Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!

  • rojane
  • 15:42 4 Nîsan 2022
  • |
img

ÊLIH - Yahya Karabaş ê li Hezoyê wî binçav kirin, kîs xistin serê wî û 4 rojan bi îşkenceyê re rûbirû ma û çavek wî tije xwîn kirin. Karabaş destnîşan kir ku tevî îşkenceya lê hatiye kirin jî rapora îşkenceyê nedanê. 

Leşkeran di 31’ê adarê de bi ser hin malên li gundê Timoq ê bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve girtin û li 15 kesan dan û binçav kiribûn. Ji 15 kesan 10 piştî îfade dan qereqola leşkeriyê ya li gundê Timoq serbest hatin berdan. Yahya Karabaş, Yakup Karabaş, Şaban Cengîz, Firat Baran û Sadulah Karabaş jî di 3’yê nîsanê de birin dozgeriyê. Dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 4 kesan bi şertê kontrola edlî û Sadulah Karabaş jî bi bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin. 4 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Sadulah Karabaş jî hat girtin. 
 
Yayha Karabaş ê di dema binçavkirinê de îşkence lê hat kirin, serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê da. 
 
Karabaş ê ku şopên îşkenceyê li ser laşê wî tên xuyakirin û çavek wî tije xwîn hatiye kirin, tiştên hatine serî wî ji ajansa me re vegot. 
 
LEŞKERAN KÎS XIST SERÊ WΠ
 
Karabaş diyar kir ku dema wî binçav kirine ji mirinê filitiye û wiha behsa roja bûyerê kir: “Serê saet li 5’an keya hat bang li min kir ku leşker gazî min dikin. Min cilê xwe li xwe kir û em çûn cem leşkeran. Leşkerên cilên sivîl li wan ji maşîneyan peya bûn bêyî ku tiştek bêjin û bipirsin, êrişî min kirin. Kîs xistin serê min û min li maşîneya zirxî siwar kirin. Ez nizanim min birin ku. Nêzî du saetan min di maşînyê de gerandin. Leşkeran heqaret li min kir. Min peya kirin lê ji ber çavê min girtîbûn, nizanim min birin ku. Lê min ji dengê xwezayê fêm kir ku em li deverek bi daristan in. Piştî min ji maşîneyê peya kirin, serê min xistin avê û derxistin.” 
 
BI SAETAN ÎŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN 
 
Karabaş destnîşan kir ku îşkenceya lê dihat kirin li cihek ku herî bû û çirav bû dewam kir. Min di heriyê dikirin û radikirin. Ji min dipirsîn ka gerîla li vir hene an tune ne. Dema min digot nizanim, îşkenceyê dewam dikir. Tifinga xwe xistin serê min û dixwestin min bikujin. Du sê saetan min sekinandin û îşkenceyek giran li min kirin. Heqaretên giran li min dikirin. Pişt re dîsa min xistin wesayîtê û kîsê di serê min de qet dernexistin. Dîsa nêzî du saetan di wesayîtê de min birin. Di rê de jî tundiyê dewam kir. Her tim gefa kuştinê li min dixwarin. Piştî min birin cihê ku min li wesayîtê siwar kirin, kîsê ji serê min derxistin. Ez di nav herî û xwînê de mabûm. Bi cilên şil min li ber serma dijwar hiştin. Li cihê min sekinandin fermandarê leşkeran û keya jî hebûn. Pişt re min birin ber mala min. Nehiştin ez bikevim hundir. Du saet li ber malê min sekinandin. Li vir jî îşkenceyê dewam kir.” 
 
LI BER ÇAVÊ HEVJÎNA WÎ ÎŞKENCE LÊ KIRINE 
 
Karabaş da zanîn ku bi zanebûn li ber çavê hevjîna wî îşkence lê hatiye kirin û berê êvarê wî li wesayîta zirxî siwar kirine û birine qereqolê û wiha domand: “Heta nîvê şevê min li qereqolê hiştin. Pişt re min birin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê. Dema em bi rê de bûn leşkerên li ba min digotin ‘ji doktor re bêje min heb vexwarine û çavê min wisa bûne’. Bijîşk muayene kir. Pişt re min birin Fermandariya Leşkeriyê ya Êlihê. Li qereqolê şopa tiliyên min girtin û leşkerek cilên sivîl li ba min bû got ‘yê îşkenceyê li te kir, ez bûm. Heke min bixwesta min ê te bikuşta. Min ji bo kuştinê te bir wê deverê. Ez ê te teslîmî edaletê bikim’.” 
 
LI NEXWEŞXANEYÊ MUDAXILEYÎ RAPORÊ KIRIN 
 
Karabaş diyar kir ku 4 roj bênavber îşkence lê hatiye kirin û wiha got: “Cara dawî ku min birin doktor, dokgor xwest leşker ji hundir derkevin. Min her tiştî hatiye serê min ji doktor re vegot. Dokgor got berê wî rapor amade kiriye. Pişt re leşkerek cilên sivîl lê nêzî nîv saetî bi doktor re axivî. Pişt re li cem doktorek din rapor amade kirin. Roja yekşemê êvarê piştî karûbarên îfadeyan bi şertê kontrola edlî min berdan. Dozger got dê rapora lêdanê dirêj berdewam bike, sibê biçin ji nexwşexaneyê raporek din bigirin û li dozgeriyê gilî bikin.” 
 
DOKTOR Û POLÎSAN RAPOR NEDA 
 
Karabaş anî ziman ku piştî wî berdane ji bo ew raporê bigire çûye nexweşxaneyê û got: “Min her tiştî ji doktor re vegot. Doktor gazî polîsan kir. Pişt re polîs hatin û rapor nedan min. Min ji doktor rapor xwest lê neda min. Min nêzî saetek û nîv li nexweşxaneyê hiştin. Polîs û doktor her kêlî zoriyan danîn pêşiya min. Di dawiyê de ez bi parêzerên xwe re ketim pêwendiyê û raporek ji rêzê ya lêdanê dan min û min şandin. Min muayene nekirin.” 
 
Karabaş destnîşan kir ku ew ê li dijî vê îşkenceya lê hatiye kirin gilî bike û got: “Ez ji jiyana xwe bi guman im. Heke tiştek were serê min rayedarên dewletê berpirsiyar in.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

09/04/2022
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez