Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin

  • rojane
  • 09:01 24 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Xelkê Cizîrê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatine destpêkirin da û gotin: "Êdî baweriya me bi Barzanî nemaye. Divê ku em li dijî şer bisekinin.” 
 
Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê dest bi şerek nû kir. Şerê ku ji hewayî û bejahiyê ve berdewam dike, şerên dijwar diqewimin. Bertekên li dijî êrişên li ser herêman li her qadê zêde dibin. Xelkê navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî şerê ku hatiye destpêkirin nêrazîbûna xwe anîn ziman. 
 
'BAWERIYA ME BI BARZANÎ NEMA' 
 
Ji welatiyan Mehmet Şirîn Begeda anî ziman ku ev şer wê zirarê bide deskeftiyên gelê kurd û malbata Barzanî bi van kirinan rêz û hûrmeta xwe ya di nava civakê de winda kir û wiha axivî: "Ev çend sal in li dijî gelê kurd operasyonan didin meşandin. Ev operasyon bi tu awayî encam negirtin û dê negirin jî. Ez 45 salî me bi qasî ku tê bîra min, ev şer berdewam dike. Tişta ku wan ji xwe re kiriye armanc encam nagire. Li şûna vî şerî bila destê xwe bidin destê aştiyê. Heke li her çar perçeyên Kurdistanê em bibin yek em ê bi ser bikevin. Em ne li dijî hebûna kesekî ne. Cihê her kesî di nav me de heye. Me tu caran weke wan nijaperestî nekiriye û em ê nekin. Çend sal beriya niha gelê kurd bi Barzanî gelek bawer bû. Heta ku min navê lawê xwe jî kiriye Barzanî. Lê mixabin hûn niha biçin zarokê 10 salî jî bipirsin dibêjin ku Barzanî ne xeletiyê dike. Êdî baweriya gelê kurd bi Barzanî nema ye. Em bang li gelê kurd dikin ku bibin yek. Kesê ku nebe yek wê negihije tu encaman. Kurdên baş û nebaş birayên hev in. Lê divê li dijî şer bibin yek û bisekinin. Êdî bes e bila rijandina xwînê bê sekinandin.” 
 
'BARZANÎ LI KURDAN XAYÎN DERKET’ 
 
Hediye Temîz jî bi lêv kir ku Barzanî pişta xwe daye gelê xwe û got: "Dikin ku bira bira bikuje. Biratiyê anîne asta qedandinê. Heke xayin nebûna em ê îro ne di vê rewşê de bûna. Em dixwazin ku ev xwîn bisekine û bila şerê navxweyî dernekeve. Barzanî xayintiyê dike. Her der ji dijmin re vekiriye. Xwe rizgar kir û li kurdan xayin derket. Kurdan pişta xwe li wî germ dikir, lê îro xiyanetê li kurdan dike. Kurdê rast be dibêje Barzanî xayin e. Yê ku ne rast be nabêje ku xayin e. Bila ev xwîne bisekine."
 
'DIVÊ DAYIK XWE BÊDENG NEKIN' 
 
Ji welatiya ku nexwest navê xwe bide jî diyar kir ku divê li dijî şer tu kes xwe bêdeng neke û got: "Ev çend sal in em şer dibînin. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Di vê meha Remezanê de kurdan dikujin. Çi heqê wan heye ku vê dikin. Çi bê serê me bi destê xayînên nav me tê serê me. Kurd li ku be, tanq, top li ser serê wan e. Em aştiyê û însanetiyê dixwazin. Kurd hemû di girtîgehan de ne, li çol û çiya ne. Heqeret li kurdan tê kirin. Li dijî vê zilmê dayik li ser pêya ne. Divê dayik xwe bêdeng nekin."
 
'EM NAXWAZIN KURD HEV BIKUJIN’ 
 
Ji welatiyan Abdullah Selçuk jî bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re da û ev tişt got: "Em naxwazin ku şerê navxweyî derkeve. Em dixwazin ku êdî aramiyek hebe. Di vê meha Remazanê de em naxwazin kesek bê kuştin. Xwedê avekî bi vî agirî ve bike. Em jî weke heval û hogirên xwe dixwazin bi awayeke azad bijîn. Em dixwazin ku ev şer bê sekinandin."
 
'LI DIJÎ ŞER DERKEVIN’ 
 
Ji welatiyan Hasan Bîlen destnîşan kir ku tişta herî pêwîst tifaq û yekitiya kurdan e û wiha axivî: “Em dixwazin ku di navbera gelê kurd de yêkitî hebe. Bila kes kesî nekuje. Em ne alîgerên kuştinê ne. Ew xwedayê ku însan çêkiriye em naxwazin bê kuştin. Em li dijî şer derkevin. Em hemû zimanekî diaxivin em kurd in çima em hevdu bikujin.” 
 
'ÇIMA EM XIYANETÊ LI HEV DIKIN?' 
 
Hediye Belge jî diyar kir ku parçebûyina gelê kurd wê serkeftinê bi xwe re neyîne û ev tişt anî ziman: "Em naxwazin ku kuştin çêbibe. Em xiyanetê naxwazin. Em birayê hev in. Em naxwazin ku heta hetayê kole bimînin. Em xweşiyê dixwazin. Bila ev şer bê sekinandin. Em hevdu nas dikin. Çima em xiyanetê li hev dikin."
 
'MALBATA BARZANÎ BÛYE HEVALBENDÊ TIRKIYEYÊ' 
 
Ji welatiyan ku nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku kesê ku îro dibe sedema şerê navxweyî wê di dîrokê de hesab bide û wiha got: "Pêwîste ku Barzanî wisa neke. Ev tişt ne heqê wî ye. Birakujî ne heqê wî ye. Pêdiviya me bi yêkitiyê û tifaqiyê heye. Malbata Barzanî bûye hevalê Tirkiyeyê. Pêwîste ku nebe hevkarê Tirkiyeyê. Pêwîste ku bi gelê kurd re bibe tifaq.” 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin