Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî

  • rojane
  • 13:28 23 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê bi boneya 23’ê Nîsanê 27 zarokên di binçavan û îşkencexaneyan de hatine kuştin bi bîr xist û li aqûbeta zarokên windayî pirsî. 
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 891’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên cezakirin. Ji ber Qada Galatasarayê li Dayikan hatiye girtin û rewşa pandemiyê çalakî bi rêya online hat lidarxistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bi boneya “23’ê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî” bal kişandin ser zarokên ku di binçavan û îşkencexaneyan de hatine kuştin û windakirin. 
 
Daxuyaniya bi sernavê “Ne cejna zarokan e, me zarokên birine îşkencexaneyan û di binçavan de hatine windakirin ji bîr nekiriye” ji aliyê Endama KOmîsyona Zarokan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) SevÎnç Koçak ve hat xwendin. 
 
27 ZAROK HATIN WINDAKIRIN 
 
Koçak bi bîr xist ku 23'ê Nîsanê li Tirkiyeyê "Roja Zarokan" e û diyarî zarokên cîhanê hatiye kirin û wiha got: “Hin zarok wê çend deqeyan li kursiyên desthilatdariyê rûnên. Lê belê dê tu kes behsa zarokên ku mafê jiyanê ji destê wan hatiye standin neke. Tirkiye peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze kiriye. Dewleta li Tirkiyeyê; li gorî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û yasaya Parastina Zarokan, divê ku mafên zarokan binpê neke û pêşî li binpêkirina mafên zarokan bigire, lê Tirkiyê bi xwe ew maf binpê kirin. Bi dehan zarok hatin binçavkirin, îşkencekirin û windakirin. Li gorî tespîtên Komeleya Mafên Mirovan, li Êlih, Bedlîs, Çewlig, Cizîr, Kerboran, Dêrsim, Şirnex, Pasûr, Nisêbîn, Gever, Silopiya, Bismil, Farqîn, Qoser, Amed û Liceyê di navbera salên 1992 û 1997’an de 27 zarok di binçavan de hatine windakirin.” 
 
‘NE ZAROK, FAÎL TÊN PARASTIN’ 
 
Koçak destnîşan kir ku Dîlek Serîn a 3 salî li gundê Mîrika Dersimê bi malbata xwe re, Îlyas Diril ê 12 salî li Şirnexê, Mûnîr Saritaş ê 13 salî li Geverê, Metîn Budak ê 14 salî yê li Licê, Ûmît Taş ê 15 salî li Pasûrê hat windakirin û gelek zarokên din di binçavan de hatine windakirin divê aqûbeta wan bê eşkerekirin û ev daxwaz a dîtina zarokan û daxwaza edaletê heta îro ji aliyê rayedarên dewletê ve bêbersiv hatiye hiştin. Koçak, anî ziman ku zarokên hatine windakirin çawa hatine binçavkirin û çawa hatine windakirin di îfadeyên şahidan, îdianameyên dozgeriyê, doznameyên dadgehê, biryarên DMME’yê û rapora Meclisê de cih girtine û wiha dewam kir: “Tevî ku her tişt eşkere ye jî kujer û sûcdar nayên cezakirin û ji aliyê dewletê ve tên xelatkirin. Ne zarok, kujer ango faîl tên parastin. Em pir eşkere dipirsin; faîl kî ne? Van bûyerên hovane hemûyan kî pêk anî?” 
 
'EM DEST JÊ BERNEDIN’ 
 
Koçak anî ziman ku ew ê li ser navê heqîqetê van pirskirina van pirsan bidomînin û got: "Çend sal jî derbas dibin bila bibin, em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo zarokên hatine windakirin bernedin û em ê her bi bîr bixin ku dewlet di nava hiqûqê de tevger bike. Em dîsa bi bîra wan dixin, em ê dest ji Qada Galatasarayê ya 192 hefte ne li me girtî ye bernedin.” 
 
ZAROKÊN HATINE WINDAKIRIN 
 
Koçak herî dawî navê zarokên ku di binçavan û îşkencexaneyan de hatine windakirin wiha rê kir: “Dîlek Serîn 3 salî bû. Davut Altunkaynak 12 salî bû. Îlyas Diril 12 salî bû. Ebdulezîz Gasyak 12 salî bû. Wezîr Tarhan 12 salî bû. Seyhan Dogan 13 salî bû. Munîr Saritaş 13 salî bû. Metîn Budak 14 salî bû. Ahmet Dansik 14 salî bû. Nûrî Dayan 14 salî bû. Servet Îpek 15 salî bû. Çayan Çîçek 15 salî bû. Ûmît Taş 15 salî bû. Ahmet Akbaş 15 salî bû. Ahmet Sanir 15 salî bû. Fatîh Kaya 15 salî bû. Zekî Dîrîl 16 salî bû. Nedîm Akyon 16 salî bû. Faruk Aksan 16 salî bû. Lokman Kaya 16 salî bû. Mahmut Abak 16 salî bû. Mehmet Zekî Akyildiz 16 salî bû. Orhan Yakar 16 salî bû. Yahya Akman 16 salî bû. Sabah Oruç 17 salî bû. Yilmaz Gumuş 17 salî bû. Deham Guney 17 salî bû.” 
 

Sernavên din

27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin