Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin

  • rojane
  • 14:43 4 Nîsan 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Parêzerê Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê Erdal Kuzu diyar kir ku serokê dadgehê yê berê ku li dozê dinêrî delîlan tune dike.  

 
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, di navbera 29’ê Cotmeha 1995’an de û 8’ê Adara 1996’an de, 3 jê zarok 7 welatî û Çawişê Pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derbarê bûyerê de, doz li 18 bersûcan hatibû vekirin. Danişîna 25’emîn dozê ya ku weke Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê tê nasîn, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat lidarxistin.  
 
Di dozê de, Fermandarê Tabûra Komando ya Cendirmeyan a Mêrdînê yê wê demê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendê ya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî, di nav de 18 bersûc ji sûcê “kuştina bi zanebûn” tên darizandin.
 
Malbatên kesên hatin windakirin ji bajarên cuda hatin û bi parêzerê xwe Erdal Kûzû re di danişînê de amade bûn.  
 
Ji bersûcan Hurşît Îmren û parêzerên hin bersûcan bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn. 
 
Danişînê bi xwendina nasnameyan û ewraqên hatine dadgehê dest pê kir. Hat diyarkirin ku hêj kesî xwe negihandiye Dozgerê Komarê yê Kerbaronê yê wê demê Adem Kul. 
 
BÎRA KU HESTIYAN JÊ DERXIST BI BÎR XIST 
 
Di danişînê de ewilî Kasim Aslan ê ku bavê wî Mehmet Emîn Alsan hat windakirin axivî û got: “Gelo êdî ji bo me jî wextê edaletê nehatiye? Em dixwazin kuejr bên cezakirin.” 
 
Mehmet Coşkun ê birayê Abdurrahman Coşkun ku hat windakirin jî got: “27 sal berê bav û birayên me hatin windakirin. Em mexdûr in. Em tên vê dadgehê lê belê tu bersûc tune ne. Em dixwazin tavilê biryar bê dayîn û kujer bên cezakirin.” 
 
Hiznî Dogan ê birayê Seyhan Dogan ku hat windakirin jî got: “Êdî em nizanin em ê bêjin çi. Bi salane em tên vê dadgehê. Em dîsa dipirsin çima ev kujer nayên girtin? Em dixwazin kujer bên girtin û cezakirin.” 
 
'ÊDÎ EM NEFESÊ NAGIRIN’ 
 
Azîz Altunkaynak ê bavê Davutê 12 salî ku hat windakirin jî wiha got: “Me hestiyên zarokên xwe di bîran de dîtin. Min hestiyên lawê xwe ji bîrê derxist. Lê dadgehêj hêj ‘delîlan’ ji me dixwaze. Divê em hêj çiqas delîlan pêşkêş bikin? Cerdevan û çeteyên Mehmet Tîre jî dizanin. Davut zarokek 12 salî bû û wî ji nava nivînên wî derxistin birin. Dibin qereqolê îşkence lê dikin û dayika wî jî viya dibîne. Pişt re me tu agahî jê negirt. Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dozê ji Midyadê anîn Semsûrê. We kîjan bersûcî aniye Semsûrê. Hatina vir eziyetê li me dike. Em naxwazin kujer serbest bigerin. Divê bên girtin. Divê êdî dadgeh biryarê bide. 27 sal in em nefesê nagirin.” 
 
XWEST ENCAM BIDE
 
Pişt re Ahmet Akyon ê kekê Nedîm Akyon ê hatibû windakirin jî diyar kir ku bersûcan danişînek jî neanîne û ew êdî dixwazin dadgeh bi encam bibe. 
 
Pişt re parêzerê malbatan ango dozê Erdal Kuzu anî ziman ku ew dixwazin dadgeh bikeve pêvajoya biryarê û divê dadgeh di vê mijarê de daxuyanî bide. 
 
Di vê navberê de serokê dadgehê daxuyanî da û 5 sal in divê li Dozgerê Kerboranê yê wê demê Adem Kul bê guhdarîkirin lê xwe negihandinê û ew ê derheqê Kul de bikevin pêvajoya biryar dayînê. 
 
‘DELÎL HATIN TUNEKIRIN'
 
Kuzu pişt re parastina xwe domand  û wiha got: “Em ê bi miwekîlên xwe re nirxandina vê yekê bikin. Baweriya bi darazê li Tirkiyê hatiye astek ku tê nîqaşkirin. Biryara guhdarîkirina Adem Kul di sala 2017’an de hatiye girtin. Lê 5 sal in nehatiye guhdarîkirin. Dema derbarê vî kesî de biryara guhdariyê hat girtin, derbarê wî de lêpirsîn jî hebû. Ev kes paşê hat girtin û hat berdan. Lê belê dadgehê li agahiya ku dikare di UYAP’ê de xwe bigihînê mêze nekir. Serokê dadgehê yê beriya niha delîl tune kirin. Kesê di darizandinê de dikare her tiştî bike, rabû delîl tune kirin.” 
 
‘DIVÊ MUTALA BÊ GUHERTIN’ 
 
Kuzu destnîşan kir ku dadgeh henekê xwe bi baweriya însanan a ji bo edaletê dike. Kuzu da zanîn ku di mutalayê de tê gotin ji ber ku di 1995’an de kamera nebûye biryara beraetê hatiye dayîn û got: “Di sala 1995’an de li ku kamera hebû? Bi vê yekê dixwazin henekên xwe bi me bikin. Di 1995’an de li kîjan saziya dewletê kamera hebû. Ev mutala li dijî aqil û hestên mirovan e û bi vê mutalayê henekê xwe bi me dikin. Divê ev mutala bê guhertin.” 
 
MALBATAN BERTEK NÎŞAN DA 
 
Pişt re bersûc Hurşît Îmren, Mahmut Yilmaz, Farûk Çatak û Haydar Topçam axivîn û diyar kirin ku ew mutalayê erê dikin û xwestin bên beraetkirin. Pişt re parêzerên bersûcan axivîn û xwestin bersûc bên beraetkirin. 
 
Malbatan bertek nîşanî parêzer û bersûcan dan. Serokê dadgehê hişyariya ku nîqaş dernekeve da. 
 
DOZ HAT TALOQKIRIN 
 
Dadgehê biryara girtina bersûcan red kir û xwest biryara dewama tedbîra edlî ya li derketina derveyî welat a bersûcan da û danişînê taloqî 4’ê tîrmehê kir. 
 
 

Sernavên din

09/04/2022
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez