Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye

  • rojane
  • 15:58 26 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz di Nobeta Edaletê de diyar kir ku ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye û wiha got: “Heta ku hemû girtiyên nexweş têne berdan em ê piştgiriyê bidin Nobeta Edaletê.” 
 
Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatên girtiyan çalakiya îro li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de li gel malbatên girtiyan her wiha endamên Malbatên Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Hevserokên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) ên Amedê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û rêxistina bajêr, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag û rêxistinên bajêr û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker, Hevseroka OHD'a Amedê Ozum Vurgun û endamên komele û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî nobedê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de yek ji xizmên girtiyan Reşahat Ada axivî û bal kişand ser meha Remezanê û mebesta ji Nobeta Edaletê. Ada, diyar kir ku zarokên wan di di girtîgehan de di bin zilm û zoriyê de ne û wiha got: “Her roj rastî tundî û îşkenceyê tên. Înfazên girtiyên ku ev 20-30 sal in di girtîgehê de ne tên şewitandin. Bila rayedar dengê me bibihîsin û darbestên bixwîn ji gîrtîgehan dernekevin.” 
 
'ME BI TENÊ NEHÊLIN'
 
Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî banga piştevaniyê li hemû kesî kir û wiha domand: “Bila dengê me were bihîstin û me bi tenê nehêlin. Ger sepana kontrola edlî bikeve meriyetê, hem girtiyên nexweş dê derfetê bibînin ku werin dermankirin û hem jî dê di cejnê de malbatên xwe bibînin.” Piştî Guler, Nazîme Boltan axivî, bertek nîşanî Wezareta Edaletê da û bang li hemû rayedaran kir ku edaletê bi cih bînin.
 
‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE’
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP'ê Saliha Aydenîz jî diyar kir ku kesên daxwaza azadî, wekhevî û aştiyê dikirin hatine girtin. Aydenîz, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Nobeta Edaletê ya ku dest pê kiriye hem hiqûqî ye hem jî exlaqî ye. Daxwazên girtiyan, di heman demê de daxwazên me jî ne. Lê ne exlaq, ne hiqûq û ne jî edalet li dora vê îqtîdarê ma ye. Li girtîgehan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Heta ku daxwazên malbatan pêk tên û di şexsê Aysel Tugluk de hemû girtî tên berdan em ê piştgirî û alîkariyê bidin Nobeta Edaletê.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 

Sernavên din

15/09/2022
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
09:00 Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
09:00 SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN
13/09/2022
19:50 Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
19:08 Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin
17:38 Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî!
17:32 Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
17:07 Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê!
16:54 Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin
16:47 WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
16:45 Tirkiyeyê kolberek qetil kir
16:26 YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye
16:19 Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne
16:12 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin
15:33 Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin
15:32 Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
15:09 Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin
15:01 Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
14:52 Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin
14:47 Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
14:33 Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin
14:05 Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake
13:55 ÎSÎG: Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:44 Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
13:35 Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest
13:28 Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:04 Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin
12:53 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin
12:39 Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’
12:38 ‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn
10:20 Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye