Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik

img

AMED - Sabriye Anik, diya Bîşeng Anik ku di Newroza 1992'yan a Şirnexê de hatibû qetilkirin, got: "Bîşengek çû, bi sedhezaran Bîşeng çêbûn. Bi sedhezaran Bîşengên min hene. Ev besî min e." 

Di nav pîrozbahiyên Newrozê yên heta niha hatine kirin, pîrozbahiyên sala 1992'yan xwedî wateyeke cuda ne. Di Newroza 92'yan, tevî hemû qedexe û astengiyan jî bi hezaran kes daketibûn qadan û Newrozê pîroz kiribûn. Lê di vê salê de gelek komkujî jî çêbûbûn. Ji deverên ku Newroz bi berxwedaneke mezin hatin pîrozkirin yek jê jî Şirnex bû. Beriya Newrozê bi çend rojan navenda bajêr ji aliyê esker û polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Roja Newrozê jî hema bibêje nava bajêr veguherîbû qada şer. Ji wesayîtên zirxî yên li gelek deverên bajêr hatibûn bicihkirin bajar hatibû guleberankirin û di van guleberanan de gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn. Li gor hin çavkaniyan êrişên li bajêr 3 rojan, li gor hin çavkaniyan jî hefteyekê dewam kiribûn. Li gor hejmarên fermî 12 kes jiyana xwe ji dest dabûn, lê ev hejmar heya niha tam nehatiye zelalkirin. 
 
BÎŞENG ANIK
 
Ji xeynî kesên jiyana xwe ji dest dabûn bi dehan kes jî hatibûn binçavkirin û bi hezaran kes jî ji bêgavî koç kiribûn. Ji kesên hatibûn qetlkirin yek jê jî Bîşeng Anik a 17 salî bû. Anik ku bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, bû sembola Newroza 92'yan a Şirnexê ku wekî "Newroza Berxwedanê" tê zanîn. 
 
Bûyera qetilkirina Anikê di hevpeyvîna Hesêbgirê SHP'ê Ziya Halîs de ku wê demê li navenda bajêr lêkolîn kiribûn de jî cih girtibû. Halîs, di hevpeyvîna xwe de diyar kiriye ku bi daxwaza malbata Anikê telefonî waliyê wê demê Mûstafa Malay kiriye û walî jê re gotiye, "Pir xemgîn im. Sedema mirina wê ne îşkence ye. Keça me ya ciwan nerihet bûye û ji bo îstirhet bike wê danîne ser nivîna polîsê nobedar. Li wir demançeya polîs di bin balîfê de bûye. Keçikê rahiştiye demançeyê û bera serê xwe daye. Ev keçik dibû ku gelek kesan birîndar bike, lê wisa xuya ye xwe kuştiye. Dozger û bijîşkê dewletê diyar kirine ku xwe kuştiye. Hin kes dibêjin bi îşkenceyê hatiye kuştin, ev angaştine derew in." 
 
MIKURHATIN
 
Lê piştî wextekê îtirafkarekî angaştên walî pûç kirine. Mûrat Îpek ku di sala 1991'ê de gava xwestiye tevli nav PKK'ê bibe lê li Şirnexê hatiye binçavkirin û paşê bûye îtirafkar û tevli îşkenceya li midûriyeta polîsan bûye, li xwe mikur hatiye ku gava Anik di nezaretxaneyê de di xew de bûye wî bera serê wê daye. 
 
Piştî çend rojan cenazeyê Anikê radestî malbatê hatiye kirin. Gava cenaze radestî malbatê hatiye kirin di nava destê Anikê de berzendika wê ya kesk û sor û zer hebûye. 
 
BERXWEDANA KEÇA WÊ
 
Malbata Bîşeng Anikê jî piştî bûyeran bi hefteyekê ji ber ku xaniyê wan hatibû şewitandin ji bêgavî koç kiribû. Malbat bar kiribû hatibû Amedê. 
 
Dayik Sabriye Anik, behsa keça xwe û tiştên wê demê qewimîbûn kir. 
 
Dayik Anik, anî ziman ku îtirafkarî li keça wê hatiye ferzkirin, lê çendî bedena keça wê hatibû perçekirin jî keça wê ev yek qebûl nekiriye û got: "Bi berxwedana wê bi hezaran kes filitîn. Ser da, lê sir neda. Piştî çend rojan perçeyên laşê wê dan me."
 
Dayik Anik, bilêv kir ku roja Newrozê eskeran hemû kesên derdiketin derve gulebaran kirine û kuştine û wiha behsa binçavkirina keça xwe kir: "Ji lîseyê derketin û dest bi gulebarankirinê kirin. Di wê gulebaranê de 2 hevalên wê hatin kuştin. Ew jî dê bi jinên din re bimeşiyana. Ji ber wê meşê hemû kesan binçav kirin. Bîşengê jî xwe ji bo wan feda kir. Ji eskeran re gotiye, 'Wan berdin, min meş amade kir.' Ger wisa negotana wê hemûyan bikuştanan."
 
‘BI SEDHEZARAN BÎŞENGÊN MIN HENE'
 
Anik, anî ziman ku ji ber qedexeya derketina derve 8 rojan di mal de mane û paşê ji wê re gotine "keça te xwe kuştiye, werin cenazeyê wê bibin." Anik, bilêv kir ku berzendika kesk û sor û zer a di zenda keça wê de tim li serê xwe digerîne û got: "Ji tu tiştî neditirsiya. Ger min zanibûna dê tiştekî wiha bînin serê keça min, ez ê biçûma ber midûriyeta polîsan û min ê agir berdana bedena xwe. Li welatên din wêneyên wê hene. Lê li vira li ku wêneyên wê dîtin qetandin." 
 
Dayik Anik, diyar kir ku wê demê ji bo mirina keça xwe çûye cem dozgerekî û gotiye, "We ew kuşt, derewan nekin. Bîşengek çû, bi sedhezran Bîşeng çêbûn. Bi sedhezaran Bîşengên min hene. Ev besî min e." 
 
Anik, destnîşan kir ku tevî hemû êş û azaran jî Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin û got: "Ez çi qasî biçim Newrozê jî têr nabim. Em ê îsal bi ser bikevin." 
 
MA / Mehmet Guleş - Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

21/03/2022
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin