Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin

  • rojane
  • 10:07 5 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şexsiyetên navdar ên cîhanê ku Ocalan weke “yek ji mezintirîn bîrewerên serdemê” pênase dikin, 73’yemîn rojbûna Ocalan pîroz kirin û xwestin ku azad bibe. 

Siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên navdar ên cîhanê bi munasebeta 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyam parve kirin û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), navdarên cîhanê banga azadiya Ocalan kirin. 
 
KATALAN CUP: EM TEV LI QÎRINA AZADÊ DIBIN
 
Candidatura d'Unitat Popular Països Catalans’ın (Yekitiya Gel a Katalonyayê -CUP) li ser hesaba xwe ya twîtterê diyar kir ku Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û wiha got: “Dê têkoşîna gelê kurd û mafên mirovan bi ser keve.” Di berdewamê de jî got: “Em tev li qîrîna #FreeOcalan dibin.” 
 
 
 
ENDAMÊ PE’YÊ SMERIGLIO AZADIYA OCALAN XWEST
 
Massimiliano Smeriglio ku di 8’ê gulana sala 1966’an de li Romayê ji dayik bû, bi salan li University of Rome Three'yê ders dan û ji sala 2019’an heta niha jî li Parlamentoya Ewropayê (PE) endamtiya Koma S&D’ê dike, rojbûna Ocalan pîroz kir. Smeriglio di parvekirina xwe de Ocalan weke “Pêşengê dîrokî yê têkoşîna rizgariyê yê gelê kurd” pênase kir û û wiha got: “Dê daxwaza me ya azadiya Ocalan bidome. #FreeÖcalan.” 
 
 
 
GIULIANO GRANATO: DI SERÎ DE AZADÎ
 
Berdevkê Neteweyî yê Desthilatdariya Gel a Îtalyayê Giuliano Granato jî banga bidawîkirina tecrîdê kir û wiha got: “Hêviya başbûna tenduristiya Ocalan bi tena serê xwe bes nake. Divê tecrîda hovane ya girankirî ku wî dide zorê jî bi dawî bibe û beriya her tiştî em azadiya wî bixwazin. #freeocalan!” 
 
 
 
BAL KIŞAND SER QEDEXEYA HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE 
 
Basels starke Alternative (BastA! – Alternatîfa Xurt a Baselê) a li Swîsreyê jî di peyama xwe de bal kişand ser qedexeya hevdîtina bi parêzeran re û ev tişt anî ziman: “Îdolê tevgera azadiya kurd Abdullah Ocalan 73 salî ye.” 
 
 
 
AMEDEO CIACCHERI: MEZINTIRÎN BÎREWERÊ SERDEMÊ
 
Serokê Şaredariya Herêma 8’emîn a paytexta Îtalyayê Romayê Amedeo Ciahccheri jî bi boneya 73’yemîn rojbûna Ocalan ev peyam parve kir: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve 73 saliya xwe. Yek ji mezintirîn bîrewerên serdema me ne ku dikare ji bo aştî û demokrasiya Rojhilata Navîn û cîhanê asoyên nû ava bike. Ji sala 1999'an heta niha jî di şert û mercên dermirovî yên li Tirkiyeyê de girtî ye. #FreeÖcalan”
 
 
 
WÊNEYÊ OCALAN XÊZ KIR
 
Wênesaz û parastvanê mafên mirovan Gainluca Costantini jî wêneyê Ocalan xêz kir û bi vê peyamê parve kir: “Rojbûna te pîroz be Abdullah Ocalan.” 
 
 
‘HÊVIYA HERÎ XURT A XWEGIHANDINA WEKHEVIYÊ YE’
 
Black Socialists in America (Sosyalîstên Reşik ên Amerîkayê) jî bi hastaga “#FreeAbdullahOcalan” re ev peyam parve kir: “Li gorî me kapîtalîzm pergaleke sosyal û aborî ya li dijî azadî û edaletê ye. Ji ber vê yekê, li gorî me ji bo xwegihandina civakeke wekhev ku demokrasî û azadiyê dihewîne, bi tevgereke sosyalîst a navneteweyî pêkan e.” 
 
 
JI MEP’Ê BANGA AZADIYÊ
 
Endamê Baskî yê Parlamentoya Ewropayê (Member of European Parliament-MEP) Pernando Barrena jî rojbûna Ocalan pîroz kir û ev peyam parve kir: “Bi wesîleya 73’yemîn rojbûna pêşengê kurd Abdullah Ocalan, em dixwazin ku tecrîd di zûtirin demê de bê rakirin. Her wiha em bang dikin ku Ocalan azad bibe.”
 
 
 

Sernavên din

09/04/2022
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez