Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin

  • rojane
  • 09:03 24 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Rîham Hesen anî ziman ku li dijî êrişeke gengaz e ew ji parastina civaka êzdî re amade ne û got: "Em îradeya gel in. Em ji parastina civaka xwe re amade ne." 
 
Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên bi ser Herêma Kurdistanê ve ji hewayî û bejahiyê ve êrişan da destpêkirin. Şerê ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê kirin, bi dijwarî didome. Di heman rojê de artêşa Iraqê jî li dijî nuqteyên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê yên li Şengalê êrişeke mezin da destpêkirin. Êrişên ku beriya cejna pîroz a êzdiyan Çarşema Sor dest pê kir, çend rojan berdewam kir. Derbarê êrişên ku bi hevkariya PDK'ê hatine destpêkirin de Hevseroka Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Rîham Hesen û Rêveberê Meclîsê Heso Îbrahîm ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. 
 
'ÊRIŞÊ FERMANA 2014'AN ANÎ BÎRA ME' 
 
Hevseroka Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Rîham Hesen, anî ziman ku êrişa artêşa Iraqê êrişek bi plankirî bû û wiha got: "Piştî ku di navbera PDK'ê û Tirkiyeyê de tifaqî çêbû hikûmeta Iraqê ya navendî êrişî li ser Şengalê kir. Yekem hedefa wan bû Asayîşa Êzidxan. Xwestin ku di êrişa ewil de Asayîşê ji holê rakin. Lê Asayîşê jî bersiva xwe da û bi helwest nêzîk bûn. Heger ku bi di navbera xwe de yekbûna û wisa êriş bikirina wê ev êrişa wan encam bigirta. Bi taybetî jî di êvara cejnê de êrişe wiha nayê qebûlkirin. Bi rojeke wiha pîroz de êriş kirin fermana 2014'an anî bîra me. Çimkî wî wextî jî êvara cejnê êriş li Şengalê kirin. Arteşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi vê êrişa xwe ferman careke din anî bîra civaka Êzidî.Lê asayîşê helwest nîşanî vê êrişê da û berxwe da û Asayîşa Êzîdxan teslîmî wan nekirin." 
 
'CIVAKA ÊZDÎ BO PARASTINÊ AMADE YE' 
 
Hesen, anî ziman ku li dijî her êrişekî civaka êzdî amade ye xwe ku biparêz e û wê êzdî li dijî êrişan bi berxwedanê bersiv bide û wiha axivî: “Piştî ku di navbera her du aliyan de hevdîtin pêk hatin şer hat sekinandin. Lê dîsa jî şervanên YBŞ û YJŞ'ê di cihê xwe de ne. Niha bêdengî heye. Lê belê hevkariya PDK'ê û Tirkiyeyê ya bi Iraqê re heye, em nikarin bibêjin ku şer çênabe. Dixwazin Peymana 9'ê Cotmehê bi vê tifaqiya xwe careke din bi cih bikin. Ji ber wê jî hewledanên me hene. Çi dibe bila bibe em ê berxwe bidin. Li vir civaka Êzidî xwe ji şer re amade kiriye. Ji bo ku em careke din rastî fermaneke din neyên em xwe amade dikin. Heta ku vîna civaka Êzidî neyê qebûlkirin û heta ku Şengala ku nû hatiye avakirin qebûl nekin em ê berxwedana xwe bidomînin. Heta niha me bersivên xwe aşkere nîşan daye û vî demî şûnde jî em ê bidin."
 
'EM Ê GAV PAŞVE NEAVÊJIN' 
 
Hesen, bal kişand ser Peymana 9'ê Cotmehê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin û got: "Peymana 9'ê Cotmehê li ser navê qanûnê fermaneke nû ye. Heger ku Şengal dîsa bikeve bin kontrola PDK'ê wê kes nikaribe tiştekî bike. Ji ber ku yek ji sedemê vê fermanê ew bi xwe ne. Hê heta niha jî 2 hezar û 800 jinên êzdî winda ne û aqûbeta wan ne diyare. Îro îradeya xweser û Meclîsa Xweser a Şengalê amade ye ku bersiva fermaneke nû bide. Gav paşve avêtin wê nebe. Em ê pêşve biavêjin, lê em ê paşve neavêjin. Rêveberiya Xweser a Şengalê vîna civaka êzdî ye.” 
 
'ÊRIŞ HEBE DÊ BERXWEDAN REWA BE' 
 
Rêveberê Meclisa Xweser Heso Îbrahîm jî diyar kir ku êriş bi daxwaza Tirkiyeyê pêk hat û ev tişt anî ziman: "Li Şengalê careke din amadekariyên şer tên kirin. Careke din PDK'e û dewleta Tirkiyeyê dixwazin gelê Şengalê koçber bikin. Bi vî şerî dixwazin ku fermaneke nû pêk bînin. Êrişên li dijî Başûr û yê li dijî Şengalê hemanin. Ji ber ku Iraq êdî nema ye û ne hikûmete. Iraq bûye komek. Serokwezîr ketiye bin bandora Tirkiyeyê û PDK'ê. Ew dixwazin ku li vir di bin navê PKK'ê de careke din Êzidiyan koçber bikin û Şengalê vegerînin sala 2014'an. Êrişî wan girêdayî hev in. Ji xwe Tirkiye dibêje heger Iraq êriş neke ez ê êriş bikim. Me her tim gotiye êriş bikin, em ê xwe biparêzin. Em dijminahiya kesekî nakin. Lêbelê heger ku dinya hemû êrişî me bike berxwedan rewa ye."
 
'DIXWAZIN TOLA DAIŞ'Ê BISTÎNIN' 
 
Îbrahîm, bi lêv kir ku kesê ku êriş dike wê rastî berxwedana wan bê û got: "Di van êrişan de navbera her sê aliyan de tifaq çêbûye. Ji xwe dewleta tirk peymana 9'ê cotmehê bi destê Kazimî da îmzekirin. Îro Tirkiye û Iraq ji kesên ku li hemberî DAIŞ'ê şer kirin û Şengal ji wan paqijkirin acizin. Bi vî awayî dixwazin tola DAIŞ'ê bistînin. Wê Asayîşa Êzîdxan û Rêveberiya Xweser vî gelî biparêzin. Ji ber ku civaka Êzidî îro êmanetî van hêzaye. Li dijî her êrişekî em ê vê civakê biparêzin.Niha li ser navê qanûnan dixwazin li Şengalê fermaneke din bikin. Banga me ji hemû cîhanê re ye, bila li hemberî vê xwe bêdeng nekin." 
 

Sernavên din

27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin