Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn

img

STENBOL - Serokê Komîteya Amadekar Atîlla Ozdogan diyar kir ku Newroza Stenbolê careke din nîşan da ku civakê tirs ji ser xwe avêtiye û bi lêv kir ku daxwaza avakirina jiyana nû ya vîna gelê kurd û dostên wan li Yenîkapiyê derket holê. 

Di Newroza Stenbolê ya îsal ku bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin de bi sed hezaran kes hatin gelhev. Serokê Komîteya Amadekar Atîlla Ozdogan peyama ji qadê hate dayîn nirxand. 
 
SERHILDANA BI MILYONAN
 
Ozdogan, diyar kir ku Newroz bi taybetî ji bo gelê kurd berxwedan û nûjîn e û wiha got: “Newroz li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji salên 1990’an ve bi awayekî bihişmet û bicoş tê pîrozkirin. Di salên dawî de dewlet bi bêtehamuliya xwe hewl dide vîna gelê kurd tune hesibîne. Dema em li salên Newroza 1992’yan dinêrin li Newroza Cizîrê bi sedan welatiyên me bi awayekî hov hatin qetilkirin. Lê dîsa jî nekarin vîna gelê kurd bişikînin. Newroz her bi hêzbûnê berdewam kir û bi serhildana bi milyonan hate pîrozkirin.”
 
GELÊ KURD Û DOSTÊN WAN PEYAM DAN
 
Ozdogan, bi bîr xist ku tevî hewayê sar û şiliyê jîı bi sed hezaran kes herikîn Qada Yenîkapiyê û wiha berdewam kir: “AKP’ê piştî mîtînga xwe ya Yenîkapiyê digot ‘tu kes nikare vê qadê dagire’ lê me dît ku tevî hemû astengî û şert û mercên neyînî yên hewayê jî gelê kurd û dostên wan bi germiya Newrozê li Qada Yenîkapiyê hatin gel hev û bi coşa li qadê dîmeneke bihêvî dan.”
 
Ozdogan, destnîşan kir ku di Newroza 2022’yan de weke vîn daxwaza “azadiyê”zêdetir derket holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd azadiyê dixwaze. Gelê kurd êdî naxwaze bênasname û bêstatu bijî. Bedela wê çi bibe bila bibe gelê kurd bi awayekî aşkera peyam dide. Bi biryarin ku jiyaneke nû ava bikin. Li Rojava jiyaneke nû, jiyaneke azadixwaziya jinê hatiye avakirin. Vîneke geleke xurt heye ku vê jiyana nû ava bike. Vîneke xurt a ku vê jiyana nû ava bike heye. Vîna li Yenîkapiyê derkete holê vîneke wisa ye.”
 
VÎNA RÊYA 3’YEMÎN
 
Ozdogan diyar kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û pêkhateyên wê dixwazin di çarçoveya Rêya 3’emîn de qenaleke nû ava bikin û wiha pê de çû: “Em dixwazin bi hemû kesên bindest, çepgir, sosyalist, kesên ziran dîtine û zilm lê hatine kirin re qenaleke nû ava bikin û li ser vê jiyaneke nû ava bikin. Newroza Yenîkapiyê di nava vê çarçoveyê de peyameke gelek xurt da. Newroz, bû pîrozbahiya hemû beşên civakê. Vê vînê xwe bi awayekî xurt nîşan da.”
 
SERKEFTINEKE MEZIN
 
Ozdogan, bi lêv kir ku heke şert û mercên hewayî baş bûna wê bi milyonan kes daketibûna Qada Newrozê û wiha domand: “Me nekarî bi awayekî xurt û bi rêxistinkirî gelê xwe veguhêzin qadê. Divê em bikarin vê yekê bikin. Heke xeta têkoşînê rast were hunandin, di sindoqa ewil de HDP û dostên wê wê li dijî faşîzmê serkeftineke mezin bi dest bixin.”
 
Ozdogan, qala dengê “Ji Ocalan re azadî” ku ji Qada Newrozê bilind bû kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nikarin vîna gelê kurd, bi tecrîdkirinê, zext û zordariyê û girtinê asteng bikin. Gelê kurd mirin jî tirs jî têk bir. Ez vê tenê ji bo gelê kurd nabêjim ji bo dostên wan jî dibêjim. Vê vînê tirs ji ser xwe avêtiye. Bi mirin, tirs, zindan, tecrîdê nikarin vîna gelê kurd û şoreşgeran bişikînin. Heke nasname, çand û zimanê gelê kurd neyê naskirin wê bi berxwedanê were standin.”
 
 
MA / Dogan Kaynak
 

Sernavên din

26/03/2022
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'
15:28 Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN