Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle

  • rojane
  • 09:00 20 Nîsan 2022
  • |
img

AMED  - Xelkê Amedê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinên demên dawî dan û wiha gotin: “Ev kiryarên dewletê, nîşaneya dijminatiya dewletê ya li hemberî gelê kurd e. Dewlet, bi van kiryaran dixwaze gelê kurd bêvîn bihêle.”

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya Doza Kobanê de ji bo 91 kesan biryara binçavkirinê dabûn. Di çarçoveya lêpirsînê de hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê di 12’ê nîsanê de li gelek bajaran bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de, bi giştî 48 kes hatin binçavkirin. Her wiha di 15’e nîsanê de jî bi hinceta pîrozbahiyên Newrozê, rojnameger, endam û rêveberên HDP’ê jî di nav de bi giştî 66 kes hatin binçavkirin. Li hêla din, polîsên tîmên taybet li navçeya Cizîr a Şirnexê jî bi ser avahiya HDP’a Cizîrê û malên endam û rêveberên partiyê de girt. Di serdegirtinan de 9 HDP’î hatin binçavkirin. Ji bo protestokirina serdegirtinê li Cizîrê nobet hate destpêkirin. Xelkê Amedê derheqê serdegirtin û êrişên dawî de bi ajansa me re axivîn. 
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Giyasettîn Kiliç got ku serdegirtin û binçavkirin weke berdewamiya dijminatiya sedan salan pênase kir û wiha domand: “Mebesta ji êrişan, vîna gele kurd e. Bi sedan salane ev zext û zoriyên ser gelê kurd berdewam in. Lê dê ev zext bi dawî bibin. Ji ber ku gelê kurd, gelekî birêxistinkirî û berxwedêr e. Li dijî desthilatdarên nîjadperest tenê gelê kurd disekine. Tevî ku ewqas parlamenter hatin girtin jî lê dîsa li hemberî zilmê serî netewandin. Dixwazin me bêvîn bihêlin. Li dijî kurdan bi sed sala ye siyasteke qirêjî tê meşandin. Em biyaniyên vê siyasetê nînin.”
 
‘SEDEMA KRÎZAN DIJMINATIYA KURDAN E’
 
Kiliç bertek nîşanî bêdengiya partiyên muxalîf da û wiha pê de çû: “Heke sibe ev 6 partî bibin desthilatdarî, dê ew jî heman tiştî bikin. Ji ber ku ji bo kurdan tevdîrekî nagirin. Bi hezaran siyasetmedar û rojnameger girtî ne. Baş e ma sûcê wan çi ye? Îro kesek nikare li Tirkiyeyê bi azad bijî. Sedema krîz û aloziya heyî, dijminatiya wan a li hemberî gelê kurd e.” 
 
‘1994’AN DE ÇAWA BÛ NIHA JÎ WISA YE’
 
Ji welatiyan Abdurrahîm Savaş jî tayînkirina qeyûman bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Madem dê qeyûman tayîn bikin, wê demê bila mafê hilbijartinê nedin. Sedema êriş û binçavkirinên dawî jî dijminatiya wan a li dijî gelê kurd e. Mirov nikare li ser medyaya civakî tiştekî parve bike. Ez nawêrim biaxivim ji ber ku te dît du saet piştre hatim binçavkirin. Beriya bibe desthilatdarî, AKP’ê ji bo maf û azadiya gelê kurd soz didan. Lê piştî ku bûyî desthilatdar, vegeriya salên 94’ê. Divê aştî çêbibe û mafên gelê kurd bên dayîn.” 
 
‘ÇI DIKIN BILA BIKIN KURD DÊ DÎSA SERBIKEVIN’
 
Welatiyê bi navê Hecî Necat Ocakli jî diyar kir ku desthilatdarî ji bo ku di hilbijartinê de bi ser keve êrişî HDP’ê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bûyerên Kobanê 7 sal berê bûn lê çima niha doz vekirin? Dixwazin HDP’ê bigirin û di hilbijartinan de bi ser kevin. Kî li dijî wan derkeve, dixwazin bigirin. Lê çi dikin bila bikin dê kurd dîsa bi ser kevin. Hewceye gelê me li dijî vê yekê bêdeng nemîne. Xelkê Cizîrê li ber deriyê partiyê rûnişt heta ku binçavkirî hatine berdan. Lewma divê em li ber xwe bidin. Her wiha heke partiyên muxalîf dengê xwe nekin, em ê bi tu awayî dengê xwe nedin wan. Lê partiyeke weke ÎYÎ Partî ku faşîst e di nav wan de heye. Lewma nikarin dengê xwe bikin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ BARZANÎ DA 
 
Ocakli bi domdarî bal kişand ser hevdîtina di navbera Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bi Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re û berteka xwe wiha nişan da: “Ez hatina Mesrûr Barzanî şermezar dikim. Planên xwe yên qirêjî bi hev re bi kar tînin. Dixwazin li dijî gelê kurd operasyonê bidin destpêkirn.”
 
 HELWESTA PARTIYÊN MUXALÎF 
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Erhan Încî jî daxuyand ku tenê HDP li dijî polîtîkayên desthilatdariyê disekine û wiha bi dawî kir: “Divê gelên Tirkiyeyê û partiyên muxalîf jî bertekê nîşanî êrişên ser HDP’ê bidin. Qedera tevahiya gelên Tirkiyeyê girêdayî mirovekî ye. Vê pergala yekzilamî em xistin rewşekî wisa ku nikarin debara xwe bikin. Lewma dibêjim ku divê gelê tirk jî li hemberî vê zilmê serî rake. Ziyana heyî ne tenê digihije me lê digihije wan jî. Partiyên muxalîf li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Bi vê nêzikatiyê nikarin ji me rehiyan bigirin. Me tu carî serî li ber zilmê netewand û dê netewînin jî.” 
 

Sernavên din

06/09/2022
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir