Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin

  • rojane
  • 12:02 11 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Gelek rojnamevan, nivîskar û rewşenbîran li dijî 20 jê rojnameger 21 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin bang li rayagiştî ya Tirkiyeyê kirin û wiha gotin: “Em herkesê vedixwînin ku li dijî vê zexta desthilatê bibin xwedî helwest.”
 
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç jî di nav de 20 jê rojnamevan 21 kes di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de di 8’ê Hezîranê de hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirina rojnamevanan didomin.  
 
40 navên ku di nav de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan jî hebûn bertek nîşanî binçavkirinan da û bi serenavê “Em zexta desthilatê ya li dijî çapemeniyê şermezar dikin û herkese vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest!” daxuyaniyek weşandin. 
 
‘EM HERKESÊ VEDIXWÎNIN KU HELWESTEKÊ NÎŞAN BIDIN’
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qasî ku hilbijartin nêzîk dibe zextên li ser rojnamevanên kurd zede dibin û wiha hate gotin: “Em zexta desthilatê ya li dijî çapemeniyê şermezar dikin û herkese vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest. Pergala AKP’ê û MHP’ê qasî ku hilbijartin nêzîk dibe zextên xwe yên li ser rojnamevanên kurd zede dike. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê jî di nav de 21 rojnamevanên ji bilî nûçeçêkirinê tu sûcên wan nînin bi serdegirtinê hatin binçavkirin, bi saetan bi kelemçekirî hatin sekinandin. Ev yek ne tene binpêkirina azadiya çapemeniyê ya nebe nebe ya demokrasiyê nîne, tê wateya binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn.”
 
‘NÛÇE RAGIHANDINA LI ERDNÎGARIYA KURDAN TÊ ASTENGKIRIN’
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilat li dijî kesên rastiyan radigihînin nefreta xwe zêde dike û ev tişt hat gotin: “Dema bi qanûna medya dîjîtal re hate nirxandin armanca bingehîn ya vê zext û çavtirsandinan qasî astengkirina mafê agahî negirtina gel, bingeha planên deq û dolabên di hilbijartinê de bên kirin tê astengkirin. Bi taybetî tê armanckirin ku li erdnîgariya kurdan ragihandina nûçe û agahiyên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û hilbijartinê bên astengkirin. Di serî de bêdengiya mûxalefeta sereke, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî ya li dijî van zextan û weke her carê zext û zilma li dijî kurdan tê meşandin re nedîtî ve tên wê li wan vegere. Netew, bawerî û zimanî wî çi bibe bila bibe li dijî hewldanên li dijî rojnamevanan divê li ber xwe bidin û bertek nîşan bidin. Sibê wê mafê kesên îro bêdeng dibin yê gazinan wê nebe. Em zexta desthilatê ya li dijî çapemeniyê şermezar dikin û herkese vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest û piştgiriya hevalên me bikin.”
 
KESÊN NAVÊN WAN HENE
 
Navên kesên daxuyanî îmzekirine wiha ne: “Abdûllah Çetîn - Rojnamevan, Alî Çatakçin -Nivîskar, Alîn Ozanian-rojnamevan, Amberîn Zaman- Rojnamevan, Arîs Nalci-Rojnamevan, Ayşe Hur- Lêkolîner,Nivîskar , Ayşe Yildirim Rojnamevan, Can Dundar- Rojnamevan, Celal Başlangiç-Rojnamevan, Cengîz Aktar-Akademîsyen, Dunya Dogan-Hiqûqnas, Elîf Yildirim Nivîskar, Erdogan Aydin-Rojnamevan,nivîskar, Ergun Babahan-Rojnamevan, Erk Acarer-Rojnamevan, Erol Koroglû-Akademîsyen, Ertûgrûl Mavîoglû-Rojnamevan, Fûat Ateş-Rojnamevan, Hasan Tore-Siyasetmedar, Hayko Bagdat - Rojnamevan, Huseyîn Levent Koker-Akademîsyen, Îsmaîl Ozen-Sporvan, Latîfe Akyuz-Akademîsyen, Leyla Ûyar- Rojnamevan, Mahîr Sayin-Siyasetmedar, Mehmet Alî Çankaya- Berpirsyarê Rêxistinkirinê yê AABK’yê, Mûrat Çakir-Nivîskar, Neşe Ozgen-Akademîsyen, Nevra Akdemîr-Akademîsyen, Nîkos Michailidis-Akademîsyen, Ohannes Kiliçdagi-Akademîsyen, Osman Okkan- Rojnamevan, Ragip Dûran- Rojnamevan, Selîm Eskîîzmîrlîler- Akademîsyen, Şehbal Şenyûrt-Derhêner-Nivîskar, Tuncay Yilmaz- Siyasetmedar, Umît Kivanç- Rojnamevan, Yavûz Baydar- Rojnamevan, Yektan Turkyilmaz-Akademîsyen, Yîgît Aksakoglû - aktîvîstê rêxistinên civaka sivîl”
 
 

Sernavên din

11/06/2022
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN