Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin

img
ŞIRNEX - Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, di nobeta jiyanê de bang kir û ev tişt got: "Banga me ji hemû sazî û dezgehan re ev e; werin em dawî li şer û mirinan bînin.”    
 
Tirkiyeyê, di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê, ji hewayî û bejahiyê ve êrişeke mezin da destpêkirin. Li dijî vî şerê ku hatiye destpêkirin, rêxistinên HDP'ê yên navçe û navenda Şirnexê roja cejnê “Li dijî şer nobeta jiyanê” dan destpêkirin. Nobeta ku duh li navend û hemû navçeyên Şirnexê hat girtin, îro tenê li navenda Şirnexê li avahiya HDP'ê ya Bajar bi awayekî girseyî hat girtin. 
 
Parlementerên HDP’ê yê bajêr Nûran Îmîr, Hasan Ozgûneş, Hûseyîn Kaçmaz, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û navenda Şirnexê, aktivîstên TJA’yê, hevşaredarên Silopyayê, Cizîr û Hezexê, nûnerên KESK'ê yên bajar û gelek welatî tev li nobetê bûn. Di nobetê de pankarta ku gotina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû kuştin "Me li ber xwe da û çok nedanî bi me serbilind bin" , "Tecrît sucê mirovahiyê ye" , "Em HDP’yî ne ber bi serkeftinê ve dimeşin" û " Em HDP’yî ne li her derê ne" hatin daliqandin.
 
'SEDSALA SERKEFTINÊ' 
 
Çalakiya nobetê, bi klamên dayikan dest pê kir û bi dirûşmeyên “Berxwedan jiyane” berdewam kir. Di çalakiyê de welatiyan pêvajo nirxand û daxwaz kirin ku şerê hatiye destpêkirin bi dawî bibe û banga bidawîkirina îxanetê li PDK'ê kirin. Nobet heta saet 17.00'an berdewam kir. Berî ku nobet bi dawî bibe HDP’iyan li ber avahiya HDP’ê ya Bajar daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdûllah Gûngen axivî. Gûngen, diyar kir ku li dijî şerê navxweyî pêwistî bi tifaqiyê heye û wiha got:” Îro roj roja tifaqa gelê kurd e. Heger li Rojhilata Navîn yêkitiya gelan neyê avakirin wê jiyaneke nû neyê avakirin. Heger ku yêkitiya me tunebe wê azadî jî nebe. Em hêvî dikin ku sedsala 21’emîn bibe sedsala serkeftina gelê kurd. Divê em li dijî şer bibin yek.”
 
‘WERIN EM AŞTIYÊ PÊK BÎNIN'
 
Piştre Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî. Ozgûneş jî anî ziman ku şerê heyî zirarê dide deskeftiyên gelê kurd û wiha got:” Keremkin werin li şûna şer aştiyê pêk bînin. Şûna ku li ser sînoran şer bikin, bila mîna Ewropayê vekin. Dewlemendiyên Rojhilata Navîn bixin xîzmeta gelan. Em li dijî şer û mirinê ne. Li hemberî her cûreyê şer û pevçûnan em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Banga me li hemû sazî û dezgehan re ev; Werin em dawî li şer û mirinan bînin. Werin em bibin leşkerên aştiyê. Werin em bi hev li dijî şer bisekinin. An em ê bi ser bikevin an em ê bi serbikevin.”
 
‘WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN’
 
Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr jî destnîşan kir ku ew ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: "Bi salan e bedelên mezin li ser axa me tên dayîn. Weke gelê Botanê em li dijî vî şerî li ber xwe didin. Em wek partî û wek gel li dijî şer in. Têkoşîna me ya li dijî şer wê bidome. Ji bo parastina jiyanê em ê bi çalakiyên cuda nobeta jiyanê bidomînin."
 
Nobet bi dirûşmeyên "Jin şer naxwazin" bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

10/05/2022
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin