê dîtin. Çimkî her tim tên cihêkirin. Divê em vê qebûl nekin. Lazim e em bibin dengê rojnamevanên kurd ên di binçavan de. Divê saziyên çapemeniyê yên din jî bibin dengê rojnamevanên binçavkirî.” 
 
‘SÛCÊN DEWLETÊ EŞKERE DIKIN’ 
 
Nûçegihanê Îlerî Haberê Ersan Kinik jî destnîşan kir ku zextên li ser çapemeniya kurd ji berê ve heye û wiha got: “Ev zext îro jî didome. Ji ber ku li bajarên kurdan rojnamevanên kurd sûcên dewletê derdixin holê, ev zext li ser wan tê kirin. Ez dixwazim mînaka kuştina Kemal Kurkut li vir bidim. Mesele ewil medyaya hawizê wek ‘xwekuj’ serwîs kir. Lê belê edîtorê Dîhaberê Abdurrahman Gok bi wêneyên ku girtibû da nîşandan ku nûçeyên ‘xwekuj’ ne rast bûn. Her wiha dîsa avêtina du welatiyên kurd a ji helîkoptêrê heye. Rojnamevanên kurd bi tenê tên hiştin. Di asta ku tê xwestin de aliyên muxalîf têr û tije xwedî derneketin. Ez vê yekê wekî aciziyê dibînim.” 
 
‘RASTIYAN RADIGIHÎNIN’ 
 
Rojnamevan Elîf Çetîner jî anî ziman ku rojnamevan û medya kurdî rastiyan derdixe holê û wiha got: “Rojnamevanên kurd ji ber nûçe û bernameyên çêdikin tên binçavkirin û girtin. Gelek kes û alî vê zexta li ser rojnamevanên kurd ji nedîtî ve tên. Tişta ku ew ditirsin û nakin rojnamevanên kurd dikin. Her kes peyva kurd wek tirsê dibîne. Tişta ku tê serê rojnamevanên kurd û gelê kurd, wê li ser aliyên din jî berdewam bike. Divê tu welatî û rojnamevan ji ber van zextan xwe di ewlehiyê de nebîne. Divê her kesê ku mafê rojnamevaniyê diparêze xwedî li dijî van zextan rabe.” 
 
 

Sernavên din

29/10/2022
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan