Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin

img

ŞIRNEX - Peşmergeyê berê Ahmet Îsmaîl Urun, destnîşan kir ku tişta ku dê aloziyên navxweyî çareser bike yek helwestî û yêkitî ye û got: "Heger îro rê nedabûna, dê Tirkiye bi rihetî nikaribûna bikeve Başûrê Kurdistanê. Niha tişta ku herî zêde ji me re pêwîst, aşitiyeke navxweyî ye." 

Operasyona ku Tirkiyeyê di 23’yê Nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, nêzî salekw berdewam e. Operasyonên ku bênavber berdewam dikin, bi hevkariya hêzên taybet ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tên berdewamkirin.Tê ragihandin ku piştî wextekê pêşmergeyên Roj û komên girêdayî OSO’yê jî beşdarî operasyonê hatine kirin. Operasyonên ku ji bejahiyê û hewayê ve bênavber berdewam dikin her ku tên têkşikandin, hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera Enqere û Hewlêrê de jî zêdetir dibin. Herî dawî piştî hevdîtina Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ya li Herêma Federe ya Kurdistanê, vê carê jî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan re hevdîtin çêkir. Di daxuyaniyên ji aliyên hêzên kurd ve tên dayin jî tê diyarkirin ku helwesta PDK'ê û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re zirarê dide yekîtiya neteweyî ya kurd. Bertekên li dijî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi Tirkiyeyê re zêde dibin. 
 
Pêşmergeyê berê Ahmet Îsmaîl Urûn ê 80 salî, diyar kir ku di vê pêvajoyê de pêdiviya kurdan herî zêde bi yêkitiyê heye û ji bo yekîtiyê bang kir. 
 
 
'TIRKIYE NEDIKARÎ BI REHET BIKEVE AXA BAŞÛR' 
 
Urun, bilêv kir ku polîtîkayên ku niha tên meşandin zirareke cidî didin yêkitiya neteweyî ya kurd û wiha axivî: "Em siyaseta malbata Barzan nacebînin. Lê belê di azadkirina axa Kurdistanê de pêşengiyeke mezin kirine. Li tevî van kirinên wan û helwesta wan jî em xwe bêhêvî nakin. Mirovên pêşeng ên weke Mela Mistefa Barzanî, Şêx Ebdilselam hemû ji vê malê derketine. Pêwîst e xwedî li têkoşîna van pêşengan derbikevin. Em niha ji malbata Barzanî nerazî ne. Ev rêbaza siyasetê pêşengtiya wî têk dibe. Ev siyaset û helwest bi me dide windakirinê. Heger îro rê nedabûna Tirkiyeyê ew rehet nedikarî bikeve Başûrê Kurdistanê. Di dema me de ji peşmergeyan û ji her çar perçeyên Kurdistanê ditirsiyan. Lê niha, dev ji tirsê berdin, dema ku dikeve Başûr destûr jî naxwaze. Lê dîsa jî em bi hêvî ne ku ji vê rêyê vegerin."
 
'HETA EM NEBIN YEK EM Ê NEGIHIJIN MERHELEYEKÎ' 
 
Urun, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser giringiya yekitiya kurdan û wiha domand: "Heger kurd di nava xwe de nebin yek, dê nikaribin tiştekî bikin. Bi tu awayî jî bi ser nakevin. Bila tu kes nebêje ku ez ê tenê bikaribim çêbikim. Heta ku em li çar perçeyên Kurdistanê nebin yek em ê negihîjin merheleyekê. Ji bo ku em bi ser bikevin pêwîste ku em hemû bibin yek. Malbata Barzanî gelek kirine. Heta ku bi gelê xwe re nebin tifaq wê bi ser nekevin. Bi van kirinan bila ked û têkoşîna ku bi salane tê dayin vala dernexinin. Tenê yêkitiya me dikare me ji vê aloziyê rizgar bike. Şereke navxweyî wê herî zêde zirarê bide me. Ji ber wê hewceye ku em kêfa dijminên xwe li ser xwe neyînin. Dibe ku ew zor û zehmetiyên ku wan kişandin me nedîtibin. Lê pêwîste ku nebe şirîkê şerekî navxweyî. Tu kurdan koçberiya ku diti wan neditiye. Her kurdek jî vê dizane. Ji ber wê divê malbata Barzanî vana bîna berçavan û li gorî wê gav biavêje. "
 
'PÊDIVIYA ME BI AŞITIYEKE NAVXWEYÎ HEYE' 
 
Urun, destnîşan kir ku kurd bi yek helwestî dikarin pirsgirêk û nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin û got: "Heta ku muxatabên pirsgirêkê nebe kesek pirsgirêka kurd çareser nabe. Me çawa bi hev re Başûr ji zilma Seddam rizgar kir, divê em bi heman ruhî yêkitiya çar perçeyên Kurdistanê jî va bikin. Pêdiviya me bi aşitiyeke navxweyî heye. Em êdî ji şer têr bûne. Em kurd wê heta kengî bên kuştin? Çawa ku dema yek ji me tê kuştin em dikin hewar, divê ku em di nava xwe de jî birakujiyê qebûl nekin û li dijî vê yekê bibin yek. Yêkitiya Netewî herî zêde di vê pêvajoyê de ferz e."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

04/04/2022
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin