Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya

img
KOCAELÎ - Tevî barîna berfa zêde jî bi hezaran kes li Kocaeliyê ji bo pîrozkirina Newrozê herikî qada Newrozê û pîrozbahî li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu di pîrozbahiyê de axivî û da zanîn ku dê dawî li tecrîda giran a li ser welêt bînin. 
  
Tevî barîna berfa zêde û hewayê sar jî bi hezaran kes bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” û bi coşeke mezin herikîn qada Newrozê. Pîrozbahî bi li Qada Bazarê ya li Taxa Mevlana ya Gebzeyê hat pîrozkirin û parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu û endamê Meclisa HDP’ê Selahattîn Yilmaz jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li ser dikê bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz pîroz be” hatibûn daliqandin. Her wiha qada pîrozbahiyê bi alayan hatibû xemilandin. Girseyê bênavber dirûşmên “Bijî Newroz, Newroz pîroz be” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Di dema ketina qadê de polîsan gelek caran astengî derxistin. Bi hinceta ku emniyetê hişyarî da ye, polîsan nehiştin ku welatî bi rengên kesk, sor, zer û bi cil û bergên xwe yên kurdî bikevin qada pîrozbahiyê. Welatiyekî ku cilên sor li xwe kiribûn, bertek nîşanî tacîza polîsan da û polîsan ew welatî bi darê zorê ji qadê dûrxist. 
 
BI GOVENDÊ DEST PÊ KIR
 
Gel, bi saetan beriya destpêkirina pîrozbahiyê ber bi qadê ve herikî û pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê dest pê kir. Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Tevî ku berfeke zêde dibariya û hewa gelek sar bû jî gel dakete qada Newrozê û ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt. 
 
‘EM Ê TIFAQA DEMOKRASIYÊ AVA BIKIN’ 
 
Di pîrozbahiyê de Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Kocaeliyê Mehmet Selîm Akboga axivî û bertek nîşanî astengkirinên di ketina qadê de hatine derxistin da. Akboga, diyar kir ku bi sedan siyasetmedar niha di girtîgehan de ne û wiha domand: “Ez Newroza girtiyan jî pîroz dikim. Em ê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin. Dê di hilbijartinê de AKP’ê têk bibin. Em ê di hilbijartinê de bibin şirîkên rêveberiyê û dê kesek nekare pêşî li vê bigire.” 
 
‘DÊ AGIRÊ NEWROZÊ VENEMIRE’
 
Hevseroka HDP’a Gebzeyê Leyla Akgun jî destnîşan kir ku li dijî kesên wan tune dihesibînin, bersiva herî xurt li qadên Newrozê hatiye dayîn. Akgun, da zanîn ku heta ku eşqa têkoşînê bi wan re hebe dê kesek nekare agirê Newrozê vemirîne. 
 
PEYWIRA AVAKIRINA JIYANA HEVPAR 
 
Endama MYK’a HDK’ê Gurbet Aydogan jî di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Dîrok; li dijî zilma heyî, berpirsyartiya avakirina jiyana hevpar li ser milên me bar dike. Li dijî zext û zilma desthilatdariya serdest a li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser me ferz dike, berpirsyartiya mezinkirina têkoşîna azadiyê li ser milên me bar dike. Bila serdest baş bizanin ku ev sedsal dê bibe sedsala azadiyê û jinan.”
 
GERGERLÎOGLU: ME NEWROZ BI DEST XIST
 
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî di pîrozbahiyê de ev tişt anî ziman: “Di ketina qadê de nehiştin ku rengên kesk, sor û zer bikevin qadê. Ji ber ku dijminên pirrengî û pircuretiyê ne. Ma em nizanin ku hûn dixwazin çanda Newrozê pîroz bikin. Me Newroz bi saya têkoşîna xwe ya mezin bi dest xist. Tevî hemû zivistanên giran jî em ê pirrengiyê li vê erdnîgariyê serwer bikin. Ne tenê tecrîda li ser girtîgehan lê em ê dawî li hemû tecrîd û bêhiqûqiyên li vî welatî tên ferzkirin bi dawî bikin.”
 
Pîrozbahiya Newrozê piştî axaftinan bi stranên hunermenda MKM’ê Rûken Demîr bi dawî bû.
 

Sernavên din

31/07/2022
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin
10:02 Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin
09:05 Ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê îfade da
09:04 Atasoy: Aydenîz vîna me ye
09:03 Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî
09:03 ‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
28/07/2022
20:30 Li dijî karkerê demsalî êrişa bi nijadperestî
19:35 Çalakiya xeleka ji mirovan a HDP'ê: Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye
17:03 Tevî îtîrazan jî dadgehê biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike
16:56 Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin
16:35 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Şaredariyê girtina hevalên me daxwaz kiriye
15:51 Şandeya OHD’ê serdana ajansa me kir
15:43 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî
15:37 Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernê hate bombebarankirin
15:35 ‘Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî’
14:51 ÎHSDA ji bo piştevaniyê çû serdana GOÇÎZDER’ê
14:39 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Guh bidin daxwazên dayikan
14:25 Li Panosê Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî hat vekirin
14:14 Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in
13:36 Başaran: Wê rêbazên darbekar ên îktidarê bi ser nekevin
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin