Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir

  • rojane
  • 16:21 9 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî binçavkirina rojnamevanan serdana piştevaniyê bo DFG’ê  kir. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û şandeya pê re têkildarî binçavkirina rojnamevanan ku duh li Amedê pêk hatibû, serdana piştevaniyê bo Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kir. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û edîtorên JINNEWS’ê pêşwazî li şandeya DBP’ê kirin. 
 
'TEHAMULÎ MEDYA KURDÎ NAKIN’ 
 
Hevserok Keskîn Bayindir di serdanê de axivî û destnîşan kir ku îktidara AKP-MHP’ê dixwaze hemû çapemeniyê bide pişt xwe û dixwaze împaratoriya medyayê ava bikin û li dijî vê ew di ferqa rola rojnamevanên ku nûçeyên azad ji gel re radigihînin de ne. Gelê me û saziyên me siyasî di ferqa wê yekê de ne ku hevalên me rojnamevan di nava têkoşînek çawa de ne. Dizanin ku heqîqetê di kîjan şertan de digihînin gel. Tevî zextên îktidarê jî hevalên me rojnamevan agahiyên azad û ramanên azad digihînin gel. Sedema vê êrişê ew e ku hê çapemeniya azad li ser pêya ye û tehamulî vê nakin. Di bin zextên ewqas giran ku li ser rojnamevanên kurd pêk tên ev rastî heye.” 
 
'EM LI CEM MEDYA KURDÎ NE’ 
 
Bayindir destnîşan kir ku DBP bi her awayî di her mercan de li ba xebatkarên medyaya kurdî ye û wiha got: “Em carek din dixwazin bêjin ku piştevaniya me ji bo medya kurdî û azad heye. Ji bo ku rojnamevaniya kurdî li pêş bikeve, çi ji destê me were em ê bikin. Rojnamevanên kurd roniya çavê me ne, em ji hevalên me re dibêjin derbasî be.” 
 
‘PIŞTEVANÎ DIKARÎ ZEXTAN RAWESTÎNE’ 
 
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu jî anî ziman ku tişta li ser rojnamevanan pêk tê antî demokratîk e û operasyona li ser rojnamevanan parçeyek ji êrişa li dijî kurdan e. Muftuoglu diyar kir ku salên dirêj in êrişên li ser medyaya kurdî berdewam dikin û ew ê tevî van zextan jî li ser rêça Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Hafiz Akdemîr bimeşin. Muftuoglu destnîşan kir ku çawa çapemeniya azad duh li ber xwe da û ew ê îro jî li ber xwe bidin û got: “Sekna me wê dewam bike. Em generalên biçûk ên Apê Mûsa ne û şagirtên wî ne. Em ê li ser rêça wî bimeşin. Em bi piştevaniyê dikarin pêşî liv an zextan bigirin.” 
 

Sernavên din

10/06/2022
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne