Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gundiyên ku şahidî ji qetilkirina Xanim Koçariavna Rûstemova ya di êrîşa nîjadperestî ya li gundekî kurdan ê Qazakîstanê de kirin, diyar kirin ku êrîşên nîjadperestî yên li dijî kurdan encama polîtîkayên dewletê ne û xwestin dengê wan bê bihîstin. 
 
Xanim Koçarievna Rûstemova ya 66 salî di 25'ê Adarê de li gundê kurdan Tugan Ayil (Sovetskoy) ê navçeya Sairam a herêma Turkistan a Qazakîstanê di encama êrîşa nijadperestan de jiyana xwe ji dest da. Kesên li Tugan Ayîl û gundên derdorê dijîn, têkildarî êrişên li ser kurdan û helwesta dewletê ji Jinnewsê re axivîn. 
 
Li gorî agahiyên ji gundiyên Sovetskoyê û cîran hatin girtin, beriya êrişê jî ciwanên Qazakistanê êrişî zarokên kurd dikin û gotinên nîjadperest ji wan re dikin. Li ser bûyerê kurê Xanim Koçarîevna jî dixwaze bikeve navberê lewra ji wî re jî gotinên nijadperest tên kirin. Li ser êriş û gotinên çewt, kurê Xanim Koçarîevna jî telefonî polîsan dike û giliyê xwe parve dike. Polîs axaftinên ku wan mijûl bike bikartîne û nayên cihê bûyerê. Ciwanên Qazak jî dibêjin “Ji xwe polîs ji hevalên me ne, hun biyanî ne.” Kurê Xanim Koçarîevna ku dixwaze zarokên kurd ji êrişa wan xilas bike dubare êrîş lê tê kirin. Li gorî agahiyan di şer de 2 ciwanên Qazak jî birîndar dibin. Li ser vê yekê ew bi komek girseyî re êrişê mala Xanim Koçerîevna dikin. Ev girse ji 10 kesan zêdetirin û ji ber gengeşeya derdixin Xanim Koçarîevna paşve diçe. Lewra bi rengekî derî vedikin û divekin hundir û rûyê Rûstemova bi benzînê dişewitînin. Piştî demek kurd jî Rûstamova li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide. 
 
HER TIM ÊRIŞÊN NIJADPEREST TÊN KIRIN
 
Di serdema şerê ku li herêmê dihat meşandin gelek kurdên herêma Serhedê di navbera 7’ê Tîrmeh û Mijdara 1937’an de neçarî koçberiya ber bi Qazakistan û Nahçîvanê dibin. Gelek ji wan kurdên ku li  Nahçîvanê bi cih bûne  jî derbazî Qazakistanê dibin û li wir li çend gundan bi cih dibin. Yek ji van malbatên kurd jî malbata Xanim Koçarîevna ku li gundê Sovetskoyê bi cih dibin. Ev gund jî navê xwe ji kurdên koçber bûne digire. Lewra ev gundên di nav sînorê Qazakîstanê de ne hertim êrîşên nîjadperest li wan hatine kirin û ev êriş niha jî berdewam dikin. Li gorî agahiyên me ji gundiyan girtine Qazak dibêjin “Me ne dizanî ku kurd li hemberî birayên me yên tirk şer dikin. Wê nêzîkatiya me hîn cudatir ba.” 
 
DIJMINATIYA KURDAN DIKIN
 
Kesê ku agahî parvekirin ji ber ewlehiya xwe nexwest nav bide û wiha got: “Gotin û nêzîkatiyên ku kurdan biçûk dixin dikin. Ev dewlet me naxwaze. Gelek nîjadperest û faşîst in. Bi taybetî ji kurdan acizin. Ji xwe ji bo ku heskirina xwe ya li hember Tirkiyeyê nîşan bidin ji herêma ku em lê ne weke Tirkistan bi nav kirine. Hevkarên Tirkiyê ne û bi wê awayî jî dijminatiya kurdan dikin. Di gelek êrişên bi vî rengî de, ger mijar êrişkirina kurdan be, bêyî ku gelê Qazakistanê sedem fêr bibe alîkariya hev dikin û êrişî kurdan dikin. Beriya niha jî êrişek bi heman rengî pêkhat û xaniyên kurdan şewitandin.”
 
DEWLET Û ÇAPEMENÎ BÊDENG IN 
 
Heman kesî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev êrişa ku li ser mala Xanim Rûstemova pêkhatiye jî bê guman êrişek nîjadperestî ye û nayê qebûlkirin. Dewlet bê deng e û çapemeniya wan jî bê deng e. Ewqas bûyerek ji rêzê nîne jinek kurd hate qetilkirin û qet di çapemeniyê de jî dernakeve. Dewlet jî weke her êrişa li ser kurdan pêkhatiye dixwaze weke şerê di navbera cîranan  de nîşa bikin. Em baş dizanin ev ne şerê cîrantiyê ye, ev êrişa li ser kurdan e.”
 
‘DIVÊ HERKED DENGÊ ME BIBÎHIZE Û ME TENÊ NEHÊLIN’
 
Kesê ku navê xwe neda û axivî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî tehamûla me nemaye. Lewra weke fêrbûnek lê hatiye, divê em koletiya wan qebûl nekin. Mixabin kurd çavtirsandî kirine. Kurdan bêxwedî dibînin. Di êrişên bi vî rengî de ji ber ku dewlet xwedî li wan dernakeve êdî kurd nema dikarin pirsgirêkên xwe vebêjin jî. Tenê di dema hilbijartinan de tên gund û bi me re diaxivin. Weke nişane yekî kurd ku alîgirê dewletê ye xistine meclîsê. Lê belê kes tiştê ku kurd li herêmê dijîn nayne ziman.  Bi sucdariyan û êrîşan dixwazin me bêdeng bikin. Kurdan wekî şerger û kujer didin nasîn. Divê herkes dengê me bibihîze me tenê nehêlin.”
 
 

Sernavên din

04/04/2022
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin