Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn

  • rojane
  • 12:24 11 Hezîran 2022
  • |
AMED -  Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windakiriyan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn û xwestin ku kujerên wan bên darizandin. 
 
Rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 696’an de jî bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê hate lidarxistin û wêneyên windakiriyan hatibû hilgirtin. 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Çayan Çîçek hate pirsîn ku dema ji dayik bûyî kor bû û di 19 saliya xwe de li Lice ya Amedê hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
Endama Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpêhatiya Çayan Çîçek xwend. Yildirim, da zanîn ku malbata Çîçek li gundê Dernekê yê Liceyê dijiyan û debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir. Bi domdarî Yildirim bi lêv kir ku di 10’ê gulana sala 1994’ an de leşkeran bi ser gund de girtin û şêniyên bi navên Ramazan Akyol, Fevzî Fîdantek, Mehmet Ozînekçî, Mehmet Demîr, Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek binçav kirin û wiha pê de çû: "Leşkeran kesên binçavkirî birin YÎBO ya Liceyê û li wan gelek îşkence hatin kirin. Ji xeynî Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek, hemû binçavkiriyên din hatin berdan. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Alî Îhsan û Tahsîn Çîçek nayên girtin.” 
 
’17 ROJ PIŞTRE LEŞKER DÎSA HATIN GUND’
 
Bi domdarî Yildirim da zanîn ku leşker 17 roj piştî binçavkirina şêniyên gund dîsa hatin gund û axaftina xwe wiha qedand: “Di 27’ê gulana sala 1994’an de kurê Tahsîn Çîçek ê bi navê Çayan Çîçek ku dema ji dayik bûyî kor bû, hate binçavkirin. Dapîra Çîçek, radihêje nasnameya neviyê xwe û diçe Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê. Li wir aqûbeta neviyê xwe dipirse. Leşker li nasnameya Çîçek dinihêrin û ji dapîra wî re dibêjin; ‘kesekî bi vî navî li vê dere nîne.’ Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Çayan Çîçek nayên girtin. Ji DGM’ê heta DMME’yê, malbatê serî li her derê da lê belê tu encamek jê derneket. DMME’yê ji bo Çayan Çîçek biryara ‘Delîleke ku hatiye binçavkirin tune ye’ da û dosya girt.”
 
Piştî daxuyaniyê jî beşdaran çalakiya rûniştinê li dar xist û çalaki bi dawî bû. 
 
ÊLIH

Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 533’yan de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cehdeya Gulistanê hatin ba hev. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatibû vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta îsa Gok ku di hezîrana sala 1994’an de li Êlihê hatibû windakirin, hate pirsîn. Di daxuyaniyê de serpêhatiya Gok hate xwendin. Piştre jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû. 

Sernavên din

11/06/2022
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN