Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman

  • rojane
  • 21:47 22 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Hevserokê DFG'ê Serdan Altan ku di çalakiya Roja Rojnamegerên Kurd de axivî, diyar kir ku rojnamegerên kurd 124 sal in li ber xwe didin û got: "Heqîqet di tariyê de neman." 

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi boneya 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya li navçeya Sûr a Amedê, bi rojnamegerên kurd re civiya. Di çalakiyê de pankarta li ser “Roja Rojnamegerên Kurd Pîroz Be” nivîsandî hat vekirin. Piştî axaftina destpêkê ku ji aliyê Roza Metînayê ve hat kirin, sînevîzyoneke derbarê rojnamegeriya kurdî de hat nîşandan. Ji xeynî rojnamevanan Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayyîp Temel û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî tevli çalakiyê bûn. 
 
'ÇAPEMENIYA AZAD 124 SAL IN LI BER XWE DIDE'
 
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan pêşî Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir. Altan, diyar kir ku rojnamegeriya kurdî 124 salî ye û got: "Çapemeniya azad, li her çar perçeyên Kurdistanê, li seranserê cîhanê mînakeke baş a rojnamegeriyê dide der. Çapemeniya azad wekî dengê gelê kurd, roleke dîrokî dilîze. Bi hêsanî nehatiye heya roja îro. Bedêlên giran dan. 124 sal derbas bûn, çapemeniya azad hê jî li ber xwe dide. 
 
Altan, bal kişand ser êriş û zextên li ser kurdan û rojnamevanên kurd jî û got: "Çapemeniya kurdî xwedî roleke mezin e. Ne ji çapemeniya azad, ne ji çapemeniya kurdî bûna dê heqîqet di tariyê de bimana. Niha di êrişên li Başûrê Kurdistanê de tê xwestin ku ser rastiyan bê nixumandin. Lê çapemeniya azad wekî dîwarekî zexm li ber vê disekine û qewimînên li herêmê radigihîne raya kurd û raya cîhanê. Heqîqet di tariyê de neman." 
 
TEMEL: BEDÊLÊN GIRAN HATIN DAYÎN
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayyîp Temel jî şehîdên çapemeniya azad bibîr anîn û li ser dîroka çapemeniya kurdî sekinî. Temel, got: "Em niha bi boneya Roja Rojnamegerên Kurd li vira ne. Niha Kurdistan hê jî tê dagirkirin. Kedkarên çapemeniya azad li sirgûnê ne, statuya gelê kurd, hebûna gelê kurd bi polîtîkayên înkarkirin û qirkirinê re rû bi rû ne. Ger çapemeniya azad bedêlên giran nedana, dê têkoşîna azadiyê ya kurdan negihaştana vê astê. Ger têkoşîna azadiyê ya kurdan negihaştana vê astê, dê çapemeniya kurdî ev qasî mezin nebûna. Ev diyalektîk divê baş bê dîtin." 
 
Temel, bal kişand ser êrişên li ser gelê kurd jî û got: "Niha Kurdistan, gelê kurd cardin bi êrişan re rû bi rû ye. Dixwazin gelê kurd bitepisînin. Lê çapemeniya kurdî li hemberî van êrişan bi biryardariyeke mezin tevdigere û dibe dengê gel. Mafê nûçewergirtinê yê gel diparêze. Ez vê meşa bibiryar a kedkarên çapemeniya azad pîroz dikim. Ev meş, dê bidome." 
 
MGKP: PÊŞENGIYA ROJNAMEVANÊN JIN
 
Ji Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Berîvan Kayî jî anî ziman ku rêwîtiya çapemeniya azad 124 sal in didome û got: "Ev meş, bi berxwedaneke mezin didome. Li cîhanê yên pêşengiya çapemeniya feminîst dikin rojnamevanên jin ên kurd in. Rojnamevanên jin ên kurd li dijî feraseta nêrza li ber xwe didin. Em rojnamevanên jin, li ser navê Gûrbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan li ber xwe didin." 
 
AYDENÎZ: ROLA ÇAPEMENIYA KURDÎ
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir û got: "Ez şehîdên çapemeniyê bi rêzgirî bibîr tînim. Rojnameya Kurdistanê ku 124 sal berê hîmê wê hat avêtin, bû ronahî ji bo îro. Her ku kurd tên înkarkirin, rojnamevanên kurd jî bi êrişan re rû bi rû dimînin. Kurd, îro ro têdikoşin û li ber xwe didin. Di vê têkoşîn û berxwedanê de roleke girîng a çapemeniya kurdî heye. Di parastina destkeftiyên kurdan de çapemeniya kurdî xwedî cihekî mezin e. Ez vê têkoşîna rojnamevanên kurd pîroz dikim." 
 
Di çalakiyê de ji hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê Herem Nergîz stirî. Çalakî bi stranên Nergîzê bi dawî bû. 

Sernavên din

23/04/2022
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e