Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin

img
ŞIRNEX -  Xelkê navçeya Cizîrê diyar kirin ku êrişên li dijî HDP'ê xetimandina îktidarê ye û gotin: "Ew çiqasî êriş bikin em ewqasî bi hêz dibin. Em kurd in û natirsin." 
 
Di 5'ê adarê de li dijî Navenda Giştî ya Partiya Demokratî a Gelan (HDP) êriş û provaksyona  polîsan û gefa kuştinê ya li Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran hat xwarin. Li dijî vê êrişa HDP'ê bertek û hêrsa xelkê jî berdewam dike û zêdetir dibe. Welatiyên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bertek nîşanî êrişên li ser HDP'ê dan û gotin êriş dê nikaribin dengê HDP'ê qut bike. 
 
'DIXWAZIN EMRÊ ÎKTIDARA XWE ZÊDE BIKIN’ 
 
Ji welatiyan Bîlal Aydemîr anî ziman ku HDP ji ber ku doza rastiyê dike ji ber wê her carê dibe armanca êrişan û got: "Em van êrişên li ser HDP'ê şermezar dikin. Dewleta tirk bi salan e li ser gelê kurd û HDP'ê êrişan dike. Divê ku gelê kurd helwesta xwe bi awayeke eşkere nîşanî van êrişan bide. Tayîp Erdogan ji bo ku îktidara xwe bidomîne van êrişan dike. Bi van êrişan dixwaze ku îktidara xwe ya heyî bi hêztir bike. Hebûna xwe bi van êrişan didomîne. Dengê wan kêm dibe û êriş dikin. Ji bo ku reyê xwe zêde bike van êrişan didomîne. HDP partiya gelan e. HDP partiya me hemûyan e. Di nav vê partiyê de kurd, tirk,çerkez, laz û her gelek heye. Ji ber ku HDP ji hemû netewan re demokrasiyê dixwaze ji ber wê her diçe êrişên xwe zêde dikin. Ji bo ku naxwazin demokrasî pêş bikeve ji ber wê jî HDP dikin armanca xwe. Çareseriya vî şerî û aloziyan HDP ye. Danûstandinên bi HDP'ê re wê van pirsgirêkan hemûyan çareser bike. Girtin û êrişên li dijî HDP’ê ne çareserî ye. HDP biçe wê şûna wê yeke din bê avakirin. Em tu caran ne bê çareserî ne." 
 
'ÇIQAS ÊRIŞ BIKIN EM EWQAS XURT DIBIN’ 
 
Welatiyê bi navê Beşîr Dogan jî diyar kir ku êriş çiqasî zêde bibin ew ewqasî bi hêz dibin û wiha axivî: "HDP partiyeke rast e. HDP mafê her kesî diparêze. Ji ber wê jî jê hez nakin. Weleh çiqasî êriş bikin em ewqasî bêtir bi hêz dibin. HDP bigirin jî em ê dîsa dengê xwe bidinê. HDP ferq û cudahî nake. Lê AKP û ên dîtir ne welê ne. Qanûn û qîmeta ji bo AKP’ê li vî welatî çi be, ji bo HDP’ê jî divê ew hebe. Pergala îktidarên Tirkiyeyê li ser tunekirina kurdan hatiye avakirin. Ji zarokan heta mezinan her neferek kurd wek neyar dibînin. Niha em ji wan bêtir mafê Tirkiyeyê diparêzin. Niha HDP'ê bigirin jî em ê yeke din vekin. HDP bigirin jî em ê dengê xwe nedin wan. Ji ber ku HDP neheqiyê qebûl nake lewma êrişan li dijî wê pêk tînin. Em wekheviyê dixwazin. Çiqasî mafê wan hebe ewqasî mafê me jî heye. Li vî welatî her tişt ji bo AKP’ê rewa tê dîtin.” 
 
'XEBATA HDP’Ê LI ZORA WAN DIÇE’ 
 
Yek ji welatiyên ku bertek nîşanî êrişan da jî ciwanê bi navê Hesen Baydemîr e û bi lêv kir ku êdî kes nikare li gorî dilê xwe biaxive û ev tişt got: "Em ê ji bilî HDP dengê xwe nedin tu partiyê din. Em nikarin biaxivin. Heke ku em biaxivin wê sibê li ser malê de bigirin. Êdî mirov nikarin fikrên xwe bi azadî bînin ziman. Heke kurd di nava xwe de nebin tifaq em ê nikaribin li hemberî van êrişan bisekinin. HDP partiya me ye. Ji ber ku bi hêza HDP’ê nikarin lewma her car êrişî wê dikin. Bi êriş û gefan nikarin têkoşîna HDP’ê bidin sekinandin. Xebat û têkoşîna HDP’ê li zora wan diçe. Ew bigirin jî em ê dîsa vekin. Ew bi me nikarin.” 
 
'EM VÊ ZILMÊ NAXWAZIN’ 
 
Ji welatiyan Cevher Ruvanas jî da zanîn ku kurdbûyin ne sûc e û got: "Li her derê li dijî gelê kurd êrişên faşîstan zêde bûne. Em jî weke her kesî mafê xwe dixwazin. Xwedê em kurd dayine. Em jî vê zilmê naxwazin. Ev der warê kurdan e. Dema ku yekê tirk tê vê derê. Em rêz û hûrmetê jê re digirin. Lê tirkên ku li metropalan heman tiştî nakin. Bikaribin wê her tiştekî bikin. Ew tu caran kurdan weke bira nabînin. Lê em tevî hemû van kirinan jî em dibêjin em bira ne.”
 
'ÊRIŞ BI FERMANA SOYLU PÊK TÊN’ 
 
Mustafa Ecevît jî anî ziman ku êriş bi fermana rayedarên îktidarê pêk hatiye û wiha got: “Em vê êrişî şermezar dikin. Dewletek radibe bi polîsên xwe ve diçin ser partiyekê. Ew partiyeke siyasî ye. Ma çi mafê wan heye ku vî tiştî dikin. HDP partiya gelê kurd e. Nêzikî 6 mîlyon kes dengê xwe didin wê partiyê. Mafê tu kesî tune ye ku biçin ser binaya wê partiyê. Em vê qebûl nakin. Em dibêjin bila aştî hebe. Lê ew vê qebûl nakin. Bi van êrişan pêşiyê li aştiyê digirin û dixwazin çavê gel bitirsînin. Kesek nikare tiştek bibêje. HDP partiya rûmetê ye. Heta ku em hebin em ê dengê xwe bidin HDP’ê. Ev êriş bi fermana Suleyman Soylu pêk hat. Eşkere dibêjin ‘em we qebûl nakin’. Kurdan wek welatiyên vî welatî nabînin.” 
 
'HDP TEMSÎLIYETA AŞTYÊ YE' 
 
Ji welatiyan Hediye Toprak jî diyar kir ku bi van êrişan HDP'ê îlagalîze dikin û wiha nêrazîbûna xwe anî ziman: "Neheqiyê li me û partiya me dikin. Em her tim bindest in. HDP temsiliyeta aştiyê ye. HDP'ê tiştek nekiriye. Kî neheqiyê bike xwedê ji wan re nehêle. Ji ber ku partiya me partiya kurdan e, her carê êrişî partiya me dikin."
 
'TAYÎP ÇI BIXWAZE WÊ DIKIN' 
 
Yek ji welatiyan Huseyîn Papu jî wiha bertek nîşanî êrişên li dijî HDP’ê da: "Bi salan e li ser me ev êriş hene. Tayîp Erdogan çi bixwaze wê dike. Bi van êrişan dixwazin ku bigirin. Heke ku HDP hevalê AKP'ê bûya wê îro van êrişan nekira. Armanca êrişan eşkere ye. Lê em ê qebûl nekin." 
 
'EM NATIRSIN' 
 
Welatiyê ku nexwest navê xwe bide jî bi lêv kir ku ev ne care yekeme ku êrişî HDP’ê dikin û got: "Em wan û şirîkên wê êrişê şermezar dikin. Sala ku li ser me êriş tune ne heye? Ji salên 90'î heta niha êriş li ser partiya me berdewam dikin. Heman êriş di dewrê de ne. Tiştek ku hatibe guhertin tune ye. Em kurd in ji wan û êrişên wan natirsin. Em kêm nabin. Ma dibe ku giya li erdê xelas bibe?" 
 

Sernavên din

12/05/2022
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan