Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin

  • rojane
  • 12:41 26 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Parêzerên Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bi sedema biryara DMME’yê xwestin ku doza derheqê Beştaş de hatiye vekirin were betalkirin. Lê şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir. 
 
Piştî biryara demkî ya Qanûna Bingehîn, rêya rakirina parêzbendiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û darizandina wan hate vekirin. Bi vê biryarê re derheqê Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş de bi hinceta civîn û axaftinên wê yên beriya biryara Qanûna Bingehîn, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Beştaş îro li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Beştaş beşdarî danişînê nebû lê parêzerên wê Mesût Beştaş û Mehdî Ozdemîr di danişînê de amade bûn. 
 
Dozgeriyê xwest ku heke daxwazeke cuda ya ku li dosyayê were zêdekirin nebe, ji bo amadekirina mutalaayê bila tevahiya dosyayê jê re were şandin. 
 
‘DIVÊ DARIZANDIN BI DAWÎ BIBE’
 
Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku guherîna di xala 20’emîn a Qanûna Bingehîn de hatiye kirin ku rê li ber darizandinê vekir, di 20’ê gulana sala 2016’an de ketiye meriyetê û wiha got: “Tevî ku parêzbendiya miwekîla min hebû jî bi hinceta xala 20’emîn doz hate domandin. Di encama îtîrazên me de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate dayîn. DMME’yê jî derheqê Encû û yên din de biryara binpêkirinê da. Ji ber biryara binpêkirinê ya DMME’yê, rakirina parêzbendiya miwekîla min a bi sedema wê xala demkî, weke binpêkirin hate tespîtkirin. Lewma em dixwazin ku di zûtirin demê de ev darizandin bi dawî bibe û doz were betalkirin.” 
 
XWEST KU DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN 
 
Parêzer Mesût Beştaş jî diyar kir ku encamên xala 20’emîn rê li ber vedike zelal nînin lewma ne di asta qanûnê de ye û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê jî em dixwazin ku daxwazên me werin qebûlkirin. Me biryara mînak a Enîs Berberoglu jî pêşkeşî we kiribû. Li gorî vê, kesek dema careke din hate hilbijartin, mafê parêzbendiyê dîsa bi dest dixe. Lewma jî li gorî qanûnan nikare were darizandin. Em dixwazin ku ev xal neyê paşguhkirin.” 
 
DOZ HATE TALOQKIRIN 
 
Şandeyê dadgehê xwest ku ji bo 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê müzekkere were nivîsandin û bên agahdarkirin bê ka Beştaş di kîjan dîrokê de weke gumanbar hatiye dîtin û bi kîjan sedemê derheqê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her wiha şandeyê biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozgeriyê re were şandin û daxwaza betalkirina dozê jî red kir. 
 
Şandeya dadgehê danişîna dozê taloqî 27’ê cotmehê kir. 
 

Sernavên din

28/04/2022
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’