'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'

  • rojane
  • 09:04 5 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Endamên MATUHAYDER'ê destnîşan kirin ku sedema mirin û pêkanînên li girtîgehan rû didin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e  û gotin, heya tecrîd ranebe yê rewşa Tirkiye û Kurdistanê her ber bi xerabûnê ve biçe.

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî giran tê tecrîdkirin û ji 25'ê adara 2021'ê ve tu xeber jê nayên girtin. Her wiha serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin. Ev tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bandorê li seranserê Tirkiye û Kurdistanê jî dike. Bi vê tecrîde re înfaza gelek girtiyan tê şewitandin, girtiyên nexweş di hucreyan de jiyana xwe ji dest didin û gelek jî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. 
 
Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a adara 2021’ê; 604 jê giran, bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gor raporê ji sala 2021'ê heya destpêka 2022’yan 12 girtî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Herî dawiyê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê Abdullah Boran ê 80 salî û li Girtîgeha Wanê ya Tipa F'yê Şervan Can Guder ê 20 salî jiyana xwe ji dest dan.  
 
Endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) bal kişandin ser pêkanînên li girtîgehan û destnîşan kirin ku heya tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe yê kuştin û pêkanînên nebaş tim berdewam bikin.
 
'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BANDOR LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ KIR'
 
Nûnerê MATUHAYDERê Alî Edebali anî ziman ku girtîgeh ji bo girtiyen bûne cihê mirinê. Edebalî, bibîr xist ku di sala 2021’ê de nêzî 8 girtî û di meha Adarê ya 2022'yan de jî 3 girtî bi awayekî bi guman jiyana xwe dest dane. Edebalî diyar kir ku mirinên li girtîgehan diqewimin wekî mirineke asayî tên nîşandan ji aliyê dewletê ve û got: "Her kuştin û binpêkirina mafan giredayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Heya ev tecrîda li ser serokê neteweyî bi dawî nebe yê polîtîkayên binpêkirina mafên mirovan zêde bibin. Tecrîda Îmraliyê niha sîrayetî hemû qadên jiyanê kiriye û zindan bûne avahiyên tecrîdê.”
 
'ZINDAN BUYÎNE GORISTAN'
 
Edebalî, destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê guh li zagonên xwe jî nake û got: "Kesên diçin leşkeriyê û tên girtin, di warê ewlehiyê û jiyana de di bin berpirsiyariya dewletê de ne.Lê mixabin rayederên Tirkiyeyê bi hinceta pandemiyê, wekî astengkirina axaftina telefonê û hevdîtinên vekîrî derûniya girtîyan xirab dikin û wan bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Her wiha ji ber vê zindan roj bi roj ji bo girtiyan dibin goristan. Di salekê de nêzî 20 girtiyan jiyana xwe dest da.”
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Edebalî, anî ziman ku ji bo binpêkirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin, pêşî divê tecrîda li ser rêberê PKK Abdullah Ocalan bê rakirin. Edebalî got: “Hewce ye em li dijî vê tecrîda ku bandor li hemû gelan dike bi awayekî topyekûn bitêkoşin û bixebitin. Em eger xebatên xwe pêş de bibin û her wiha têkoşîna xwe bilind bikin, em ê bersiva herî baş bidin dewleta zilimkar. Ger em ker û lal bisekinîn yê ev nexweşî her tim bidomin. Em naxwazin êdî dilê dayikan bişewite û xwîn birije. Bila wezîrê dadê derhal peywira xwe bîne cih.”
 
'DIJMINATÎ'
 
Endamê MATUHAYDER'ê Sebat Karul jî bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş. Karul da zanîn ku bi nexweşiya pandemiyê re ev pisgirêk hej zêdetir bûne û got: “Dema girtî diçin revîrê, wan dixin karantinayê. Ji ber vê nikarin biçin revîrê. Zindanên Tirkiyeyê ji bo girtiyên nexweş bûne cihê mirinê. Girtî li vê derê nexweş dikevin. Ev der ne li gorî jiyana wan e. Hewce ye girtiyên nexweş demlidest werin berdan. Ev dijminatiyeke çawa ye? Çawa dikarin girtiyên nexweş ên wek Mehmet Emîn Ozkan di girtîgehê de bihêlin. Wek çare jî tenê Saziya Tiba Edlî (ATK) nîşan didin. Lê ev ne çareserî ye. ATK bûye saziya wezirê dadê. Ev qasî cihê zanyariyê û tibê hene. Ev esas nayên girtin, tenê raporên ATK'ê esas tên girtin. Hewce ye di vê mijarê de peywirdar demil dest gavina bavêjin." 
 
NOBEDÊN EDALETÊ
 
Karul, diyar ki ku ji bo ev pêkanînên li girtîgehan bi dawî bibin divê malbat û xizmên girtîgehan rabin ser xwe. Karul, di dawiya axaftina xwe de got: “Hewce ye malbatên girtiyan piştgirî bidin nobedên edaletê. Her wiha kesên dibêjin ez însan im, xwedî wijdan im bila ji bo girtiyên nexweş dengê xwe derxînin. Divê dengê edaletê em bilind bikin. Gel, partî û saziyên xwedî wijdan divê bibin dengê girtiyên nexweş. Divê em her tim li qadan bin û bi dewletê hin gavan bidin avêtin. Navê wan pêkanînan faşîzm e. Em dikarin vê faşîzmê jî bi têkoşîneke topyekûn têk bibin. Ev tenê bi çend saziyên têkildarî girtîgehan nayê çareserkirin. Divê raya giştî li hember vê neyartiyê bibe yêk û rabe ser pêyan.”
 

Sernavên din

09/04/2022
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez