Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye

  • rojane
  • 09:02 3 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku hevdîtinên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re wê bi xwe re şereke navxweyî bîne û got: "Ev hevkariyeke ne rewa ye. Wê ev yek bibe sedema têkçûyina deskeftiyên gelê kurd."

Tirkiyeyê di 23’yê nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê, operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Operasyona ku saleke ji bejahî û hewayî ve berdewam dike hê encam negirtiye. Tevî alîkariya hêzên taybet ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî Tirkiye pêşketinek bi dest nexistiye. Operasyonên Tirkiyeyê yê ku bi piştgirî û hevkariya PDK'ê didomin bi xwe re nerazîbûnan jî tîne. 
 
Bi hevkariya PDK'ê re heta niha li herêmê bi dehan baregehên Tirkiyeyê hatin bicihkirin. Trafîka ku di navbera Hewlêr û Enqereyê de jî di demên dawî de zêde bû. Tê gotin ku bi van hevdîtinan re tê armanckirin ku di demên pêş de dê bi hevkariya PDK'ê operasyonek bê lidarxistin. Ji aliyê din ve piştî ku "Peymana Şengalê" ya di 9'ê Cotmeha 2020'an de ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin êrişên li ser herêmê jî zêdetir kir. Peymana ku beyî vîna civaka êzdî hatiye îmzekirin, niha gav bi gav dixin meriyetê. 
 
Yek ji van pêkanînan jî çêkirina diwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ye. Diwarê ku  bilindahiya wî  3 mîtroyan, 75 santîmîtroyan stûr û bi dirêjahiya 250 kîlomteryen tê çêkirin, armanc dikin ku danûstandina Rojava û Şengalê bê qutkirin. 
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus derbarê geşedanên dawî yên li Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'HEVKARIYEKE NE REWA YE' 
 
Karamus, diyar kir ku hevdîtinên Hewlerê yên bi Tirkiyeyê re zirareke mezin dide destkeftiyên gelê kurd û wiha got: “Îro li Başûrê Kurdistanê li dilê me be û ne dilê me be statûyek heye. Pêwîste ku pêwendiyên wan li gel welatên derdorê hebe. Pêwendî bi armancên cuda cuda çêdibin. Lê dema ku em lê dinêrin tehemûla dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî statûya gelê kurd a li Başûr, Rojava û Bakur nema ye. Jixwe dewleta tirk ev çend salên dawî ne bi awayeke berfireh li dijî kurdan şerek daye destpêkirin. Di vî şerî de tu berjewendiyeke gelê kurd tune ye. Danûstandinên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re fikar û metirsîdar in. Di van hevdîtinan de tu deskeftiyên gelê kurd tune ne. Em aloziyên di nava gelê kurd de û hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re metirsîdar dibînin. Em van hevdîtinan erênî nabînin. Her çiqas rayedarên dewleta tirk û hikûmeta herêmê di daxuyaniyên xwe de bibêjin ku ev hevdîtinên li ser bazirganiyê tên kirin jî ne wisa ye. Armanca dewleta tirk ji wê zêdetir tişteke dine. Ji xwe dewleta tirk ser erd û bin erdê Kurdistanê hemû talankirine.Hevdîtinên PDK'ê yên di asta leşkerî de, daxuyaniyên wan,vekişandina hêzên wan têkçûyina deskeftiyên gelê kurde.Eger di vî warî de pêwistiya bi pêwendiyê hebe, ji xeynî Tirkiyeyê dikarin ku ji rêxistin û partiyên herêmê re bicivin. Peyman û hevdîtinên dewleta Tirkiyê û PDK'ê yê weke mînak peyman nefta Kurdistanê ya 50'î salî cihê metirsiyê ye. Agahiya hêzên başûrî jî ji vê peymanê tune ye. Naveroka danûstandinên Tirkiyeyê û PDK'ê ji van nêz ve tune ye. Li herêmê li hemberî hevdîtinên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re bertekek cidî heye.Ev jî cihê metirsiyariyê ye. Ev hevkariyeke ne rewa ye. Ev hevdîtine dibe sedemê têkçûyina deskeftiyên gelê kurd. Dewleta tirk di vî warî de helwesta xwe bi aşkere dide nîşandin. Wezîrê Ewlehiyê yê Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got ku hebûna Kurdistanê bi tu şêwazî qebûl nakin. Dema ku hebûn, statû û deskeftiyên te neyên qebûlkirin bi çi awayî hûn bi wan re hevdîtin dikin. Yan jî ev hevdîtine wê li ser çi esasî tên kirin?"
 
Karamus, da zanîn ku armanca hevdîtinan tunekirina deskeftiyên gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Di van hevdîtinan de her aliyekî daxwazeke wan heye. Ji xwe dewleta tirk dide diyarkirin ku sînorên xwe yên Misak-î Mîllî hin berfirehtir bikin. Erdogan di axiftineke xwe de bi nexşeyeke destnîşan dike û em di wê nexşeyê de baş dibînin ku herêma başûr beşeke gelek mezin xistiye bin sînorê xwe yê bi navê Mîsak-î Mîllî de. Dixwazin ku plana xwe ya 2023'yan pêk bînin. Ji xwe daxwaza wan a berê jî ya li ser Kerkûk û Musilê ji aliyê dîrokî ve jî di bin sînorê dewleta tirk de ye. Dixwazin van herdu herêman jî bixin bin kontrola xwe. Di vir de hedefeke Tirkiyeyê û PDK'ê ya hevbeş heye. Di vir de armanc tasfiyekirina tevgera azadiya Kurdistanê ye. Armanca sereke ya dewleta tirk ew e ku Herêma Kurdistanê dagir bike.” 
 
'DIXWAZE HERÊMÊ BIXE BIN SÎNORÊ MÎSAK-Î MÎLLÎ’ 
 
Karamus, bi lêv kir ku li herêmê her kes ji hevdîtinên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re neraziye û wiha axivî: "Hedefa dewleta tirk ne xêrxwaziya kurd û Kurdistanî ye. Hedefa wê ew e ku herêmê carekî de bixine bin kontrola xwe. Li Musil, Kerkûk û cihên din bicihkirina hêzên dewleta tirk perçeyeke vê konseptê ye. Rewşa Rojavayê Kurdistanê jî ji vê ne cudatire. Ji Efrînê bigire heta ku Bradostê dixwaze korîdoreke ku ji kurdan bê paqijkirin ava bike. Dixwaze ku serweriya xwe liv an deveran pêk bîne. Heke dewleta tirk derfet hebûya wê tevahiya herêma Rojavayê Kurdistanê jî dagir bikira. Armanca wê ne tenê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye, dixwaze Rojavayê Kurdistanê û Şengalê jî dagir bike. Her hêzeke siyasî yê herêmê van hevdîtinan weke deskeftiyên gelê kurd nabînin û weke têkçûyinê şîrove dikin."
 
'WÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ RÛ BIDE' 
 
Karamus, bal kişand ser operasyoneke gengaz a li dijî Başûrê Kurdistanê û got: “Heke operasyoneke muhtemel bi hevkariya PDK'ê çêbibe wê zirareke mezin bi xwe re bîne. Ji xwe demeke dirêje operasyonên dewleta tirk ên li dijî herêmê berdewam in. Ji bo ku karibin herêmê carekî din dagir bikin, serî li her rêbazî didin. Di van du sê salên dawî de bi awayeke aşkere xuya bû ku dewleta tirk ne bi tena serê xwe, bi hevkariya PDK'ê van operasyona pêk tîne. Heke tevlibûna PDK'ê di van operasyona de û hewlên dagirkeriyê de neba wê tenê bi daxuyaniyekî bida xuyakirin. Tirkiyeyê li herêmê bi dehan baregehên xwe yên leşkerî, îstîxbaratî bi tevahiya Kurdistanê bi cih kirine. Ev ne tenê bi biryara Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê pêk tên. Heke operasyoneke nû çêbibe, wê ev bibe berdewam operasyona 23'ê Nîsana 2021'an.Armanca dewleta tirk ew bû ku di van operasyonan de serkeftinekî bi dest bixe. Lê beramberî van hewlên dagirkeriyê berxwedaneke behempa ya mezin hate nîşandan. Di van operasyonan de encamên ku dewleta tirk dixwest bi dest bixe lê bi dest nexist. Lewra heta astekî hêzên PDK'ê li başûr fîîlî tevli şer nebûne. Lê di van geşedanên dawî de armanc dikin ku hêzên leşkerî yê başûr jî tevli bikin. Heke şerê kut ê texmînkirin bê destpêkirin, bêşik û bêgûman wê şerekî kurdan ê navxweyî rû bide. Heke PDK li hemberî van hewledan û hedefên Tirkiyeyê helwesteke netewî nîşan nede wê encam gelek xerab bin. Ev wê hebûn û statûya gelê kurd li çar perçeyan bixe metirsiyê. Di şerekî navxweyî de tu kurd bi ser nakeve. Ev tê wateya têkçûyina deskeftî û statûya gelê kurd. Jixwe dewleta tirk dixwaze di vê qonaxa nû de ku şereke navdewletî yê cîhanî ku di navbera Rusya û Ukrayna ku dinya gişt pê mijûl bûye bêdengî operasyoneke pir berfirehtir pêk bîne.”
 
'DIXWAZIN KU ŞENGALÊ BIKIN GIRTÎGEHEKE BERFIREH' 
 
Karamus, bal kişand ser çêkirina diwarê ku di navbera Şengal û Rojava de û got: “2 sal beriya niha di navbera hikûmeta navendî û PDK'ê de peymanek çêbû. Em aşkere diyar dikin ku bi fîîlî îmzeya dewleta tirk di bin wê peymanê de tune ye. Lê belê ji bo ku statûya Şengalê ji holê rabe piştgiriyê dide vê peymanê. Ji xwe metirsî ew e ku bi hevkariya dewleta tirk û piştgriya hikûmeta navendî û PDK'ê statûya Şengalê ji holê bê rakirin. Îro hikûmeta Iraqê di navbera Şengal û Rojava de diwaran çêdike. Ne di dema Seddam de û ne jî di dîrokê de nehatiye ditin ku di navbera Rojava û Şengalê de diwareke bi vî rengî hatiye çêkirin. Ev konsepteke dewleta tirk e. Weke Bakûrê Kurdistanê û Rojava ji Efrînê bigirin heta Cizîr û Silopiyayê diwareke ku bi carekî peyvendiyên gelê kurd ên serxetê û binxetê ji hevûdin qut bike ava dike. Dixwaze ku Şengalê bifetisînin. Stratejiya wan ew e ku Rojava û Şengalê ji hev qut bikin û dûr bixe. Ev konsepteke dewletên konilyalîst in. Helwesta me eşkere ye. Şengaliyan bi bedelên mezin deskeftiyên baş bi dest xistine. Pêwîste ku em piştgiriyê bidin Şengalê. Dixwazin Şengalê bikin girtîgeheke berfireh. Ev plan ji bo ji holê rakirina civaka êzdiyan e. Pêwîste ku her kes helwesta xwe nîşan bide.”
 
'WÊ ZIRAREKE MEZIN BIDE CIVAKA ÊZDÎ’ 
 
Karamus, destnîşan kir ku avakirina diwarê di navbera Şengal û Rojava de konsepta şerek nû ye û ev bang li hêzên kurd kir: “Avakirina vî diwarî wê zirareke mezin bide civaka êzdî. Ev diwareke qirkirinê ye û tunekirina baweriyekî ye. Êzdiyatî dîroka kurdan a resen û zindî ye. Di vî warî de hebûna civaka êzdî tê fetisandin û wê danûstandina wan ya bi cîhanê re bê qutkirin. Ew fermanên din ku encamên bi dilê wan bi dest nexistine, dixwazin bi vî rengî bi dest bixin. Di heman demê de bi çêkirina vî diwarî pêwêndiyên her çar perçeyên Kurdistanê ji hev qut dikin. Jixwe konsepta dewleta tirk ya nû ew e ku bêdengî herêmê bixe bin kontrola xwe. Ev konsepte dibe ku xeyalî be, lê dewletên dagirker wê ne tenê ji têkbirina serhildana razî bin, ew dixwazin şereke topyekûn bidin destpêkirin û di carekî de tune bikin. Em weke KNK bang li her çar perçeyên Kurdistanê dikin ku, hêj nebûye dereng helwesteke netewî nîşan bidin. Pêwîste ku em konsepta dewleta tirk têk bibin. Em bangawaziya diyalog û muzakereyê dikin."
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

07/04/2022
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan
16:46 Ji pêş Edliyeya Îzmîrê bang kirin: Bila daxwaz bên qebûlkirin
16:45 Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir
16:05 ‘Divê civak li her qadê bertekan nîşan bide’
15:47 Rojnamegerê DYA’yî: Darbekarên 12’ê Îlonê û yên êrişî kurdan kirin ji hêla IMET’ê ve hatin perwerdekirin
15:46 Doza SES’ê: Xebatên me yên sendîkayê hatine îlegelîzekirin
15:46 Rojnameger Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:19 Malbatên girtiyan: Pirsgirêkan çareser bikin wê sibê pir dereng be
15:09 Parêzeran serdana Aysel Tugluk kir: Nexweşiya wê girantir bûye
14:53 Li Êlihê operasyona leşkerî
12:53 Li Wanê 13 kes hatin binçavkirin
12:35 Malbata Şenyaşar: Werin em li ber deriyê edliyeyê bi hev re fitareyê bikin
12:26 AYM: Cezakirina ji ber greva birçîbûnê binpêkirina maf e
12:23 Bergiriya qeyûm a qenalîzasyonê: Kevir, lastîk, qove
12:17 MLSA’yê bo rojnamevan Ugur serî li DMME’yê da
12:03 Li ser xeta sînorê Başûr sewqiyeta leşkerî
11:23 Doza SES’ê dest pê dike: Em li pişt mafdariya xwe ne
10:08 Jinek li Edeneyê hate qetilkirin
09:42 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hişyariya provokasyonê hat kirin
09:16 Chomsky piştgirî da kampanyaya azadiya Ocalan
09:15 Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
09:14 Muslim: Ji bilî berxwedanê çi rê li ber me nînin
09:13 Karataş ê ÎHD'î: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye
09:13 Şaredariyê bi gundiyan borî da stendin lê av neda
09:06 Polîsan li pêşiya Mescîda Hz. Omer kon vedan: Bi kamerayê cemaetê aciz dikin
09:05 Dayika Civan Boltan: Heke edalet hebûna dê di girtîgehan de girtiyên nexweş tune bûna
09:05 Cenazeyên du xwişkên winda: Yek di destê PDK’ê de ye, yek jî di destê Tirkiyeyê de ye
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2022'YAN
05/04/2022
23:36 Ji bo malbatên girtiyan şahiyeke piştevaniyê hate lidarxistin
21:45 Malbata girtiyê ku xwîn çûye ser mejiyê wî: Bûyereke bi guman e
18:53 Kişanak: Ê dibêje ez pak im ê xwe ji dosyeyê xelas bike
17:14 Têkildarî 38 siyasetmedarên kurd mutalaa nehat amadekirin
17:01 Nahêlin kes bikeve gundê îşkence lê hatibû kirin
16:53 Ji bo parlamenterên HDP’ê yên berê û yên niha daxwaza girtinê kirin
16:42 Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin
16:28 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê li ÎHD’ê berdewam kir
16:14 Ji bo Aysel Tugluk bang li baroyan kirin: Êdî bikevin nava tevgerê
16:11 Serokê Dadgehê dayika Hêlîn Şen derxist ber derî
16:08 Sancar: Em ê vê pergala desthilatdariyê teqez biguherînin
15:20 Parêzeran ji bo 5’ê Nîsanê daxuyanî dan: Pîşeya me di bin gefan de ye
14:59 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Edalet dê rojekî bo her kesî lazim bike
14:52 Li nivîskarê Evrenselê ji ber ‘Heqaret li Erdogan kiriye’ doz hat vekirin
14:46 Xwendekarên MED-DER’ê piştgirî dan kampanyaya danîna şitlan
14:33 Li pêşiya Walîtiya Îzmîrê neraziya li dijî bêkariyê
14:25 Bi helîna berfê re li Qersê lehî rabûn: 30 mal di bin avê de man
14:17 Li Antalyayê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:16 Maşîneya zirxî li Amedê li wesayîtekê xist: 3 kes birîndar bûn
14:09 Yuksekdag: Hûn nikarin vê dozê weke kesên li Qesrê dixwazin bidomînin
13:59 Bêyî agahiya wê par kiribûn endama AKP’ê û duh jî kirine endama BBP’ê
13:52 7 partî û rêxistinên siyasî banga 1’ê Gulanê kirin
13:45 Malbata Şenyaşar: Zilma darazê berdewam e
13:29 Ji parvekirina Abdullah Ocalan beraet kir
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan