‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’

img
AMED - Jinên ku tevî êrişan jî herikîn qada Newroza Amedê, diyar kirin ku zextên tên kirin politikaya dewletê ya bi zanebûne û wiha gotin: “Hebûna me ya di Newrozê de ji wan re bersivek bû. Jin, wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin.”
 
Newroza Amedê ku îsal bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin, bi dawî bû. Bi hezaran kesên di saetên serê sibê de bi reng, tilîlî û dirûşmeyên xwe ketin rê, li Qada Newrozê bûn bi sed hezaran. Welatiyên ku herî kêm di 6 noxteyên kontrolê de derbas bûn, tevî êrişa polîsan û astengiyan jî ketin qada Newrozê. Lêgerîna bihûrgilî ya li jinan hate kirin û sekinandina wan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate şermezarkirin. Hemû jin tevî hemû zextan li qada Newrozê hem azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hem jî azadiya jinan qîriyan. 
 
‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ’
 
Yek ji jinan Neval Kaval Atsan ku bi kelecaneke mezin tevlî Newrozê bû, diyar kir ku polîsan di noxteyên lêgerînê de êrişî wan kirin. Atsan, bi lêv kir ku polîsan ketina wan a qadê astengkirin û wiha got: “Vê yekê zanebûn kirin. Li hemû welatên mêtînger êrişî zarok û jinan tê kirin. Êrişên li ser jinan politikaya dewletê ya bi zanebûne. Dewlet herikîna jinan a li qadan ji xwe re weke xetere dibîne. Ez ji vir banga berxwedanê li hemû jinan dikim. Hebûna me ya li vê qadê ji wan re bersiveke. Em ji bo wê li vê qadê ne û em ê her hebin jî.” 
 
‘EM Ê DESTHILATÊ HILWEŞÎNIN’
 
Leyla Taş jî da zanîn ku tevî destûra hatiye girtin jî li her noxteyê polîsan êriş kir û wiha axivî: “Em zar û zêc bi saetan dan sekinandin. Bi copan êrişî zarok û jinan kirin. Ji xwe gotibûn ‘jin jî be zarok jî be tişta pêwîst wê were kirin.’ Gefan dixwin.” Taş, diyar kir ku bi biraziya xwe ya 4 mehî re hat Newrozê û got: “Heke ez bi biraziya xwe ya 4 mehî re bikarim werim Newrozê em dikarin desthilatê hilweşînin. Em ê hêza jinan nîşanî wan bidin. Em ê tu carê têk necin û di sala 2023’yan de heza jinan nîşanî wan bidin. Em hemû dizanin ku ew dizin. Vê carê wê pisîk jî nekeve trafoyan.”
 
‘TEHAMULA ME NEMA’
 
Sûltan Avînç, destnîşan kir ku Newroz sembola gelê kurd e û da zanîn ku tevî hewayê sar jî bi zarokên xwe re hatiye Newrozê. Avînç, diyar kir kul i dijî zextên li ser jinan û gelê kurd tehamûla wan nemaye û got: “Em aştiyê dixwazin. Em zêdetir tehamulî vî şerî nakin. Em weke gelê kurd di bin zext û zilmê dane.” Avînç, qala rewşa girtiyên nexweş kir û wiha berdewam kir: “Gelek siyasetmedar di zindanê de ne û hemû nexweş in. Em azadiya xwe dixwazin. Bila kes mereq neke wê Serokatiya me jî azad bibe. Serkeftin wê bibe ya me.”
 
‘JI SEROKATIYA ME RE AZADÎ’
 
Parîzade Ûlaş a heta axaftina xwe xelas kir bi îşareta serkeftinê berteka xwe nîşan da, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Hem li ser hevalên me yên di zindanê de hem jî ser hevalên me yên der zextên zêde hene.” Ûlaş, bi lêv kir ku bi azadiya Ocalan wê hemû pirsgirêkên li welat bi dawî bibin û got: “Heta ku em dayik bijîn em ê ji Serokatiya xwe re bêjin azadî.”
 
Hamdiye Tûrgût jî wiha got: “Newroz ji bo azadiya gelê kurd û ji bo aştiyê ye. Di her qadê de li ser me zext hene. Em van zextan şermezar dikin. Em ê serokatiya xwe azad bikin.”
 
‘EM XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVIN’
 
Jin Aryan, da zanîn ku di vê Newrozê de gelek zext li jinan hatin kirin û wiha bi lêv kir: “Em weke gelê Amedê ji bo ku weke her sal Newrozê bi coş pîroz bikin hatin qadê. 5 saetan zêdetir em sekinandin heta hin hevalên me qet negirtin hundir. Gelek lêgerîn kirin. Bi gaza îsotê êrişî jin û zarokan kirin. Lê tevî hemû astengiyan jî gelê kurd û jin xwedî li vîna xwe derketin.”
 
‘EM Ê RÊ NEDIN FAŞÎZMÊ’
 
Aryan, anî ziman ku jin xwedî li Newrozê derketin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû êriş li ser jinan hatin bi rê ve birin. Em vê şermezar dikin. Lê îro kurd û jin li Newrozê xwedî derketin. Jin hezar sal in têdikoşin. Êrişeke cuda li ser jina kurd heye. Lê rastiyek heye ku heta jin azadiya xwe bi dest nexis wê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê rê nedin faşîzmê. Yekane tişta di destê me de maye berxwedan e. Ev rastiya me ye.”
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

26/03/2022
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'
15:28 Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN