Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim

  • rojane
  • 09:39 17 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Dayika Şirîn Tatli ya ku dewleta tirk hevjînê wê û PDK’ê jî birayê wê qetil kir wiha got: “Di dinyayê de ez ê wan efû nekim.” 
 
Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 26’ê Tîrmeha 2021’an de li nêzî gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê komek endamên HPG’ê dîl girti bû. Yek ji 3 endamên HPG’ê yê ku hatine dîl girtin jî Ayhan Tatli ye. Tevî hemû hewldanên malbata Tatli heta niha jî ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Ji her sê endaman 178 roj in agahî nayê girtin. Malbat bi mehane li benda agahiyekî ye. Lê herî dawî ji aliyê şêniyên herêmê ve hate ragihandin ku endamên HPG’ê hatine qetilkirin. 
 
Hevjînê xwîşka Tatli Şirîn Tatli (65), Ahmet Nas di sala 1992'an de li navçeya Hezexê ji aliyê dewletê ve bi 30 guleyan tê qetilkirin. Faîlên Nas ku cenazeyê wî bi guleyan perçe perçe bû, heta niha jî nehatine dîtin. Tatli piştî hevjînê wê hate qetilkirin, 4 zarokên xwe bi şert û mercên herî giran de mezin kirin. Wê demê zarokê Tatli yê ku herî mezin 10 salî bû. Tatli ya ku barekî giran kete ser milan, bi koçertiyê zarokên xwe mezin kirin. Dayik Tatli niha jî li bendê ye ku ji birayê xwe yê di destê PDK’ê de agahiyekî bigire. Bi ser kuştina hevjînê wê re 30 sal derbas bûn, lê birînên Tatli hêj jî nehatine kewandin. Tatli niha dixwaze ku ji birayê xwe agahiyekî bistîne. Tatli, têkildarî mijarê û serpêhatiyên xwe ji Ajansa me re axivî. 
 
‘HAT RAGIHANDIN KU HATINE KUŞTIN’ 
 
Tatli,diyar kir ku ew bi rojane hêviyê ne ku agahiyekî ji birayê xwe bistînin û wiha got: “Ez bixwe neçûm Başûr. Lê birayên min çûbûn. Dema ku çûn wir jî xwestine ku ji asayîşê agahî bigirin, lê tu agahî nedane wan. Piştî ku ji wir hatin hin rayedaran telefon kir û got ku ‘Sax in û di destê PDK’ê de ne’. Lê belê heta niha me tu agahî negirtin. Hewldanên me yên bidestxistina agahiyekî berdewam dikin. Lê em her carê jî dest vala vedigerin. Di van rojên dawî de jî gundiyên wê derê agahî dane û gotine, ‘Kuştine û li gund defin kirine’ Em nizanin ku aqûbeta wan çiye. Ji 3’yê Tebaxê heta niha winda ne. Hatibin kuştin, an jî hatibin girtin nizanin.”
 
‘DIXWAZIM AGAHIYEKÎ BIGIRIM’
 
Tatli, bertek nîşanî dijminatiya PDK'ê ya li dijî gelê kurd da û wiha berdewam kir: “Ev ne însanetiye. Em kurd in û xwîna me hemûyan yek e. Em wan kesên ku dibin sedemê birakujiyê şermezar dikin. Gelê xwe bi Erdogan re diguherîne. Em kurd in Erdogan kî ye? Erdogan êrişî herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Garê dike. Ma qey Xwedayê Barzanî tune ye, nabîne. Nabîne ku xwîna zarokên gelê wî tê rijandin. Yeke weke min dibîne. Ev 30 sal in ez mereq dikim ku faîlên hevjînê xwe bibînim. Divê ku mirov şerim bike. Dema ku Barzanî bi Erdogan re hevdîtin dike, em li vir diqehirin. Birayên min sax be, mirî be nizanim, dixwazim ku agahiyekê jê bigirim.”
 
‘EM NAXWAZIN KURD BIRAKUJIYÊ BIKIN’
 
Tatli, da zanîn ku hevjînê wê jî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qetilkirin û got: “Hevjînê min dema ku ji malê derketî hate qetilkirin. Ev 30 sal in ez li bendê me ku faîlên hevjînê min aşkere bibin. Birayê min jî ev saleke ji aliyê PDK’ê ve hatiye dilgirtin, kuşti bin girti bin nizanim. Dewleta tirk hevjînê min, Barzanî jî birayê min wenda kir. Di dinyayê de ez ê wan efû nekim. Lê belê em ji aşitiyê re amade ne. Em hevalên aştîxwazanin. Birayê min kuştibin jî dîsa em yêkitiyê dixwazin. Em naxwazin kurd birakujiyê bikin.”
 

Sernavên din

04/10/2022
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn
16:24 Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin
16:04 Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin
15:26 TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e
15:08 Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e
14:52 Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin
14:38 Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin
14:28 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
14:10 Li Qoserê meşek dê were lidarxistin
13:40 Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin
13:25 Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin
13:03 Doza SES’ê dest pê kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:42 'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’
12:23 Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
12:00 Qeydên atolyeya muzîkê dê di 15’ê cotmehê de bi dawî dibin
11:36 Jin bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ konferansê li dar dixin
11:36 Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin
11:30 HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin
11:19 Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
11:07 Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e
10:37 Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
10:33 Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê
10:15 Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû
09:56 Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN
02/10/2022
23:23 Ji jinên li Enqereyê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan
21:59 ‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’
20:29 Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
18:28 Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir
18:14 Kaya careke din bû serokê DTSO'yê
16:27 'Em ê têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê'
15:47 Polisan li nûçegîhanê me Yalçin dan
14:49 HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be