Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin

  • rojane
  • 09:06 23 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dan û gotin: "Gere hemû kurd rabin ser pêyan. Em ji ber wan fedî dikin, hûn ne layiqî laçikên dayikan in." 

Êrişên Tirkiyeyê yên nû yên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve bênavber didomin. Di vî şerî de Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) rasterast piştgiriya Tirkiyeyê dike. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bang li PDK'ê kirin ku demildest dev ji vê şaşiyê berde. 
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Afîfe Kartal, bertek nîşanî helwesta PDK'ê da û got: "Barzanî, tu bi kîjan heq û hiqûqê êrişî vî gelî dikî? Em bi hezaran caran wî şemrezar dikin. Me digot kurd bira ne, lê Barzanî ji bo Erdogan bû dijminê kurdan. Tu kes ji bo mifha xwe dev ji birayê xw ebernade. PDK, bi salan e ji bo berjwendiyên xwe, dibe sebeba mirina kurdan. Em vê zilma li ser gelê xwe qebûl nakin. Her roj bi şev 3-4 balafirên şer radibin. Ma qey tu qet nafikirî? Ma tu nabêjî bera welatê min didin? Bombe bi ser gelê te de dibare. Çawa bi şev xew dikeve çavê te?" 
 
‘GERE KURD RABIN SER PÊYAN'
 
Kartal di dema axaftina xwe de wiha axivî: "Kurd hemû gere rabin ser pêyan û Barzanî şermezar bikin. Biloa dev ji şirîkantiya xwe ya bi dewletê berde û daxilî nava vî şerî nebe. Çawa êriş li Rojava, Başûr û Şengalê hene, li girtîgehan jî hene. Bang li hemû cîhanê dikim; her kes divê li hember vê helwesta Barzanî rabe ser pêyan." 
 
Dayika Aştiyê Emîne Denîz jî êriş şermezar kirin û wiha got: "Ev çend sal in di meha Remezanê de van balafirên şer radikin. Ji bo mifha xwe dikin. Ez van kesên di vê mehê de cenazeyan ji dayikan re dişînin, şermezar dikim. Bila kezeba dayikan neşewite. Gere di vê mehê de şer rawestin. Em şer qebûl nakin." 
 
'JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ GERE BIKE'
 
Denîz, destnîşan kir ku PDK di nava xiyaneteke gelek mezin de ye û got: "Dibêje ez kurd im, lê kurdan dikuje. Pir şerm e. Ez ji ber wan fedî dikim. Hûn ne layîqî vê laçika dayikan e. Ev xiyanetek gelekî mezin e. Kurdbûyîneke çawa bi te re heye ku tu radibî kurdan dikujî. Bi kîjan mafî? Tu dîn û ehlqa vê yekê qebûl nake. Kurd hemû divê mil bidin milê hev du û li hember van mirovên îxanetker rabin. Niha dem ne dema rûniştinê û bêdengiyê ye. Ji destê kê çi tê gere bike. Bila her kes li ber vî şerî rabe." 
 
‘EW Ê JÎ BIÇIN'
 
Necîme Yaşarer jî got: "Destê PDK'ê di xwîna kurdan de ye. PDK gelê xwe dixapîne. Em bombekirina erdnîgariya xwe û mirinê naxwazin. Em naxwazin bi qasî serê derziyê jî zirar bigihê tu perçeyeke axa me. PDK, xiyanetkar e. Lewma destê wan tim di xwîna kurdan de ye. Seddam Husên çawa çû, ew ê jî wiha biçin." 
 
‘GERE EM DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN'
 
Yaşarer, destnîşan kir ku ew vê zilmê qebûl nakin û got: "Ji ber ku destê wan di xwîna hevalan de heye bi sedan car lanet li wan bibare. Kurd, hemû gere rabin ser pêyan. Gere vî tiştî qebûl nekin. Barzanî xwe xistiye nava xiyanetkarên û zalimên welatê xwe. Em divê bi hev re ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin." 
 
‘DAWÎ LI VÊ XIYANETÊ BÎNIN'
 
Sabîha Tamrîş jî ev tişt gotin: "Ev tişt di tu dîn, nijad û mezheban de nayê qebûlkirin û gere tu kes tiştekî wiha qebûl neke. Çi heqê wan li ser me heye. Dilê dayikên wan jî wekî yê me dişewite. Her cara ku xebera mirinê tê kezeba me dişewite. Bila dawî li vê xiyanetê bînin. Ev xixanet îro ro li me tê kirin, lê sibê wê li wan bê kirin. Çi hat serê Seddam, dê were serê vana jî." 
 
‘EM NEBIN YEK EM Ê HERIN YEK BI YEK'
 
Tamrîş, di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Êdî bes e, bila bes xwînê birijînin. Bila ev zilm û xiyanet bi dawî bibe. Em mil bibin milê hev du û heq ji van êşan derkevin. Barzanî doza çi li zarokên me dike. Ev xiyanet dê ji te re nemîne, wê dawiya te jî were. Kurd gere rabin ser pêyan, hemû bi yek bin. Bila di her warî de bi yek bin. Em li dijî zaliman bi yek bibin û ji bo aştiyê bi dest hev bigirin. Ji lew re em nebin yek em ê herin yek bi yek." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

23/04/2022
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e