Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe

img
NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnamegerên ku li Başûrê Kurdistanê kar dikin gotin: "Deriyê parêzgeha Hewlêr û Duhokê li ber çapemeniya azad girtî ne. Bi tu awayî nahêlin rojanemgerên ne nêzî desthilatdarê li wir kar bikin."
 
Li gor rapora Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya sala 2020'an, li hemberî 365 rojnamevanan û 47 saziyên çapemeniyê zêdetirî 138 bûyer rûdane. Di nav van bûyeran de binpêkirinên mafan, binçavkirin, lêxistin, astengkirina şopandina bûyeran, gilîkirin û girtina saziyên çapemeniyê hene. Girtina rojnamevanan jî bi pîranî piştî çalakiyên protestoyî yên bi daxwaza edaletê hatibûn lidarxistin, destpêkirine. Di dema protestoyan de nêzî 70'ê rojnameger hatibûn girtin. Li herêmê bi giştî niha nêzî 20 rojnamevan di girtîgehan de ne. Gelek ji van bi kefaletê hatine berdan, lê gelek ji wan jî hê de girtîgehan de tên girtin. Rojnamegerên ku di şert û mercên dijwar de dixebitin ji bo ku gelê herêmê ji rastiyan agahdar bikin, li ber xwe didin. 
 
Bajarên ku di bin kontrola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de jî li ber rojnamegerên muxalif  hatine qedexekirin û rojnamegerên ku dixwazin biçin wan deran nûçeyan çêbikin û bişopînin jî yan tên binçavkirin û yan jî dîmenkêş û wênekeşên wan tên desteserkirin. Rojnamegerên ku li Silêmanîyê, Şengal û Mexmûrê dixebitin têkîldarî astgengî û gefên bi wan re rû bi rû dimînin axivîn.
 
 
RÊBAZÊN TUNDIYÊ
 
Nûçegihanê Rojnewsê Berhem Letîf yê ku li bajarê Silêmaniyê dixebite diyar kir ku PDK ji ber ku ji ragihandina azad ditirse zext û êrişên xwe yên li dijî çapemeniyê zêde dike û wiha axivî: "Rewşa rojnamegeran bi rewşa giştî re eleqeder e. Geşedanên weke siyasî, aborî bandora xwe li ser azadiya ragihandinê dikin. Em jî bi binçavkirin, girtin, astengkirin û tundiyê re rû bi rû dimînin. Azadiya çapemeniyê li vir pir hatiye tengkirin. Ragihandina ku ji derveyî desthilatdaran kar dike, nûçeyan çê dike û bi awayekî azad rojnamegeriyê dike bi girtin, astengî û gefan re rû bi rû dimîne. Her rêbazeke tundiyê pêk tînin. Desthilatdariya heyî dixwaze çapemeniya azad bi paş de gav biavêje. Ji bo ku gendelî û têkoşîna li dijî wê neyê dîtin her roj  pêkanînên nû yê ku  pêşî li çapemeniyê digirin tên zêdekirin. Lê belê ji ber ku çapemeniya azad li ser fikreke azad kar dike, çi qasî astengî hebin jî nikarin pêşî li ragihandinê bigirin. Îhtîmal e ku bandor bike, lê pêşîgirtin çênabe. Ji ber ku armanca desthilatdaran a esasî ew e ku pêşî li xebatên ragihandina azad bigire. Tevî hemû êrişan jî çapemeniya azad li vir ji bo rastiyê ragihîne raya giştî têdikoşe. Astengî hene, girtin û binçavkirin hene lê belê nikarin xebatên çapemeniya azad bidin sekinandin." 
 
'PDK DESTÛR NADE RAGIHANDINA AZAD KAR BIKE' 
 
Rojnameger Letîf, da zanîn ku li herêmê çûna gelek bajar û cihan li ber çapemeniya azad hatine qedexekirin û wiha domand: "Li Başûrê Kurdistanê 2 alî  hene. Aliyê zer PDK û yê kesk jî YNK ye. Aliyê zer ji bo ragihandina azad qedexeye. Yanî deriyê parezgeha Hewlêr û Duhokê li ber çapemeniya azad girtî ne. Bi tu awayî nahêlin ji xeynî rojnamegerên nêzî desthilatdariyê rojnamegerên din li wir kar bikin. Rojnamegerên ku dixwazin li ser pirsgirêkên heyî nûçeyan çêbikin PDK destûr nade wan. Di 23'yê Nîsana 2021'ê de Tirkiyeyê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê 306 caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Lê PDK'ê bi tu awayî destûr neda ku rojnemegerek biçe li wan aliyan wê mijarê bişopîne û li ser vê lêkolîn bike. Bi awayekî aşkere PDK destûrê nade ku ragihandina azad kar bike. Ragihandina ku ne li gel desthilatdariyê be, ji bo wan pirsgirêk e. Ez bi xwe çend caran ji ber kar hatime girtin. Ji ragihandinê re astengî tê çêkirin, rojnamevan tên girtin û amûrên wan tên desteserkirin. Heta ku tê wê astê ku malparên ragihandina azad tên girtin. Lê ragihandina azad bi berxwedaneke xebata xwe didomîne."
 
'BI QASÎ KU ME DIŞOPÎNIN BILA MÎT'Ê BIŞOPININ' 
 
Letîf, diyar kir ku ew gelek caran rastî astengiyan hatiye û got: "Ez bi xwe 2 caran hatim girtin. Carekê ji ber ku me çalakiyên xwendekarên zanîngehê dişopandin hatim binçavkirin. Ez 2 rojan di binçavan de mam. Her tiştên me hatin desteserkirin. 4 meh li ser bûyerê derbas bûye, lê hê jî wênekêş, dîmenkêşên me nedane me. Bi vî rengî dixwazin ku xebatên me bidin sekinandin. Ev pêkanîn tenê zirarê dide wan. Îradeya ragihandina azad bi desteserkirina wênekeşan nayê teslîmgirtin. Rojnamegeriya azad biryareke bîrdozî ye. Ji aliyê PDK'ê ve gelek caran ji milê îstîxbaratê ve em hatine şopandin. Weke ku rojnamegerên çapemeniya azad li dijî welêt tevdigerin. Qasî ku me dişopînin bila MÎT'ê bişopînin ku bê li Başûrê Kurdistanê çi dike. Em rojnameger in û ji bo welatê xwe kar dikin. Yê ku gefan li me dixwin, yê ku li ser me lêpirsîna didin destpêkirin ew in, ê ku berjewendiyên deskeftiyên neteweyî xistine bin destê Tirkiyeyê PDK bi xwe ye. PDK niha deriyê Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê û MÎT'ê re vekiriye. Yê ku li hemberî ragihandina çapemeniya azad disekinin wan bi xwe Başûrê Kurdistanê xistine bin metirsiya herî mezin. Dewleta tirk tu caran azadiya Başûrê Kurdistanê naxwaze. Dixwaze Başûrê Kurdistanê ji berjewendiyên xwe re bike bazarek. Dema tu nûçeyekê li dijî hikûmetê çêbikî ewlekariya te li herêmê namîne. Nikarin me bidin sekinandin. Tu hêz nikare dengê ragihandina azad bêdeng bike."
 
'NAHÊLIN KU EM BIÇIN HEWLÊR Û DUHOKÊ
 
Rojnameger Armanc Herekol jî ku li Wargeha Mexmûrê rojnamegeriyê dike, anî ziman ku li wargehê weke her kesî ew jî di bin dorpêça PDK'ê de ne û got: "PDK li herêmê destûr nade ku em xebatên xwe yên çapemiyê bidin meşandin. Dest ji çûyîna Hewler û Duhokê berdin, em li hundirê Mexmûrê nikarin kar bikin. Ji ber ku em çapemeniya azad in. Em nikarin mîna wan rastiyan veşêrin û berevajî bikin. Em rastiya heyî radigihînin. Ragihandina rastiyan jî ji wan re giran e. Me her carê weke hedef didin nîşandan. Kî rastiyan binivîse bi taybetî hedef tên nişandin an jî ya tên girtin, ya jî gef li wan tên xwarin. Li Mexmûrê jî mixabin ev astengî heye. Li gorî hiqûqa navneteweyî ya pêwîst ew e ku em bi awayekî azad bixebitin û bikaribin biçin her derê. Lê mixabin vî mafî nadin me. Lê belê li tevî hemû astengiyan em qadên xwe berfirehtir dikin û xebatên xwe didin meşandin. Nahêlin ku em biçin Hewlêr û Duhokê. Çimkî dizanin ku rastî çi be em ê binivîsin û zilma wan a li ser gel teşhîr bikin. Ji ber ku firotina xaka Kurdistanê em ê teşhîr bikin, ji ber wê her rêyan li me digirin. Zilm û dorpêça li ser wargeha Mexmûrê em dinivîsin  ji ber wê jî me asteng dikin. Lê li tevî hemû astengiyan jî em li qadan in û em ê heta dawiyê jî rastiyan binivîsin. "
 
'DÎMENKÊŞA ME RASTIYA ME YE' 
 
Ji Şengalê Rojnameger Xelîl Şengalî jî bi lêv kir ku ew gelek caran di nûçe şopandinê de rastî guleyên leşkerên Hikûmeta Iraqê û PDK'ê hatine û wiha axivî: "Bi taybetî li Şengalê û li tevahiya Başûrê Kurdistanê astengî û rêgirtina li ber xebatên ragihandinê pir zêde bûne. Lê belê rewşa Şengalê ji her derê cudatir e. Ji ber ku di Şengalê de hêzeke leşkerî heye. Ji ber wê jî karê me her carê tê astengkirin. Gelek rojnameger li Şengalê şehîd ketin. Ev jî bi guleyên hikûmeta Iraqê û PDK hatine qetilkirin. Yek ji wan jî şehîd Nûjiyan bû. Ev hê niha jî berdewam dike. Di encama êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên hewayî de jî her carê rojnemavan dibin hedef. Gelek rojnameger jî hatine binçavkirin. Ez bi xwe jî yek ji wan im. Li Sinûnê dema ku min bernameyek dişopand hatim binçavkirin û amûrên me hatin desteserkirin. Di gelek çalakiyan de jî em rastî êrîşan hatine û bûne hedefa guleyên wan. Gelek caran dema ku em dîmen dikêşin û dema ku ew pê dihesin yekser gule direşînin. Ez bi xwe 2 caran rastî vê yekê hatime. Li hemberî zextên wan em ê rûyê wan ê reş derbixinin holê. Êrişên li ser Şengalê û zextên li ser Şengalê bandorê li ser karê me dike. Dema ku em hevpeyvînek di wateya çandî de bigirin jî, ew wekî neqanûnî tê dîtin. Em nikarin di noqteyên ku di bin kontrola PDK'ê de ne derbas bibin. Ji ber van êrîşan xelkê Şengalê jî nikare peyamên xwe bi awayekî azad bidin bihîstandin. Dema ku ji ragihandinên din re jî diaxivin axiftinên wan tên qedexekirin. Ew kesên ku girêdayî wan bin, dikarin bi awayekî azad bi her derî ve biçin. Lê dema ku endameke ragihandina azad be bi her awayî tên astengkirin. Qanûnên wan jî dibêjin, 'yan tu dê li gorî berjewendiyên me kar bikî û yan jî ez ê destûra kar nedim te.' Lê vê yekê nikarin li ser me bidin ferzkirin. Dîmenkêşa me rastiya me ye. Em dikarin bi rêya ragihandinê civakê ronî bikin. Dixwazin civaka êzidî bikin kole. Lê em ê bi karê xwe yê ragihandinê nehêlin. Ji me ditirsin, lê em natirsin. Êrîşên wan çi qasî zêde bibin, wê hêza me jî ew qasî zêde bibe."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

04/04/2022
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin