HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin

  • rojane
  • 11:24 23 Nîsan 2022
  • |
img

ENQERE - Ji parlamenterên hidûqnas ên HDP’ê Mehmet Rûştû Tiryakî diyar kir ku parastina xwe ya li dijî hîmên bingehîn ên doza girtinê de radestî AYM’ê kirine û ev parastin jî bi berpirsyartiya xwe ya li hemberî gel amade kirine. Tiryakî wiha got: “Heke AYM dozê betal bike, dê ji bo demokrasiya vî welatî gavekî baş be. Me yek bi yek bersiva hemû îdiayan da.” 

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û koma hiqûqê ya “Em HDP’ê diparêzin”, parastina xwe ya li dijî doza ji bo girtina partiyê hatiye vekirin amade kirin û di 19’ê nîsanê de dan Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM). 
 
HDP’ê di pêşparastina xwe de cih da nirxandina polîtîk û îtîraza bingehîn a li dijî usûlê. HDP’ê, di parastina xwe ya li dijî hîmên bingehîn ên dozê de yek bi yek bersiv da hemû îdiayan. 
 
Yek ji parlamenterên hiqûqnas ên HDP’ê Mehmet Rûştû Tiryakî ku di nava koma parastina HDP’ê amadekirî de cih digire, têkildarî parastina partiyê ajansa me re axivî. Tiryakî da zanîn ku AKP bi awayekî veşarî vê dozê diparêze û doz jî ji hêla şirîkên veşarî û diyar ên AKP’ê ve hatiye amadekirin. 
 
‘JI SEDÎ 85’Ê ÎDIANAMEYÊ JI DOSYAYÊN LÊPIRSÎN Û TEQÎBATÊ PÊK TÊ’ 
 
Tiryakî diyar kir ku ji sedî 85’ê îdianameyê, ji lêpirsîn û teqîbatên derheqê kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê û propagandayê” qedexeya siyasetê ji bo tê xwestin hatine destpêkirin pêk tê û wiha domand: “Lêpirsîn û teqîbatên ku derheqê kesên qedexeya siyasetê bo tê xwestin an jî di HDP’ê de rêveberî kirin de hatine destpêkirin danîne ser hev û veguherandine dozê. AYM’ê biryar da ku kesên qedexeya siyasetê bo tê xwestin dikarin parastina xwe bi nivîskî pêşkeş bikin. Lewma me nekarî derheqê her sûcdariyeke li hevalên me tên kirin bi kûr û dûr bersivê bidin. Lê di nava wan de mînakên pir ecêb hene û me jî bersiva wan da.” 
 
'BIRYARÊN BERAETÊ JÎ BÛNE SEDEMA GIRTINÊ’
 
Bi domdarî Tiryakî destnîşan kir ku di îdianameyê de li gel kesên navên wan hatine tevlihevkirin, her wiha kesên ku lêpirsînên wan bi neşopandinê biencam bûyîn jî hene. Tiryakî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo van kesan jî qedexeya siyastê dixwazin. Kesên ku derheqê wan de doz hatiye vekirin lê biryara beraetê hatiye dayîn jî hene. Ku AYM’ê piştre biryara ‘binpêkirina maf’ dabû. Lê weke ku tiştekî wiha nebûye tevdigerin û kirine sedema dozê. Serdozgeriyê digot; ‘HDP û PKK/KCK di hêla avadanî û fonksiyonî ve dişibin hev.’ Ji bo vê îdiaya xwe jî bi kar anîna têgehên weke ‘antî emperyalîzm’, ‘nûnertiya wekhev’, ‘hevserokatî’ û hwd. nîşan dane. Qala tiştekê din nekiriye. Tiştên ku dikare di rêznameya her partiyekê de cih bigirin weke sedema girtinê hesibandine. Ji bo aliyên fonksiyonel jî îfadeyên îtîrafkaran esas digirin. Gotinên weke ‘ez çûm HDP’ê û min çay vexwar’ û hwd. Me jî derheqê îfadeyên îtîrafkaran de nirxandinên hûr û kûr pêşkeş kirin.” 
 
POLÎTÎKAYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ HATE VEGOTIN
 
Di berdewamê de Tiryakî got ku têkildarî îdiayên derheqê polîtîkaya rêveberiyên herêmî de jî bersiv dane û wiha pê de çû: “Di serî de hevserokatî, me bi hûr û kûr qala polîtîkaya xwe ya rêveberiyên herêmî kir. Ji sedî 99’ê tawanên li şaredariyan tên kirin ne derheqê şaredariyên HDP’ê de ne. Ev sûcdarî tevek jî li hevşaredarên DBP’î tên kirin. Ne ku dibêjim ev yek sûc in lewma qal dikim lê ji bo vegotina şêweyê amadekirina îdianameyê tînim ziman. Jin û pergala hevserokatiyê jî weke sedema sûc nirxandine. Me jî di parastina xwe de bi dûvdirêjî qala têkoşîna jinan a HDP’ê û dîroka wê kir. Tevahiya vê beşê ji hêla jinan ve hate amadekirin.”
 
'ME JI SERDOZGERIYÊ BÊHTIR LÊKOLÎN KIRIN’
 
Tiryakî da zanîn ku serdozgeriyê ev îdianame li ser maseyê amade kiriye û sedema wê jî wiha vegot: “Partiyên siyasî, hemû endamên partiyê û yên îstîfa dikin li gorî dîrokê ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re dişînin. Hemû kongreyên xwe, dîrokên wan û endamên tê de hatine hilbijartin jê re dişînin. Lewma agahiyên nasnameyê û peywirên wan bi kar tîne. Di vê mijarê de lêkolînek nekiriye. Her wiha li ser UYAP’ê dizane bê ka derheqê kê de lêpirsîn heye yan jî doz. Lewma em dikarin bibêjin ji sedî 85’ê vê dozê li ser komputerê hatiye amadekirin. Yên din jî çend agahiyên ji dozên din in. Me ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bêhtir lêkolîn kirin. Me xwe gihand rêveberên xwe, ji wan agahî girtin. Wan bi xwe jî xwe amadekirin û parastinên xwe dan AYM’ê. Her çend ku îdianameyeke derhiqûqî be jî, lê dîsa jî me ji ber berpirsyartiya xwe ya li hemberî gel ev parastin amade kir. Yek bi yek me bersiva hemû îdiayan da.”
 
'DESTHILATDARIYÊ JÎ NEKARÎ VÊ DOZÊ BIPARÊZE’
 
Parlamenter Tiryakî herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Bingeheke vê dozê ya hiqûqî tune ye. Ne biryareke hevserokên giştî, ne jî yên PM û MYK’ê di îdianameyê de tune ye. Tevî ku biryareke sazûmanî ya HDP’ê di îdianameyê de tune ye jî lê dîsa jî serdozgerî dixwaze bigire. Ji bilî partiyeke nîjadperest, tu kes li pey vê dozê nîne. Heta desthilatdariyê jî nekarî vê dozê biparêze. Di demên berê de derheqê wan de jî doz hatibû vekirin û baş pê dizane ku me ew xwendine. Dizane ku heke biparêze dê di bin de bimîne. Lewma bi awayekî veşarî diparêze. Hêvîdarim AYM vê dozê betal bike û ji bo demokrasiyê Tirkiyeyê gavekî biavêje. Di îdianameyê de îdia dikin ku HDP’ê tundî parastiye. Lê berevajî vê, HDP her tim rastî tundiyê hatiye. Li gorî Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê heke partiyeke siyasî tundiyê biparêze ev yek sûc nîne lê DMME weke sedema girtinê dinirxîne. Yên ku li çar parçeyên Kurdistanê tundiyê diparêzin AKP-MHP, BBP û partiyên mîna wan in. Dê di hilbijartinê de diyar bibe bê ka li gorî gelan kîjan partî tundî û şer dixwaze û kî naxwaze.” 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin