Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'

  • rojane
  • 11:06 23 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Partî û saziyên di Tifaqa Kurdistanî de cih digirin li dijî êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Em ji şerê dagirkeriyê re bêjin 'NA'. Dem hatiye ku siyaseta kurd li her perçeyên Kurdistanê bibêje ku 'Partiyên me ji hev cuda ne, eniya me yek e. Em di têkoşîna rizgariya netewî de li heman aliyê ne'. Ango îro roj roja yekitiya netewî ye." 

 
Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve şerek nû ango êriş dan destpêkirin. Di serî de li Kurdistanê, Tirkiyê û gelek welatên cîhanê ji bilî PDK'ê heta niha sazî û dezgeh û şexsiyetên gelê kurd û dostên xwe li dijî vî şerî derdikevin. 
 
 
Îro jî li Amedê partiyên tifaqa Kurdistanî nerazîbûnek hevpar nîşanî şer dan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier û Nusrettîn Maçîn, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, nûnerên Partiya Azadî, DDKD, Partiya Însan û Azadiyê, Platforma Jinên Kurd ku di nava Tifaqa Kurdistanî de cih digirin tevli civîna çapemeniyê bûn. Civîn li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat a Amedê hat lidarxistin. 
 
Daxuyanî kurdî û tirkî hat xwendin. Metna daxuyaniya kurdî Cîgirê Serokê Giştî yê PDK -T Ozan Kardaş û metna daxuyaniya tirkî jî Cîgirê Serokê Giştî yê 
PÎA'yê Sedat Dogan xwendi. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Hikûmeta Tirkiyê ku ev demeke dirêj e li dijî Herêma Kurdistanê amadekariya operasyona leşkerî dikir, ev operasyon da destpêkirin û hê jî berdewam dike. Li operasyonên leşkerî yên li derveyî sînor ku bi dehan sal in pêk tên, operasyoneke nû hat zêdekirin. Mîna operasyonên leşkerî yên ku berê pêk hatin, operasyonên ku didomin jî dê xitimandinê kûrtir bike (girêkê kor bike) û rê li 'çareseriyê' bigre. Em vê yekê şermezar dikin. Her wiha operasyona leşkerî binpêkirina sînorên dewleta cîran e û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Divê Tirkiye di zûtirîn demê de operasyona leşkerî rawestîne, 5 baregeh û 38 xalên xwe yên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê vekişîne. 
 
Gava yekem a çareseriyeke mayînde ev e. Ji bo vê jî em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku helwesta xwe bi awayeke zelal nîşan bide ku Tirkiye operasyona leşkerî rawestîne û bi vekişandina baregehên xwe dawî li dagirkeriyê bîne.
 
JI ŞER RE NA
 
Tirkiye ji rewşa ku ji ber şerê Ûkrayna-Rûsyayê derketiye holê sûd werdigire û bi vê yekê siyaseta xwe ya şer li Herêma Kurdistanê û Rojavaya Xweser kurtir dike, ev yek dibe ku bibe sedema karesateke nû, bi taybetî jî bibe sedema ziyanên canî! Ji ber vê em ji şer re dibêjin 'NA'. Em bang li gelê Kurd dikin ku êrişên li ser destkeftiyên xwe, statûya ku bi dest xistine jî di nav de, li hundir û derveyî sînor rawestîne.
 
PÊDIVÎ BI ÇARESERIYÊ HEYE 
 
Di pirsgirêka Kurd de îro ji berê zêdetir pêdivî bi çareseriyeke aştiyane heye! Siyaseta şer a li hundir, li ser sînor, li Meclisê û li ser maseyên dîplomatîk tê meşandin çareserî pêk neanî û dê pêk neyê. Ji ber vê yekê jî wek Tifaqa Kurdistanî em giringiyê didin siyaseta 'normalîzekirinê' ya ku Tirkiyê bi cîranên xwe re; ji Ermenistanê heta Îsraîlê, ji Misirê heta Îmaratê daye destpêkirin û em bangî Tirkiyê dikin ku bi cîranên xwe ên rêveberiyên Kurdistanê re jî heman polîtîkaya normalîzekirinê bi awayeke mayînde bidomînin. Her gava aştiyane ya ku bi rêveberiyên Kurdistanê re bê avêtin ji bo berjewendiyên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye.
 
ŞER KRÎZAN KÛRTIR DIKE
 
Eşkere ye ku polîtîkayên şer pirsgirêka Kurd çareser nake, krîza aborî û encamên wê yên civakî girantir dike. Ji niha ve xûya ye ku krîza aborî û enflasyon, zem, betalî, xizanî ya ku gel ditingijîne bi polîtîkayên şer dê bi tevahî ji kontrolê derkeve. Şer, windakirina cana ye ku di jiyana civakan de nirxên herî pêwîst ên gelan e. Krîza aborî, birçîbûn û xizanî ye. Em ji şer re dibêjin NA. Em bang li Neteweyên Yekbû (NY), Yekitiya Ewropayê (YE), Yekitiya Ereban û Iraqê dikin ku 'vê operasyona leşkerî rawestînin.'
 
DIVÊ MUXALEFET PIŞTGIRIYA AKP'Ê NEKE
 
Banga me ji muxalefetê re; piştgiriyê nedin polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê. Ji şer re bêjin na, ji bîr nekin ku AKP jî bi vê polîtîkaya şer xwedî planên hilbijartinê ye. Ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hevdîtina bi hikûmetê re di heman xeta şer de yan jî şopandina polîtîkayên hovanetir, xelet e û dê encamên vê yekê ji bo gelên me gelek giran bin.
 
ŞER JI EYN ÎSAYÊ HETA BAŞÛR DIRÊJ BÛYE! 
 
Em bang li gelên Tirk, Fars û Ereb dikin; Ji şer û siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA!' Û em ji bîr nekin ku bêyî gelê Kurd azad bibe; siyaset, rewşenbîr û civaka faris, tirk û ereb azad nabin. Demokrasî di civakê de bi awayekî mayînde pêş nakeve. Ji ber ku siyaseta yekperest-nîjadperest; polîtîkaya navxweyî û derve, maf û azadiyên bingehîn, qanûn, sazî û çandê bi tirsa avakirina Kurdistanê dizayn dike; ev yek hewldanên deokratîkbûyinê jî jehrî dike.
Banga me ji bo siyaseta Kurd ew e ku; her çiqas di navbera dewletên kolonyalist nakokî û pevçûn hebin jî, me gelek caran dîtiye ku di cih de li ser pirsgirêka Kurd li hev kirine. Îro bi operasyona leşkerî ya Tirkiyê re ku ji Eyn Îsa heta Kampa Mexmûrê dirêj dibe, Hikûmeta Sûriyê jî li ser xeta Heleb-Heseke ketiye nava liv û tevgerê. Iraq li dora Şengalê dîwar lê dike û leşkeran dicivîne û Îran jî bi fuzeyê gef li Hewlerê dixwe.
 
ROJ ROJA YEKITIYA NETEWEYÎ YE
 
Di vê rewşa de ku ji çar aliyan ve hat dorpêçkirin; dem hatiye ku siyaseta Kurd li her perçeyên Kurdistanê bibêje ku 'Partiyên me ji hev cuda ne, eniya me yek e. Em di têkoşîna rizgariya netewî de li heman aliyê ne'.
Ango îro roj roja yekitiya netewî ye. Heke em nikaribin Yekitiya Netewî ya mayînde ava bikin, qet nebe bi helwesteke hevpar û hevkarî çalakiyên xwe pêş bixin û bibin dostên hev. Li gel helwestên cuda yên siyasî yên hêzên netewî yên Kurd, roj roja, bi hev re, parastin û pêşxistina destkeftiyan e, bi taybetî jî parastina statuya her du parçeyan e. Roj ew roj e ku divê Partiyên Kurdî; polîtîkaya 'Yê ku keştiya xwe xilas dike kaptan e' têk bibin." 
 
 
 

Sernavên din

23/04/2022
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e