Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye

  • rojane
  • 09:16 24 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Dr. Haşim Zebarî destnîşan kir ku bi vî şerî armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina stuya Kurdistanê ye û got, rabûna li ber van êrişên bi hevkariya PDK'ê erkeke neteweyî ye. 
 
Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê hem ji hewayê ve hem jî ji bejahiyê ve şerekî mezin û dorfireh da destpêkirin. Di heman wextê de artêşa Iraqê jî êriş biribû ser Asayişa Êzidxanê.
 
Li Herêma Kurdistana Federe êrişên bi tevkariya PDK'ê didomin. Ev êriş li bara gelek kesan bûn cihê bertekên mezin. Rojnamevan, nivskar û akademîsyen jî di nav de 34 kesan li dijî vî şerî daxuyaniyek dabû û bang kiribûn ku demildest divê ev êriş bên sekinandin. Ji van kesan yek jê akademîsyen Dr. Haşîm Zebarî bû. Zebarî, êrişên dawî û helwesta PDK'ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
PLANA ZINDÎKIRINA 'XEWNA OSMANÎ'
 
Akademîsyen Zebarî, bi lêv kir ku Tirkiye dixwaze sûd ji aloziya heyî bigire û wiha axivî: "Bêgûman aşkere bû ku peymanên PDK'ê yên aborî, neftê û enerjîyê bi rejîma Erdogan re hene. Ji ber ku naxwazin têkilî û peymanên xwe yên aborî yên bi Erdogan re qut bikin, li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê xwe bêdeng dikin. Ji ber vê yekê jî peymana neftê ya 50'î salî bi Tirkiyeyê re îmze kir. Peymaneke stratejîk di navbera her du aliyan de çêbû. Ji bilî peymanên aboriyê di navbera her du aliyan de têkiliyên taybet hene. Armanc dikin ku hêzeke mezin a Tirkiyeyê li herêmê bi cih bikin. Heger gelê herêmê bixwaze dikare vê rejîmê hilweşîne. Heta niha PDK'ê helwesteke netewî nîşan nedaye. Dewleta Tirkiyeyê jî dixwaze sûdê ji vê bigire. Li Kerkûk, Mûsil, plana Tirkiyeyê ya zindîkirina xewnên Osmaniyan heye. Ev operasyon bi erêkirina PDK'ê pêk hat û ev jî nayê înkarkirin. " 
 
GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ
 
Zebarî, plan û armancên Tirkiyeyê destnîşan kirin û got, Tirkiye bi planeke mezin dest bi vê operasyonê kiriye û wiha domand: "Di navbera Tirkiyeyê û PDK'ê de rêkeftineke stratejik heye. Erdogan Hewlêr û Behdînanê weke Qibrisa duyem pênase dike. Ji ber vê yekê jî ev hevkarîyeke leşkerî û aborî ye. Ji ber wê tu tevgereke leşkerî ya Tirkiyeyê bêyî PDK'ê pêk nayê. Xuya ye ku tenê armanca Tirkiyeyê ne PKK ye, tunekirina tevgera Herêma Kurdistanê ye. Erdogan ji bo berdewamkirina îqtîdara xwe û statûya Tirkiyeyê di nav hewledanan de ye. Ji bona wê îro dagirkirina Kurdistanê berdewamiya plana Efrîn, Serêkanî, Girêspî ye. Ew dixwazin ku ji Efrînê heta Qendîlê dagir bikin. Li herêma Başûrê Kurdistanê jî ji Heftanînê bigirin heta digihîje Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê li van deran nîzameke leşkerî bi cih bikin. Heger asayîşa netewî li cem Tirkiyeyê cih bigire wê çêbibe û dê ew xewna Tirkiyeyê pêk bê. Metirsiya vê ne tenê tunekirina PKK'ê ye, wê li wan deran hikumiya Tirkiyeyê berfireh bibe. Îhtîmal heye ku li wan devaran tirkmenan, DAIŞ'iyan bi cih bikin. Cihên ku hatine dagirkirin ev hêz niha di çalakiyan de ne. Yek armanc heye ew jî tunekirina statuya Kurdistanê ye. Ji bo vê jî di nav hewledanên gelek mezin de ye.Yek ji van hewledanan jî di nava partiyên kurdan de nakokiyan derdixe. Heta ku di navbera YNK'ê û PDK'ê de jî van nakokayin çêdike. Dixwaze ku YNK'ê jî bike bin bandora xwe. Lê YNK nakeve nava van polîtîkayên wan ên qirêj."
 
'HEDEF JIHOLÊRAKIRINA STATÛYA KURDISTANÊ YE' 
 
Zebarî, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Tirkiye dixwaze bi vî awayî dijminatiya wê ya bi sedan salan encam bigire û got: "Tu kurd naxwaze ku PDK bibe alîyek. Heta niha PKK'ê jî û saziyên kurdan ên dîtir jî daxwaz dikin ku PDK nekeve kemîna Tirkiyeyê. PDK nikare helwesteke cidî nîşan bide. Em niha bixwazin û nexwazin jî PDK bûye aliyek. Wê ev operasyon bibe sedema biçûkbûna PDK'ê. Bi taybetî jî dê li wan cihên ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze lê bi cih bibe, têk biçe. Hejmara PDK'ê ku bêtir li aliyê Behdînan û Duhokê heye wê kêm bibe. PDK bi destê xwe xwe qels dike. Ji ber wê yekê jî pêwîst e ku PDK û kesên piştgiriyê didinê vê qebûl nekin. Qebûl bikin wê zirareke siyasî û dîrokî bikin. Rastiyek heye ku Tirkiye li çar perçeyan jî kurdan qebûl nake. Tirkiye weke dewleteke faşîst bi dijminane tevdigere. Lewre heger îro hebûna kurdan li Amerîka Latinî jî hebe, li Afrîka jî hebe wê biçe li wir jî mudexele bike. Ji ber wê naxwaze li tu deran statuyek kurdan hebe. Divê kurd ji dîrokê ders bigirin. Ev sedsal in Tirkiye dijminahiya kurdan dike. Divê her kes bizanibe hedef ne PKK'ye, hedef jiholêrakirina statuya Kurdistanê ye. Lewre wê her kurdek zirarê bibîne. Kî çavê xwe li ber van hewledanên dagirkeriyê bigire wê hesab bide. "
 
BANGAWAZÎ
 
Zebarî, bi lêv kir ku rabûna li hemberî van operasyonan erkeke neteweyî ye û bang kir: "Îro berpirsyarîyeke mezin dikeve ser milê her nivîskar, akademîsyen, hunermend û her rewşenbîrekî ku li hemberî vê bisekinin. Divê li her çar perçeyan jî em xwedî helwest bin. Malbata Barzanî tenê li berjewendiyên xwe yên binemalî difikire. Lewre niha li gel rejîma Erdogan in. Ji ber wê jî niha li herêmê aloziyeke aborî heye. Ji xeynî vê li herêmê girtin û îşkence heye. Li herêmê daxwaza azadiyê hatiye bêdengkirin. Gelê Başûr ji vê desthilatdariyê aciz e. Ev kesên ku îro li dijî gelê xwe dijminahiyê dikin wê weke xiyanet derbasî rûpelên dîrokê bibin. Em bang li pêşmergeyên welatparêz dikin ku bi sekna xwe ya neteweyî li dijî vê întîxarê bisekinin. Hêzên Pêşmerge naxwazin berê çeka xwe bidin sînga gerîla. Ev tişteke girîng e. Heger em sekneke neteweyî nîşan nedin wê zirareke mezin bigihê me hemûyan." 

Sernavên din

27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin