Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

  • cîhan
  • 16:57 4 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên welatên Ewropayê û Rûsyayê rojbûna rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi hin çalakiyan hate pîrozkirin. 
 
Li gelek bajarên welatên Ewropa û Rûsyayê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a 73’yemîn bi hin çalakiyan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên bi hezaran kes tev li bûn de govend hatin gerandin û bi hin çalakiyên hatin lidarxistin ji bo Ocalan şitil hatin danîn. 
 
RÛSYA
 
Kurdên li paytext Moskowayê li Mala Kurdan li hev civiyan û 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Destpêkê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre jî li ser jiyana Abdullah Ocalan sînevîzyonek hate nîşandan. Nûnerên saziyên kurdan ên li Rûsyayê di pîrozbahiyê de peyam dan û diyar kirin ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelê kurd e, lewma li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hunermend Sare û Îbragîm Haciyev, Leyla Mgoyan û koma govendê ya Niştîman derketin ser dikê. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.
 
ÎVANOVA
 
Kurdên li bajarê Îvanovayê jî 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kirin. Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn li ser wateya rojê hestên xwe anîn ziman. Qisekeran diyar kirin ku bêyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kesî qala hebûna gelê Kurd nedikir û gotin, çavkaniya têkoşîna Kurdan fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Her wiha hate ragihandin ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd e û sala 2022’yan wê bibe sala azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.
 
TAMBOV
 
Kurdên li navçeya Mîçûrînskê ya herêma Tambovê, li hev civiyan û rojbûna Rêberê PKK’ê pîroz kirin. Gelek zarok û ciwan di pîrozbahiyê de amade bûn. Zarokên Kurd helbestên ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsandîbûn xwendin. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.
 
AVÛSTÛRYA
 
Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, 4’ê Nîsanê roja Yekşemê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate pîrozkirin. Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş li pîrozbahiyê axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Aktaş anî ziman ku heta Abdullah Ocalan azad nebe gelê Kurd nikare azad bibe û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir. Di pîrozbahiyê de ku nêzî 500 kes amade bûn dirûşm ji bo Abdullah Ocalan hatin qîrîn. Li gel peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a ji bo Newrozê, peyamên KCDK-E û HBDH’ê hatin xwendin. Her wiha sînevîzyonek ji dîmenên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate nîşandan. Di pîrozbahiyê de Koma Dem, Seher Saran, Hozan Kamber, Kawa Ûrmiye û Seyda Perînçek derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
 
ÎTALYA
 
Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê, bi pêşengiya Komîteya Kurd pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de hate ragihandin, ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd û gelên bindest e. Di çalakiyê de tecrîd hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hate kirin.
 
 
 
 

Sernavên din

09/04/2022
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez