Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e

img

AMED -  KCD, TJA, DBP, HDP û partiyên di nav Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn û ev tişt gotin: "Sedemên girîng ên êriş komkujiyan parçebûyina kurdan e. Li hember van êrîşan ji bo ku em destkeftiyan biparêzin pêdiviya me bi avakirina yekitiya netewî heye."

 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), DDKD, PDK-T, PDK-Bakur, Partiya Azadî ku di nav Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP'ê derbarê 34'emîn salvegera Komkujiya Helebceyê ku di 16'ê Adara 1988'an de pêk hatibû û zêdetirî 5 hezar kurdî têde jiyana xwe ji dest dabûn de daxuyanî dan. Nûnerên partî û tevgerên navborî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ji bo cangoriyên komkujiyê 5 deqe rêz hat girtin. Daxuyanî hem bi kurdî hem jî bi tirkî hat dayîn. 
 
Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ve hat xwendin û daxuyaniya tirkî jî ji aliyê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Salîha Aydenîz ve hat xwendin. 
 
'DIVÊ CUDAHÎ LI PÊŞIYA YEKTIYÊ NEBIN ASTENG'
 
Sînan Çîftyurek, diyar kir ku sedemên girîng ên êriş û komkujiyên li dijî kurdan parçebûne wan û li dijî êriş û komkujiyan banga yekitiyê partî û tevgerên kurdan kir û ev tişt got: "Divê her partî, sazî û dezgeyên Kurd di vî warî de berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û barê yekitiyê bidin ser milê xwe. Mebesta me ya sereke divê bercewendiyên netewî bin. Ji aliye birdoziyê ve helbet di nav me kurdan de cudahî hene lê divê ev cudahî bibin pir rengiyên Kurdistanê û li hember yekitiyê nebe asteng."
 
DEQEKE REŞ E
 
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
 
"Komkûjiya 16’ê Adara sala 1988 qetlîama pêşeroja miletê kurd bû.  Ew êşa wê rojê ku li kurdistanê rûda nayê jibîrkirin. Ev kerasetek wiha bû deqake reş di dîroka mirovatiyê de. Dîrokzanan nivîsandina rûdana wê rojê şerm di kirin, destê wan di lerizi.
 
Di 16'ê Adara 1988'an de, 12 hezar Kurd ji alî hikûmeta Baas û Sedam Huseyîn ve li başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Ev roj roja bîranîna komkujiyê ye ku di çarçoveya Operasyona Enfalê de; li bajarên kurdan, bi taybetî Helebçeyê, pêk hatiye. Ên ku vê komkujiyê pêk anîn û bûn sebebê vê roja reş li hember têkoşina gel a bi biryar têk çûn, dîrokê nîşanê me da ku bi qetliam; zext û zordariyê, ji bo demekê, têkoşîna azadiyê dikare bê tepisandin lê nikare bê astengkirin.
 
DAIŞ BÛ ŞIRÎKÊ TÊKÇÛNA BAAS'Ê
 
Çeteyên DAİŞ'ê yên ku li himber êzidiyan komkujî pêk anîn jî vê rastiyê tecrube kirin û bûn şirîkê têkçûyina Sedam û rejîma Baasê. Ligel van tecrubeyan ev zihniyet, bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û bikarnîna çekên kîmyewî yên li çiyayên Kurdistanê hê jî didome. Sedemên girîng ên van êriş û qetlîamên ku di serdemên cuda yên dîrokê her tim derdikevin pêşiya me ji parçebûyina kurdan e. Li hember van êrîşan gele Kurd bi têkoşîn û berxwedanên bêhempa bû xwediyê gelek destkeftiyên girîng. Ji bo ku em van destkeftiyan biparêzin pêdiviya me bi avakirina yekitiya netewî heye.
 
DIVÊ MEBESTA ME YA SEREKE BERJEWENDIYÊN NETEWÎ BIN
 
Ji bo vê yeke jî divê her partî, sazî û dezgeyên Kurd di vî warî de berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û barê yekitiyê bidin ser milê xwe. Mebesta me ya sereke divê bercewendiyên netewî bin. Ji aliye birdzoziyê ve helbet di nav me Kurdan de cudahî hene lê divê ev cudahî bibin pir rengiyên Kurdistanê û li hember yekitiyê nebe asteng. Di vê serdemê de li ber çavên me şereke hegomonîk diqewime. Weke her gav mexdûrê vî şerî jî dîsa gel in. Mirin, koçberî, zilm û zordariya li ser gelan a di vî şerî de careke din qetlîamên ku li Kurdistanê pêk hatine tîne bîra me. Bi hêviya ku aşitiyeke mayinde li tevahiya cîhanê pêk were em careke din komkujiya Helepçê şermezar dikin û şehîdên Komkujiya Helepçê bi rêzdarî bi bîr tînin.
 
EM ÊDÎ DESTÛR NADIN
 
Û em qet derfetê nadin ku êdî zarokên me weke zarokên li Helepçeyê bi bihna sêva hilma xwe a dawî dan û bi guleyên topan jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê qetlîamê divê kurd tekoşer bin da ku bîhna sêva li çiyayên Kurdistanê nêrgizan şîn bikê û dengê topên wê rojê bi zîvirîne dengê sirûda azadiya Kurdistanê."
  
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2022
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin