Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye

img

ENQERE - Siyasetmedar Mahmût Alinak ê têkiliyên PDK’ê û Tirkiyeyê di salvegera Komkujiya Helebçeyê de nirxand, wiha got: “Tişta ji bo malbata Barzanî girîng berjewendiyên wan e. Derdekî wan ê neteweyî nîne. Başûrê Kurdistana ku beriya niha mêtingeha Iraqê bû, çi heyfe ku îro mêtingeha Tirkiyeyê ye.”

Hevdîtina ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Federe Neçîrvan Barzanî di 12’ê Adarê de li Antalyayê kir, weke “operasyoneke derveyî sînor a nû” ya li dijî Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê nirxandin. Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak ê ev hevdîtina rastî salvegera Komkujiya Helebçeyê hat nirxand, bi lêv kir ku Herêma Kurdistanê vegeriyaye mêtingeha Tirkiyeyê. 
 
‘DEWLET JI BO GELAN NE ÇARESERÎ YE’
 
Alinak, diyar kir ku protokola di sala 1982’yan de di navbera PKK’ê û PDK’ê de hatibû îmzekirin, bêerk hatiye hiştin û anî ziman ku çareseriya pirsgirêkan a bi rêya çekan ne rast e. Alinak, destnîşan kir ku dewlet ji bo gelan ne çareseriye, çareserî bêîtaetiya sivîl e û wiha got: “Begên feodal û burjuva ne ji bo gelan ji bo berjewendiyên xwe dewletan ava dikin. Weke li Tirkiyeyê û Îranê jî tê dîtin gel tu deman di jiyana begên feodal û burjuva de nînin. Kurdistaniyên ku li Îranê dijîn jî di rêveberiyê de ne xwedî biryar in. Li wir dîktatoriyek hat avakirin û bi salane ciwan bi darvekirinê tên qetilkirin. Heman rewş ji bo Kurdistana Başûr jî derbasdar e. Gelê kurd ê li Başûr bi salan ji bo dewleta wan çêbibe têkoşiyan. Ji bo ji zilma Seddam xelas bin xwin rijandin, can dan û bi saya şertên navnetewî li wir dewleteke federe ava kirin. Lê ev dewlet bû dewleta malbata Barzanî û Talabaniyan.”
 
 
Alinak, destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê ji bilî mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî, mafên din ên bingehîn tên xespkirin û wiha berdewam kir: “Hemû dewlemendiya welat ji bo du malbatan tenê tê. Gel xwedî gotin û biryar nîne. Li gor berê tenê tiştê hatiye guhertin, darê li ser serê gel e. Di dewleteke ku were avakirin ma dê gel bibe xwedî maf an jî wê ev hêz di destê hin kesan de be? Tişta girîng ev e.” 
 
‘KURDISTAN MÊTINGEHA TIRKIYEYÊ YE’
 
Alinak, da zanîn ku malbata Barzanî li Tirkiyeyê xwediyê mal û milkên bi bihayê zêdetir ji milyar dolaran e, yek ji sedemên nêzîkbûna têkiliyên ligel Tirkiyeyê jî ev e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Va rojên derbasbûyî Neçîrvan Barzanî hat Tirkiyeyê. Li rex Tayîp Erdogan kesekî ewqas reben hebû ku ala welatê wî jî tune hatibû hesibandin û di bin ala Tirkiyeyê de wêne kişand. Tişta ji bo malbata Barzanî girîng berjewendiyên wan e. Derdekî wan ê netewî nîne. Ji ber vê yekê Başûrê Kurdistana di serdema Baasê de mêtingeha Iraqê bû, heyfe ku îro mêtingeha Tirkiyeyê ye. Statuya mêtingehiyê ya li Başûrê Kurdistanê nehatiye şikandin. Gel azad nebûye.”
 
‘DIVÊ ÎXANETA NAVXWEYÎ Û HEVKARÎ WERE HERAMKIRIN’
 
Alinak, bi bîr xist ku Komara Kurdan a ewil Komara Kurd a Mehabad ku di sala 1946’an de ji aliyê Qazî Muhammed ve hat damezrandin ji aliyê hêzên navnetewî û îxaneta navxweyî ve hat hilweşandin û got: “Çi heyfe ku hevkarên kurd ji bo ku Qazî Muhammed û hevrêyên wî werin darvekirin îmze kom kirin û çûn ber deriyê Şah. Bi hilweşandina Komarê kurd dîsa ketin bin zordariya Dewleta Îranê û ew zordarî hêj jî didome. Kurd ji sala 1814’an ve rastî îxaneta navxweyî hatine û di dîrokê de jî her tim bedele vê dane. Divê tevgerên siyasî yên kurd di mijara hevkariyê de projeyên bibandor ava bikin û van heram bikin.”
 
‘PDK’Ê LI ŞENGALÊ ÇEK KOMKIRIN’
 
Alinak, bi bîr xist ku di êrişa DAIŞ’ê ya sala 2014’an a li ser Şengalê de bi hezaran êzdî hatin qetilkirin û wiha pê de çû: “Min wê demê biryar da ku ez biçim Şengalê lê ez ji Deriyê Sînor ê Xabûr hatim vegerandin. Armanca min bi hevalên xwe re li wê derê ji êzdiyan re bibin mertalên zindî bû. Ez da ji rayagiştî ya cîhanê û Kurdistaniyan re banga ‘Werin Şengalê’ bikim lê vegerandin.” Alinak, bi lêv kir ku wê demê çûbû serdana wargehên ezdiyan ên li navçeyên Cizîr û Silopiyayê û serpêhatiyeke xwe ya wê demê wiha vegot: “Dema em bi êzdiyan re axivîn ez matmayî mam. Beriya hefteyekê ku êrişî êzidiyan bikin, fermandarên PDK’î çûne gundên Şengalê û çekên gel komkirin e. Ji wan re gotine ‘ev çek kevin in, em ê çekên nû ji we re bînin’. Piştî ku êriş li wan hat kirin jî fermandarên ku çek komkiribûn ji herêmê reviyan û çûn. Ev tişta qewimî jî hevkariya komkujiyê derdixîne holê.”
 
‘PDK’Ê PÊŞEROJA XWE GIRÊDAYÎ DESTHILATA AKP’Ê Û MHP’Ê KIR’
 
Alinak, bi bîr xist ku her çar perçeyên Kurdistanê di bin mêtingeriyê de ne û wiha domand: “PDK tenê siyaseta kurd a navênda wê Başûr e bi rê ve dibe. Sedemê vê jî mirov dikare bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê aşkera bike. Pêşeroja xwe girêdayî desthilata AKP’ê û MHP’ê kirine. Hewl didin di bin sîwana Tirkiyeyê serweriya xwe bidomînin. Alinak, diyar kir ku Tirkiye û PDK’ê liser dijberiya PKK’ê li hev kirine, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengal û Mexmûrê yên bi piştevaniya PDK’ê nîşaneya vê ne û ev tişt gotin: “Ez bawer dikim ku şûna PKK’ê tevgereke din a têkoşîna sivîl esas digirt û ji bo encamgirtinê bi biryar buya jî wê PDK dîsa heman helwestê nîşan bide. Ji ber ku ya PDK’ê araste dike ne berjerwendiyên gelê kurd in. Encamên ku ev yek derxîne holê jî wê ji bo kurdên li her çar perçeyên kurdistanê zor û zehmet bin.”
 
Alinak, destnîşan kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê statuyekê bi dest bixe bedel da, xwîn da û wiha axivî: “Gelê kurd li malbata Barzanî xwedî derdikeve, lê ew şûna ku deynê xwe bidin mal û milkê gel dizîn. Wê demê çi ferqa we ji olîgarkên li Tirkiyeyê û Rûsyayê dimîne. Di vê mijarê de peywîreke girîng dikeve berê rewşenbîr û nivîskaran. Divê em bi israr bêjin dewlet tena serê xwe têra nake. Divê em li dijî êşîrparêzî û paşverûtiyê têbikoşin projeyên sivîl ên ku gel agahdar bikin têxin meriyetê. Pêwistî bi tevgereke rewşenbîran heye.”
 
‘DIVÊ HÛN BERÊ XWE BIDIN RAYA ME YA GIŞTÎ’
 
Alinak, qala şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê diqewime jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev pêvajoya şer ji bo kurdan bi tejî mînak in. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) nezî 500 Ûkraynayî hatin kuştin û hemû cîhan rabû ser pêyan. Ya kurd? Ji Koçgirî heta Komkujiya Zîlan, ji Komkujiya Dêrsim heta Roboskê gelek komkujî pêk hatin û bi hezaran mirov hatin qetilkirin, lê dengek jî ji cîhanê derneket. Demekê em bi Orhan Dogan re çûn Swîsreyê bi Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY’yê re hevdîtin kirin. Ji me re got ku ‘Li hestiyariya dewletan a derbarê kurdan de nenêrin. Yên me polîtîkayeke dû rû dimeşînin. Tişta ku me û dewletên me araste dike berjewendiyên me ne. Divê hûn kurd berê xwe bidin raya me ya giştî. Heke hûn vê bikin wê dewletên me paş ve gavê biavêjin.’ Tespîteke di cih de bû.”
 

Sernavên din

21/03/2022
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin