Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin

  • rojane
  • 11:51 13 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Bi hinceta bûyerên Kobanê derheqê 91 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Sedema binçavkirinê jî Qanûna Hejmar 6415 hatibû destnîşankirin. Hat zanîn ku bi vê qanûnê re mal û milkê DAIŞ’iyan ê ku dewletê dest danîbû ser dîsa li DAIŞ’iyan hate vegerandin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ku li 13 bajaran hatibû destpêkirin, hevşaredar û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê jî di nav de bi giştî derheqê 91 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji bo binçavkirinê, Qanûna Hejmar 6415 weke hincet hate nîşandan. Di çarçoveya heman qanûnê de mal û milkê DAIŞ’iyan ku dewletê dest danîbû ser jî dîsa li wan hate vegerandin. Di encama serdegirtina malan de gelek kes hatibûn binçavkirin. 
 
Biryara nepeniyê danîn ser dosyayê û ji bo parêzeran jî biryara qedexeya hevdîtinê hate dayîn. Têkildarî mijarê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev hincet nîşan da: “Kesên navborî di avadaniya darayî ya bûyerên Kobanê de cih girtin û alîkariya madî dane malbatên PKK’iyên ku di şer de birîndar bûyîn an jî mirîn. Di 12’ê nîsanê de li 13 bajaran derheqê 91 gumanbaran de ji ber sedema muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 6415 a pêşîlêgirtina fînansmaniya terorîzmê û endamtiya rêxistinê biryara binçavkirinê hatiya dayîn.” 
 
BI HEMAN QANÛNÊ MALÊ DAIŞ’IYAN LÊ VEGERANDIN 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan jî xala 5’emîn a heman qanûna behsa xeberê weke hincet nîşan dabû û mal û milkê 3 dezgeh û 3 kesên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê li wan vegerandibû. Erdogan, di 7’ê îlona 2021’an de biryara cemidandinê ya ji bo mal û milkê Khalifa Muhammad Turki Al-Subaiy ê qeterî jî rakir û hinceta xwe jî spart heman qanûna behsa xeberê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2008’an de bi sedema ku “Subaiy kar û barê fînansoriya terorîzmê hêsan dike” xistibû nava lîsteya sepanan a derheqê DAIŞ û El Qaîdeyê de. 
 
BIRYARA JI BO 3 DEZGEHAN 
 
Rakirina biryara cemidandina mal û milkê 3 dezgehên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê ji hêla Erdogan bi xwe ve hate dayîn. Biryara Serokomariyê di 19’ê Çileya 2022’yan de di Rojnameya Fermî de hate weşandin û hat destnîşankirin ku biryara cemidandina mal û milkê dezgehên Al-Haramain Islamic Foundation, Al-Haramin Islamic Foundation (Somalia) û Al-Haramain Foundation (Indonesia) hatiye rakirin. 
 
Di heman demê de bi fermana Erdogan re biryara cemidandina mal û milkê Abd Al-Malik Muhammad Yusuf Uthman Abd Al-Salam û Nayif Salih Salim Al-Qaysi ku di lîsteya “Kesên rasteqîn ên têkiliya wan bi DAIŞ û El Qaîdeyê re heye” ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de cih digirtin jî hate rakirin. 
 
Erdogan ji bo tevahiya van biryarên xwe jî xala 5’emîn a “Qanûna Derheqê Pêşîlêgirtina Fînansmaniya Terorîzmê de” weke hincet nîşan da.
 
QANÛN JI BO ALÎKARIYA BI DAIŞ’Ê RE DERBASDAR NÎNE!
 
Her wiha wesayîteke ku logoya Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê ya AKP’ê li ser bû, bi salan li paytexta DAIŞ’ê Reqayê hate bikaranîn. Nûçeyên têkildarî mijarê jî li ser çapemeniyê hate parvekirin. Lê şaredariyê gotibû “fotomontaj e” û ev yek red kiribû. Di demên piştre de dîmenên wesayîtê derketibûn. Li ser wesayîta ku bi modela BMC marka Austin logoya şaredariya AKP’ê û nivîsa “tenê ji bo xizmetên fermî ye.” Lê derheqê şaredariyê de tenê yek lêpirsîn jî nehate destpêkirin. 
 

Sernavên din

13/04/2022
11:55 Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in?
11:51 Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin
11:51 Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin
11:41 Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir
11:21 Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband