‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’

  • rojane
  • 13:46 11 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê de aqûbeta Çayan Çîçek ku 28 sal berê li gel bav û mamê xwe hatibû windakirin, hate pirsîn. Dayika Çayan, Azîze Çîçek ji bo kurê xwe ku ji dayikbûnê ve çavên wî nedidîtin wiha got: “Astengdar bû û pêşiya xwe nedidît. Leşkeran ew li erdê kaş kirin û birin. Qêriyên Çayanê min derketin ber erş û ezmanan.”
 
Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, her hefteyê çalakiya xwe li dar dixin. Ji ber şert û mercên pandemiyê, Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 898’an li ser hesabên xwe yên medyaya civakî kirin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Alî Îhsan Çîçek (20), Tahsîn Çîçek (44) û kurê wî Çayan Çîçek ê 15 salî ku çavên wî nedîtin û di navbera 10-27’ê gulana sala 1994’an de hatibûn binçavkirin û windakirin hate vegotin. 
 
Hevjîna Tahsîn Çîçek û dayika Çayan Çîçek, Azîze Çîçek da zanîn ku hevjîn û Alî Îhsan Çîçek bi hev re hatine bin çavkirin û wiha got: “17 roj piştre jî kurê min Çayan ê 15 salî hate binçavkirin. Ji çavên xwe astengdar bû. Çayan binçav kirin û birin. Werîsek xistibûn stûyê wî, kaş kirin û birin Liceyê. Pêlaveka wî di nava gîhayî de mabû. Xwînê wî rijandibûn ser axê. Me gelek dad kir lê feyde nekir. Tu bîşe û şkêr neman ku em lê negeriyan lê belê me ew nedît. Mala me hate şewitandin. Nasnameyên me girtin û em sirgûn kirin. Em perîşe bûn. Em hatin kolanên hinek kesên din û di kirê de man. Ne hevjîn û ne jî kur ma. Tevek jî kaş kirin û birin. Kurê min astengdar bû û pêşiya xwe nedidît. Ew kaş kirin û birin. Qêrînên Çayanê min derketin ezmanan. Bavê te jî birin, mamê te jî birin. Kurê min jî birin û xeniqandin. Mala min wêran kirin.” 
 
SERDAN BÊENCAM MAN
 
Ji parêzerên malbata Çîçek, Cîhan Aydin jî diyar kir ku leşkeran di 10’ê gulana sala 1994’an de li dijî gundê Dernek ê Lice ya Amedê operasyon li dar xist û ev agahî parve kirin: “Tahsîn û Alî Îhsan Çîçek û gelek şêniyên gund di vê operasyonê de hatin binçavkirin. Heta demekî tu agahî ji binçavkiriyan nehatin girtin. Piştî serlêdanan, derket holê ku ji binçavkiriyan gelek jê li YÎBO ya Liceyê tên ragirtin. Çendek şêniyên gund jî demek piştre hatin berdan. Lê belê Alî Îhsan û Tahsîn Çîçek nehatin berdan. Dayikên wan serî li gelek cihan dan. Lê agahiyek negirtin. 17 roj piştre anku di 27’ê gulanê de jî leşker hatin gund û Çayan binçav kirin. Mixabin ku ji wê rojê ve tu agahî ji Alî Îhsan, Çayan û Tahsîn Çîçek tu agahî nehatin girtin.” 
 
BANGA HEVRÛBÛN Û HEQÎQETÊ 
 
Bi domdarî Aydin anî ziman ku serlêdanên ji bo derdorên edlî û fermî jî bêencam man û wiha pê de çû: “Me dosya bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Di encama darazê de xuya bû ku dewletê di vê mijarê de lêpirsîneke bibandor nekiriye, mafê jiyanê yê Alî Îhsan, Tahsîn û Çayan Çîçek nehatiye parastin û biryara binpêkirinê da. Lê belê tevî vê jî tu agahiyek ji van 3 kesan nayên girtin. Di salên 90’î de em bûn şahidên bi hezaran kesan ku di bin çavan de hatin windakirin û tu agahî jê nayên girtin. Ev lêpirsîn, di nava refên dozgeriyê de bi dembihûrînê ve biencam dibin. Heqîqet û hevrûbûn pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye. Heta ku heqîqet û hevrûbûn çênebe, heta ku aqûbeta van mirovan neyê aşkerakirin, heta ku lêborîn ji mexdûran neyê xwestin, dê ev birîn tu carî nekewe.”
 
HATE ÎNKARKIRIN
 
Metna daxuyaniyê ya vê hefteyê ji hêla yek ji parêzerên xizmên windayan Nermîn Kaplan ve hate xwendin. Kaplan, da zanîn ku tevî ewqas şahidan jî tu rayedarên dewletê operasyona li dijî gund û binçavkirin qebûl nekirin. Kaplan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin ku sûcên li dijî Tahsîn, Alî Îhsan û Çayan Çîçek bên ronîkirin û derheqê faîlên wan ên gumanbar de lêpirsîn û teqîbateke bibandor bê destpêkirin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Tahsîn, Alî Îhsan û Çayan Çîçek û hemû windakiriyan bernedin.”
 

Sernavên din

11/06/2022
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN