Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e

  • rojane
  • 09:02 11 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Parêzerên ku li dijî qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin û wiha gotin: "Ji bo aştiya gelan çêbibe divê tecrîd bê şikandin." 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixin. 
 
Parêzerên ji KOmeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ku li dijî qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ji bo meşa 12'ê hezîranê bang kirin. Parêzeran destnîşan kir ku mifteya aştiyê di destê Ocalan de ye.
 
‘OCALAN MIFTEYA AŞTIYÊ YE'
 
Rêvebirê OHD a Şaxa Rihayê Serdar Tum jî destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji 25'ê adara 2021'ê ve didome û wiha got: "Ev tecrîda girankirî pêşiya guftûgoyên ji bo aştiyê û çareseriyê jî dixitmîne. Ocalan mifteya aştî û çareseriyê ye. Ji bo ev mifte karibe deriyan veke divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin. Ber bi Gemlîkê ve meş heye. Em hemû kesên demokrasîxwaz û aştîxwaz vedixwînin vê meşê. Ev meş ji bo gelan meşeke pir girîng e. Lewre Ocalan aştî û çareserî ye. Ev meş bi qasî ku karibe qufla aştiyê ya di navbera gelan de veke girîng e. Lewma divê tevahiya gelên Tirkiyeyê piştgiriya vê meşê bikin. Divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin." 
 
‘TECRÎD BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E'
 
Hevserokê Şaxa OHD'a Wanê Medenî Gur jî bertek nîşanî qedexekirina hevdîtinê da û îşaret bi Qanûna Înfazê ya Ceza ya Jimare 5275'an kir. Gur, bi domdarî ev tişt anî ziman: "Gava em li tecrîda li Îmraliyê mêze dikin, em leqayî pergaleke ku li tu girtîgehê tune ye tên. Zêdetirî salak e ne dikare hevdîtinê bi malabata xwe re bike ne jî bi parêzerên xwe re. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Ev bi qanûnên navneteweyî jî hatiye qedexekirin." 
 
‘JI BO GELAN GAVEKE GIRÎNG E'
 
Gur li ser girîngiya Meşa Gemlîkê jî sekinî û ev bang kir: "Meşa Gemlîkê ji ber vê pir girîng e; daxwazên di warê hiqûqî de esas nayên girtin. Û êdî çûna wir û mudaxileyek çêbibe. Ev etcrîd, tenê ne prisgirêka kesekî li wir e. Ev ne pirsgirêka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev, pirsgirêka tevahiya gel e. Dê ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek metropolên Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin. Ev dibe ku bibe gaveke li ser navê gelan. Ji lew re dê li Gemlîkê bigihên hev." 
 
Ji parêzerên Şaxa OHD'a Mêrdînê Lokman Emen jî destnîşan kir ku tecrîd dijî hiqûqê ye û got, ravekirina hiqûqa li Îmraliyê ne pêkan e. Emen, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li holê bêhiqûqîtiyeke pir mezin heye. Tiştekî ku ji bo kesekî tenê tê pêkanîn. Qanûneke ku ji bo şexsekî hatiye afirandin. Ev, bi awayekî pir aşkere dijî qanûnên Komara Tirkiyeyê ye. Mafê parêzeran e ku hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin. Her wiha mafê girtiyan e ku hem hevdîtinê bi parêzerên xwe hem jî bi malbata xwe re bikin. Komara Tirkiyeyê bi awayekî zelal qanûnên xwe binpê dike. Ji bo Tirkiye qanûnên xwe pêk bîne em bang dikin. Ji bo vê 775 parzeran îmze dan. Em dixwazin Komara Tirkiyeyê qanûnên xwe pêk bîne û hevdîtina bi parêzaran re bê pêkanîn." 
 
BANGAWAZÎ
 
Emen diyar kir ku ev meş mafê herî bingehîn e û axaftina xwe wiha qedand: "Gava rêvebir an jî desthilatdar qanûnan pêk neynin mafê herî bingehîn ê gel jî lidarxistina meşê ye. Ev mafekî bingehîn e. Û bi dengekî bingehîn ragihandina vî mafî ye. Îmza jî, meş jî parçeyek vê yekê ye. A rast ev peywira civakê ye jî. Tiştekî wisa tune ye ku dê desthilat tim tişta rast bike. Desthilatdar pirî caran ji çarçoveya hiqûqê derdikevin. Ji ber vê ev mafên bingehîn hene. Mirov divê ji bo vê hesas bibin. Divê tev li vê meşê bibin. Li holê bêhiqûqîtiyeke aşkere heye. Ji bo ev bêhiqûqîtî bê ziman wekî îmzeyê, divê ev meş jî bi dengekî bilind bê kirin da ku civak û desthilatdar bibihîse." 
 
MA / Eylem Akdag - Bêrîvan Kûtlû
 
 

Sernavên din

29/10/2022
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan