Kişanak: Ê dibêje ez pak im ê xwe ji dosyeyê xelas bike

  • rojane
  • 18:53 5 Nîsan 2022
  • |
img
 
 
ENQERE - Gultan Kişank anî ziman ku divê Doza Kobanê bê sekinandin û got: "Bahtiyar Çolak dadgerekî tayinkirî ye. Ê dibêje ez pak im, demildest ê xwe ji vê dosyeyê xelas bike."
 
Danişîna 11'an a Doza Kobanê di roja şeşan de li Hêwana Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome. 
 
Piştî navberê parêzer Çîgdem Kozan axivî û got: "Duh we îfadeya şahidekî girt. We bi vî kesî hin kes dan teşxîskirin. Kesên navê wan di îfadeya vî kesî de tune bûn jî we pê dan teşxîskirin. Ez ji we re dibêjim daxilî nava şaşiyek wiha nebin. Ya hûn dikin dijî hiqûqê ye. Li gor usûlê guh li şahidan bikin." 
 
Paşê parêzer Cenk Yîgîter û parêzer Cîhan Aydin jî axivîn û awayê darizandinê yê dadgehê rexne kirin. 
 
Piştî parêzeran Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin ji Girtîgeha Kandirayê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Kişanakê jî pergala darazê rexne kir û bal kişand ser rageşiya serê sibehê û bêhiqûqîtiya hat kirin: "Hûn doza çi dikin? Bi rastî jî fêm nakim. Hûn bi vî awayî dixwazin em danişînan protetso bikin? Ev der hucreyeke Tîpa F'yê ye. Her yek ji me ji odeyên xwe tê û gava me her sêyan tînin vira herî kêm nîv saet wext derbas dibe. Te dît dibêjin, 'ez çîzo mîzo nizanim gere îroi 5 ton porteqal bên berhevkirin.' Ger patronek hebe û ji we re wisa dibêje, ji xeynî vê bi tu awayî nikare bixebite. Qey gefan li we dixwin_ Qey we şantaj dikin? Nizanim. Ev çi telaşa we ye, he!" 
 
Kişanakê di dawiya axaftina xwe de got: "Destê kê di berîka kê de ye ne diyar e. Dozeke kûmpasê ye ev. Ma hûn ê danişînê bi vî awayî bidomînin? Ma gere ez tim li benda vê SEGBÎS'ê bim? Qey nikarim hevdîtinê bi malbata xwe re bikim? Ma darizandinek bi vî awayî dibe? Em ne li benda qenciya we ne. Tenê em dixwazin hûn li gor pîvanên hiqûqa nivîskî tevbigerin. Gava ez ne li vira bim hûn nikarin guh li şahidan bikin. Em wekî xaçepirsekê dozê çareser dikin hela bê çi bûye an jî çi nebûye. Ewraqên daxilî nava dosyeyê tên kirin ji me re nayên şandin. Evana bisenifînin û ji me re bişînin.
 
Em ne zarok in. Em siyasetmedarine ku dikarin vî welatî bi rê ve bibin. Em li cihekî wisa zorbe rabûne û me siyaset kiriye. Berpirsiyariyên me hene. Ev welat, ev mirov, gelê me tişta baş kîjan be wê heq dike. Em baş dizanin ba ka çi çi ye, bê pa pergala hiqûqî û civakî çaw aye. Em hingî bi bêhiqûqîtiyê re rû bi rû man, em van titşan hîn bûn. Ji bo karibim baş parastinê bikim divê hemû ewraqên daxilî nava dosyeyê tên kirin bibînim. Hûn ê van ewraqan ji min û hemû hevalên min re bişînin. 
 
Serê sibehê we derbarê tenduristiya Bahtiyar Çolak de raporek xwend. Dibe jiyana hinekan magazîn be, lê ya me na. Divê ewraq bigihê destê min. Divê ew ewraq bi awayekî fizîkî bê ber destê me ku em zanibin bê ka a rast kîjan e. Ez ji bo belgeya ku we serê sibehê xwend dikarim vê bibêjim: ez bûye dustûrek; vê yekê hem di siyasetê de hem jî di hiqûqê de dikin. Hûn nikarin bibêjin 'heta te got gur û rovî, post hat nîvî.' Ger dadgerekî dadgehê şerhê deyne, ma endamên din dikairn tiştekî bikin? Îmzeya dadger qebûlkirina îdianameyê ye." 
 
Di vê navê de serokê dadgehê ket navberê û got: "Ger palpişteke vê angaşta te hebe, kerem bike îspat bike." 
 
Kişanakê jî got: "Ger palpişteke qanûnî ya berevajî wê hebe, hûn ji min re îspat bikin. Di dîroka daraza Tirkiyeyê de tenê mînakekê bidin. Di hiqûqê de îçtihad heye, ne? Hem atenê mînakek îçtihadê nîşan bide, em îçtihadê qebûl bikin. Ez nikarim bêjim filan xala CMK'ê, lê wekî miroveke ku jiyana min tim bi bêhiqûqiyan re rû bi rû maye, ez bi mantiqa hiqûqê dizanim. Lewma divê ev doz bê sekinandin. Ev doz bi îdianameya ku Bahtiyar çolak amade kiriye nameşe. Wekî Bahtiyar Çolak bi xwe jî gotiye, ew keseke di nava kar û barên çetetiyê de bûuye. Rêxistinên çeteyan ên bi vî rengî heya hêzê ji desthilatê negirin nikarin pêş de biçin. Ew û îqtidara siyasî li dor heman berjwendiyan tevgeriyane. Li hev kirine. Karekî organîzeyî. Bahtiyar Çolak baş dizane ev yek wisa ye. Ev doza kûmpas anîn danîn ber wî û got, 'Ez dikarim ev qasî bikim.' Lê çima hûn bûn parçeyek vê kûmpasê? Ma darizandineke dûrî aqil û mantiqê pêkan e? Ev encama bazarekê ne û dê aşkere bibin. Divê ev pêvajoya kûmpasê hemû aşkere bibe." 
 
Kişandakê di berdewama axaftina xwe de got: "We jî daye ser rêça Bahtiyar Çolak. Ê ku dîrokê tecellî dike edalet e. Tu tişt veşarî nemaye. Helbet wê aşkere bibe. Em li gor rêgezeke xwezayî ya dadgeriyê nehatin dadgehê. Em anîn ber heyeteke taybet. Çima bi taybetî Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê hat bijartin? Çima Bahtiyar Çolak ji dozên din hat azadkirin? Ne dadgerekî xwezayî bû, dadgerekî tayinkirî bû. Ji lew re ancax ev dosye radestî kesekî xwedî têkiliyên ev qasî qirêj bê kirin. Kesê hebikekî wijdan pê re hebûna û edaletparêz bûna îdianameyek wisa qebûl nedikir. Mar û dûpişk bûne xwişk. Çete hev du dîtine û radibin kumpasê di ser me re bi rê ve dibin. Ev dosye, dosyeyeke qirêjî ye. Ê dibêje ez pak im, demildest ê xwe ji vê dosyeyê xelas bike. Divê ev darizandin bê sekinandin. Ev bêhiqûqîtiya li ser bêhiqûqîtiyê ye. Tiştên ku Bahtiyar Çolak kirine hemû bêusûl bûn, niha jî bi şik û guman in. Siya çeteyan keytiye ser vê dosyeyê. Siyaset ne karekî ku meriv bi dizî bike. Lewma min li her derî bi dengekî bilind got. Li xweşa hin kesan neçûye, lewa min didarizînin. Ez ê li vira jî bibêjim. Ez ê bibêjim. Min çi gotibe, ez ê bibêjim. Tu tiştekî min ê ku veşêrim tune ye. Ez siyasetê dikim. Em ê nehêlin hûn wekî mehkûmên bêran mehê 15 roajn tiştekî dijî herka jiyanê bime bidin kirin." 
 
Piştî axaftina Kişanakê îtirafkar Kerem Gokalp anîn hêwana danişînê. 
 
Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axivî û got: "Hûn bêy lêpirsînê nikarin delîlan berhev bikin û şahidan guhdar bikin." 

Sernavên din

09/04/2022
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez