Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir

  • rojane
  • 11:41 13 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Ji girtiyên li Silîvriyê bi îşkenceyê re rûbirû man Abdulmenav Çetîn û Coşkun Agca herî dawî di 8’ê nîsanê de li malbatên xwe geriyabûn û alîkarî xwestibûn. Avniye Çetîn, qeyda dengê Halîl Kasal ku îşkence vedigot radestî Dozgeriya Sîlîvriyê kir. 
 
Li Girtîgeha Silîvriyê ya Jimara 5’an a Tîpa L’yê 60 gardiyanan zext û îşkence li girtiyan kir. Ji ber vê îşkenceyê herî kêm 8 girtiyan xwest dawî li jiyana xwe bînin. Ji van girtiyan Ferhan Yilmaz û girtiyeke navê wî nayê zanîn jiyana xwe ji dest dan. Derbarê girtiyên din Coşkun Agca, Tolga Okçu, Abdulmenav Çetîn, H. Masal û girtiyê bi navê Alî de jî agahî nehatin bidestxistin. Hat zanîn ku girtiyê bi navê Halîl Kasal jî di beşa çavdêriya awarte de tê dermankirin. 
 
Avniye Çetîn a dayika Abdulmenav Çetîn û Fatma Agca ya dayika Coşkun Agca derbarê zarokên xwe ku îşkence li wan hatiye kirin de ji ajansa me re axivîn. 
 
 
DI HEVDÎTINA DAWÎ DE ALÎKARIYÊ XWESTIYE 
 
Avniye Çetîn diyar kir ku di 6’ê nîsanê de îşkence li kurê wê hatiye kirin û di 8’ê nîsanê de bi rêya hevdîtina telefonê vê îşkenceyê hîn bûye. Avniye Çetîn behsa hevdîtina bi kurê xwe re kir û wiha got: “Kurê min got, ‘Dayê em di talûkeyê de ne, hûn çi dikin bikin. Îro wê ji qawîşa me cenazeyek derkeve. Êdî ez im, Halîl e, Hasan e ez nizanim. Çi dibe alîkariya me bikin’. Alîkarî ji me xwest.”
 
QEYDA DENG RADESTÎ DOZGERIYÊ KIRIYE
 
Çetîn da zanîn ku dayika Halîl ku di beşa venihêrîna awarte de ye bo wê qeyda dengê wî şand û wiha domand: "Min jî ev deng weke cd amade kir û radestî Dozgeriya Sîlîvriyê kir. Min li wir gilî kir. Ji ber ku min ji kurêxwe agahî negirt, ez çûm Edliyeya Çaglayanê û min daxwazname da dozgeriyê. Jixwe zarokên me ceza xwe dikişînin lê cezayê ku gardiyan û midûr didin nayê qebûlkirin. Ez wek dayikekê êdî îdare nakim. Em ê biçin ber deriyê girtîgehê. Ez dixwazim sewqa kurê min bê kirin.” 
 
‘JI BO KU ZAROKÊN ME KURD IN…’ 
 
Çetîn anî ziman ku bi taybetî li dijî girtiyên kurd zextên giran tên kirin û wiha got: “Ji ber ku zarokên me kurd in, îşkence li wan têk irin. Ez gazî Serokkomar dikim, êdî bes e. Dilê me dayikan dişewite. Kurekî min miriye, taqeta min ku wê kurekî min din bimire nemaye.” 
 
DEMA QALA ÎŞKENCEYÊ DIKE TELEFONÊ QÛT DIKIN 
 
Fatma Agca jî anî ziman ku kurê wê ji girtîgehê bi xwişka xwe re axivî ye û wiha got: “Kurê min gotiye, ‘Îşkenceyek zêde li me kirin, an em ê xwe bikijun an jî ew ê me bikujin’. Dema kurê min van gotiye telefon hatiye qutkirin. Pişt re me tu agahî jê negirtiye. Ji roja înê ve em agahî jê nagirin. Lewma em çûn ber girtîgehê. Parêzerê me jî li gel me bû. Wî bernedan hundir. Rayedarên girtîgehê ji me re gotin, ‘nûçeyên belav bûne, derew in’ û me paşde şandin. Em çûn nexweşxaneyê me pirsî. Me nav jî da lê gotin tiştek wiha nebûye.” 
 
SALA PAR JÎ HATIYE ÎŞKENCEKIRIN 
 
Agca da zanîn ku ji sala par ve îşkence li kurê wê tê kirin û got: “Kurê min sala par jî gotibû, ‘dayê me dixin odeyek tarî û me tazî dikin û îşkenceyê li me dikin’. Di heman demê de bi jopan li wan didin. Laşê wî reş û şîn bûbû. Du sê meh berê jî gardiyanan li kurê min dabû. Pozê wî şikandibûn. Rapora lêdanê girtibû. Ez dipirsim gardiyan bi çi heqî îşkenceyê li zarokên me dikin? Divê gardiyan bên cezakirin. Salek ez neçûme hevdîtinê. Em nizanin niha li ku ye. Li ser ekranên televîzyonê qîre qîra îktidarê ye. Bila Erdogan derkeve ji bo wan jî biaxive û dawî li îşkenceyê bîne.” 
 
MA / Dogan Kaynak 
 

Sernavên din

13/04/2022
11:55 Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in?
11:51 Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin
11:51 Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin
11:41 Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir
11:21 Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband