Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin

  • rojane
  • 15:41 31 Gulan 2022
  • |
img
ENQERE - Di Doza Kobanê de polisan xizmên girtiyan û kesên ku xwestin dozê bişopînin negirtin hundir û dîmenên parêzer û girtiyên ku bertek nîşanî heyeta dadgehê dan kişandin. 
 
Danişîna 13'emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarê têde tên darizandin di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome. Polis, cendirme û ji komên Şaxa Ewlehiya Enqerê li ber eywana danişînê hatin bicihkirin. Li gorî rojên borî hejmara polîsan hatiye zêdekirin û hêzên çevîk qorîdora danişînê bi mertalan têje kirine. Bi "biryara serokê dadgehê" destûr nehat dayîn ku xizmên girtiyan û kesên ku xwestin danişînê bişopînin bikevin eywana danişînê. Ji wan re hat gotin ku ji bo şopandinê eywaneke din hatiye vekirin. Şopîneran vê pêkanînê qebûl nekirin û neketin eywana ku ji wan re hatibû diyarkirin. 
 
BIRYARA GUHDARKIRINA ŞAHIDAN
 
Hejmareke zêde parêzer û parlamenterên HDP'ê danişînê şopandin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê hatin amadekirin lê siyasetmedarên din ên tên darizandin û li girtîgehên cûda tên girtin bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir û serokê dadgehê got ku wê şahid bên guhdarkirin. Parêzer Cahît Kirkazak li dijî vê mafê axaftinê girtin û got ku hemû parêzeran derbarê ewraq û belgenameyan de neaxivîne û daxwaza axaftina derbarê ewraq û belgenameyên çûne hatine de kir. 
 
SEROKÊ DADGEHÊ NEHIŞT PARÊZER BIAXIVIN
 
Serokê dadgehê bi biryareke navberê vê daxwaza parêzer Kirkazak red kir. 
 
Parêzer Rûken Gulagaci, bertek nîşanî biryara navberê ya serokê dadgehê da û got ku mafê darizandina adil a 108 siyasetmedaran tê binpêkirin û bi polisan re di heman paldankan de rûdinin. 
 
Serokê dadgehê axaftina Gulagaci birî, mîqrefona wê girt û axaftina wê asteng kir. Parêzeran bertek nîşanî vê helwesta serokê dadgehê da. 
 
POLISAN DÎMENÊ BERTEKA SIYASETMEDARAN KIŞAND
 
Rexmî van bertekan jî serokê dadgehê şahid Menderes Oner ji Çorûmê bi SEGBÎS tev li danişînê kir. Parêzerên ku mîqrefona wan hat girtin û destûr nehat dayîn biaxivîn deng derxistin. Serokê dadgehê ji parêzeran re got, 'Dengê xwe bilind nekin'. Rexmî berteka parêzeran jî serokê dadgehê ji şahid Oner re doznameyê vegot. 
 
Li ser vê parêzer û siyasetmedarên girtî rabûn piyan û bertek nîşanî heyeta dadgehê dan. Polisan vê bertekê kişandin. Parêzeran bertek nîşanî dîmen kişandin polisan jî da. Serokê dadgehê ji polisan pirsa ku kes dîmen kişandiye kir. 
 
Parêzeran li ser piya vê hwlesta heyeta dadgehê şermezar kir. 
 
'SIYASETMEDARAN JI ÇAPAMENIYÊ NAS DIKIM'
 
Şahid Oner, li ser pirsa derbarê siyasetmedarên kurd de got ku siyasetmedaran ji çapameniyê nas dike û dema pêvajoya serhildanên Kobanê de ne li herêmê bûye. 
 
Li ser pirsên derbarê KCD û PKK'ê de Oner got ku îfadeyên bi rengî nedaye polisan û ne xwedî agahî ye. 
 
Parêzer û siyasetmedar li dijî pirsên serokê dadgehê yên ji şahid Oner derketin û gotin ku dadgeh ji şahidê xwe re kompasê çêdike. 
 
SIYASETMEDARAN SEROKÊ DADGEHÊ VEXWENDIN WIJDAN
 
Di berdewamê de bi dorê Seroka Giştî ya berê ya DBP'ê Sebahata Tûncel, siyasetmedara Aynûr Aşan, Ayla Akat Ata, Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksedag jî li dijî hewlesta serokê dadgehê û pirsên ku ji şahid kirin derketin û bang li kirin ku bi wijdan û li gorî hiqûqê tev bigere. 
 
Li ser van îtîrazan serokê dadgehê biryara navberê da û îtîrazan re dkir û piştî guhdarkirina şahid ji bo saetekê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

01/06/2022
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin