Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî

img

WAN - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku behsa texrîbatên qeyûm ên li bajêr kirin, anî ziman ku li dijî qeyûman li gor derfetên xwe "şaredarîtiya bêşaredarî" dikin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 31'ê adara 2019'an de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Ji van şaredariyan 6 jê bi hinceta hevşaredarên wan bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatine îxrackirin mazbata nehatibû dayîn. Piştî hilbijartinan bi 5 mehan di 19'ê tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû kirin. Paşê qeyûm tayînî 48 şaredariyên HDP'î yên din jî hatibûn kirin.
 
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci, polîtîkayên AKP'ê yên tayînkirina qeyûman û îcraetên qeyûman nirxand.
 
TEXRÎBATÊN QEYÛM
 
Avci, destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûmtiyê darbeyeke siyasî ya li hemberî vîna gel e û bal kişand ser texrîbatên qeyûman. Avci, li ser texrîbatên qeyûman ên li Wanê sekinî û got: "Qeyûm çawa hat, di roja ewil de hemû kesên ku me diziya wan tespît kiribû, dosyeyên wan temîn kiribûn û me yê wan bidana ber dadgehê cardin anî danî ser kar. Îcraeta wî ya ewil ev bû. Ya dudoyan jî çêkirina kolanên vîzyonê bû. Li vira jî çavkaniyên cemaweriyê pêşkêşî alîgirên xwe kir. Li cihekî ku du stûn têr dikin pênc dîreg çikandin. Maliyeta stûnan di navbera 6-7 hezar TL'yan de bû, lê ji bo her stûnê  fatûreyeke 19-20 hezar TL'Yî çêkir. Heman şîrket li heman bajar û navçeyên din jî eynî tişt çêkiriye. Anku ranta herêmê dane hinekan. Belasebeb cardin kolan qîr kirin. Lê berî zivistan biqede ew kolan cardin bûn wek xwe yê berê. Qadên hêşîn hebûn, bi betonê ser wan girtin. Mudaxileyî qadên jinan, ciwanan û çandê kirin. Mudaxileyê tabelayên kurdî yên li gundan kirin. Êriş birin ser zimanê kurdî. Park û baxçe bê xwedî hatin hiştin. Di dema Bekir Kaya de projeyeke şitlan a girîng hatibû çêkirin û ji sedî 90 wê temam bûbû. Ev proje niha hatiye sekinandin. Dilê mirovan diêşe. Projeya me ya ji bo sewalvanî û çandiniyê hebû, lêq eyûm ew jî da sekinandin. Bi projeya Meydana Bajêr esnaf hatin mexdûrkirin. Otoparka qatqatî kirin AVM. Oereyê şaredariyê hat berbakirin. Xizmeta kesên ne ji xwe nakin. 
 
Avci, destnîşan kir ku qeyûm qadên erdhejê jî veguherandina qada rantê û pêşkêşî alîgirên xwe kirine. 
 
‘QEYÛM TALANKER IN'
 
Avci, diyar kir ku av jixweber heya nava Wanê tê, lê îro ro Wan li Tirkiyeyê di rêza duyemîn de ye di warê ava biha de û got: "Me yê ev av tenê bi heqê mesref belav bikira, lê niha ava herî biha didin gel. Bi ser de jî kesên nikarin heqê avê bidin, wan didin ber îcraayê. Gel tê mexdûrkirin." 
 
72 HEZAR TL MEAŞ
 
Avci, bal kişand ser meaşê qeyûman jî û got: "Qeyûm çend meaşan distînin? Em dizanin burokratên AKP'ê gelek meaşan distînin, lê divê gel zanibe bê qeyûm jî çend meaşan distînin. Qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê ji ber ku qeymeqam e 16 hezar TL meaş û ji ber ku qeyûm e jî 22 hezar TL meaş û ji du şîrketên şaredariyê jî her serê yekê 15 hezar TL pere distîne û ji xeynî vê serê civînekê jî meaşê aramiyê distîne. Yanî big iştî 72 hezar TL meaş distîne. Qeyûm, talanker in." 
 
ŞAREDARÎTIYA BÊŞAREDARÎ
 
Avci, diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin xebatên xwe bi awayê "şaredarîtîya bêşaredarî" didomînin û ji bo gel li ser axa xwe ji nû ve hilberînê bike bênavber dixebitin û got: "Ger ji bo çandiniyê pêşî li ber axa Wanê bê vekirin, dê erdê wê debara nifûseke 3 qat nifûsa Wanê bike. Dê pêdiviya wê bi tu hêz û çavkaniyeke biyanî çênebe. Em berên qet li Wanê nehatine çandin tînin li laboratûvarê tevî pisporan raçav dikin. Ger encama em li bendê ne rû bide, em ê van beran li cotkaran belav bikin. Em hevşaredar divê vî gelî muhtacî namerdan nekin û dê xebatên me yên di vî warî de bidomin." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç 
 

Sernavên din

09/08/2022
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin
16:48 ‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’
16:22 Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin
16:21 7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:26 Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?
15:08 ‘Hûn çima nahêlin Aram Tîgran li Amedê were definkirin?”
15:04 Girtiyên bi Covîd-19’ê ketin û yên din di heman qawîşê de tên ragirtin
14:57 HDP’ê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
13:40 Li Girtîgeha Seydîşehîrê 7 girtî bi koronayê ketin
13:08 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:08 Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê: Vê talanê bidin sekinandin
12:54 Waliyê Rihayê ketina Malbata Şenyaşar a baxçeyê dadgehê qedexe kir!
12:22 MKGP’ê rapora binpêkirinan a 7 mehên dawî aşkera kir: Rojnameger rastî 161 binpêkirinan hatin
11:56 Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn
11:53 Partiyên kurd dê ‘Belgeya Helwestê’ eşkere bikin
09:31 Artêşa tirk êrişî gundên Qamişlo û Hesekê dike
09:14 ‘Mifteya şikandina tecrîdê di destê me de ye divê em rabin ser pêyan’
09:01 30 salên xwe temam kir lê berdana wî taloq kirin
09:01 Bi ser qetilkirina rojnamevan Huseyîn Denîz re 30 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2022'YAN
07/08/2022
22:42 Ciwanên HDP’î di konsera li dijî bendîbûnê de hatin gelhev
22:05 Yekane şahidê doza Licê Hatîpoglû mir
21:58 Di Mitînga Kartalê de gelan daxwaza azadiya Ocalan kir
21:27 Bûldan: Dema me qifleya tecrîdê şikand dê hemû pirsgirêk çareser bibin
20:16 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Hûn ê vîna gelê kurd nas bikin
17:22 Kesên Qada Kartalê bi devî re dagirtin: Çareserî HDP ye
17:06 HDP wê di îlonê de Tifaqa Kurdî deklere bike
15:11 PYD’ê bang li NY’ê kir: Qada hewayî li balafirên tirkan bigirin
14:13 OHD: Ji bo pêşerojeke aştiyane divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye