Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin

  • rojane
  • 11:19 27 Nîsan 2022
  • |
img
RIHA - Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl bal kişand ser êrişên Şengalê yên artêşa Iraqê û diyar kir ku êrişan weke dorpêça li ser Rojava dibînin û hewldanên Iraqê ji nêz ve dişopînin. 
 
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, di demeke ku Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li ser Başûrê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrişên dijwar pêk tîne de li ser liv û tevgera leşkerî ya arteşa Iraqê ya li Şengalê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re (ANHA) nirxandinên girîng kir.
 
Xelîl, anî ziman ku piştî dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê aşkere kirin û destnîşan kir ku li ser gelek herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji 17’ê Nîsanê ve roj tune ku bombebaran û êriş çênebin. Xelîl, bilêv kir ku li hemberî van êrişan daxûyaniyên gelek rayedarên Iraqê çêbûn, helwestên saziyên fermî yên Iraqê derketin, weke nenaskirina serweriya Iraqê hate binavkirin û diyar kirin ku qebûl nakin.
 
‘EM REWŞÊ JI NEZ VE DIŞOPÎNIN’
 
Aldar Xelîl tevî van helwestan jî di vê demê de êrişên arteşa Iraqê yên li ser Şengalê balkeş dîtin û wiha got: “Di demeke ku dagirkeriya Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê êrişeke bi vî rengî dimeşîne de, tevî ku li Iraqê serokomar û hikumet nehatiye hilbijartin, di vê valatiyê de Kazimî tevgerek da çêkirin û berê arteşê da Şengalê. Em vê rewşê dişopînin û dixwazin nas bikin, ev çi mesele ye. Cihê ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û xiyaneta PDK’ê helwest deynin, ew jî di vê demê de êrişî Şengalê dikin. Jixwe berê li Şengalê 74 ferman çêbûne. Gelo dixwazin fermaneke din li ser van fermanan zêde bikin. Gelo bersiva ku bidin dagirkeriya Tirkiyê ku êrişî welatê wan dike dê bi vî rengî be. Di demeke wisa de êrişbirina ser hêzeke ku gelê Şengalê li dijî fermanê parastine û hiştine ku gel bi ewlehî vegere cihê xwe çiqasî rast e? Di demeke wisa de êrişeke bi vî rengî wê çiqasî bikeve xizmeta Iraqê?”
 
‘EM VÊ YEKÊ WEKE DORPÊÇEKE LI SER ROJAVA DIBÎNIN’
 
Aldar Xelîl her wiha bi van gotinan metirsî û xeteriyên ku ev rewş derdixe holê anîn ziman: “Em di wê baweriyê de ne ku ev êrişên arteşa Iraqê ku li ser Şengalê pêk tên hem xeteriya dubarekirina fermanan li ser gelê Şengalê, hem jî metirsiyan li ser gelê Rojava çêdike. Em jî weke gelê Rojava vê meselê bi metirsî dişopînin. Di vê demê de hem dagirkeriya Tirkiyê aliyekî ve êrişî Bakûrê Sûriyê dike û hem PDK’ê li gel dagirkeriya Tirkiyê êriş û dorpêçan pêş dixe; dema ku arteşa Iraqê jî aliyekî ve ev êriş pêş xistin em jî vê weke dorpêçeke li ser Rojava dibînin û neçar in hesabê xwe bikin û hinek tedbîran bigrin. Hê jî em dixwazin vê rewşê fêm bikin, hêvî û bendewariya me ji hikumeta Iraqê ne bi vî rengî ye. Divê hikumeta Iraqê ji bo parastina welatê xwe seferber bibe; cihê hêzên xwe dişîne Şengalê divê berê wan bida herêmên ku dewleta tirk dagir kirine. Divê ji dewleta tirk re bibêje ‘êdî bes e.’ Cihê ku vê bike berê artêşa xwe dayîna Şengalê cihê gûmanan e û metirsiyan li ser gelê me yê Rojava jî çêdike. Dê ev yek li herêmê bibe sedema gelek tevlîheviyan.”
 
‘KAZIMÎ DIXWAZE PEYAMEKÊ BIDE’
 
Aldar Xelîl, bi van gotinan bal kişand ser îtîfaq û dorpêça li ser Kurdistanê û bi bangawaziya hûkimeta Iraqê re dawî li axaftinên xwe anî: “Beriya vê di navbera Şengal û Rojava de dîwar hate lêkirin. Niha jî hêza xwe li Şengalê kom dikin û hewldana kesayetekî nêzikî PDK’ê ku li Şengalê erkdar bikin, heye. Jixwe tirk li her cihê Rojava dorpêç dikin. Gelo hûkimeta Kazimî jî dixwaze di vê dorpêçe de roleke mezintir bilîze, dixwazin peyamekê bidin tirkan, gelo bi dagirkeriya Tirkiyê û PDK’ê re tifaqek çêkirine? Mesele çi ye, em nizanin. Mijareke balkêş e, cihê nirxandinê ye, li ser sekinandinek pêwîst dike. Ji ber vê divê hikumeta Iraqê, bi taybetî jî gelê Iraqê van mijaran hemûyan li ber çavan derbas bikin.”

Sernavên din

27/04/2022
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin