Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!

img
ENQERE - Danişîna Doza Kobanê îro jî berdewam kir. Di danişînê de Gultan Kişanak ev pirs ji şandeya dadgehê kir: “Girteka lêkolînê ya polîsan di 25’ê mijdara 2019’an de hatiye amadekirin. Şahidê nepen ULAŞ jî di 4’ê adara 2020’an de îfade da ye. Lê hevok bi hevok mîna hev e. Erê baş e ev polîs çawa 4 meh beriya îfadeyê girteka xwe amade dikin?” 
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 8’an de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.
 
Di danişînê de her wiha parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), gelek parêzerên jin ên ji bajarên cuda, siyasetmedar Sirri Sakik, rêveberên rêxistina HDP’a Enqereyê yên bajêr û navçeyan û parlamenterên HDP’ê jî amade bûn. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bûn. 
 
BÊHIQÛQIYÊN LI PEY HEV
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê bi rêya SEGBÎSê beşdarî dozê bû û wiha got:“Di vê darizandinê de li pey hev bêhiqûqî tên kirin. Her tişta ku hûn dikin, li ser bêhiqûqiyên heyî xelekeke din zêde dike. Ji dil û can bawer dikim ku kesên ev kompase amade kirine dê di bin vê bêhiqûqiyê de bimînin. Hûn, her cureyên bêhiqûqiyê dikin. Tiştên ku em dikin rast in û ji bo berjewendiyên gelê xwe dikin. Em ê di kirina van tiştan dudil tevnegerin û her bikin jî.”
 
‘BILA AQÛBETA POLÎSAN BÊ PIRSÎN’
 
Di berdewamê de Kişanak diyar kir ku kompasa heyî di sala 2014’an de hatiye amadekirin û wiha pê de çû: “Kê bûyerên Kobanê ku mafekî rewa yê demokratîk e provake kiribin, yên ku ev dosya amade kirine jî ew in. Êdî hûn jê re dibêjin kontrgerîla yan jî hêzên tarî, hûn çi jê re dibêjin bibêjin. Ev kes berpirsyarên bûyeran in. Di serî de Wezîrê Karên Hundir, hemû kes dizane ku ev kompaseke. Dema ku ev kompas ji sergoya wê hatiye derxistin, hewce bû we qebûl nekira. Kesên tenê vêderê ji me gilîdar nînin. Lê hûn bi israr dixwazin veguherînin giliyê. Kesên li vir, dixwazin ku hûn aqûbeta polîsên ku îmzeya wan di bin îfadeyên muştekiyan di sala 2014’an de hene, lêkolîn bikin. Wan, bingeha kompasê amade kir.”
 
KOMPAS TEŞHÎR KIR
 
Kişanak, daxuyand ku dema danişîn berdewam dikir, îfadeyê şahidekî nepen hatiye guhdarkirin û wiha berdewam kir: “We îfadeya vî kesî li girteka danişînê zêde kir. Tiştek heye ku jê re dibêjin salname. Dozger di çarçoveya lêpirsîna derheqê min de ji zabiteyên edlî dixwaze ku lêkolînê bikin. Hevok bi hevok her peyvên di lêkolînê de li îdianameyê hatine bicihkirin. Zabitayên edlî dibêjin; ‘Seroka HDP’a Amedê.’ Ez jî ji we dipirsim; gelo we heta niha peywirekî wiha bihîstiye? Di dosyayê de îfadeyên 3 şahidên nepen hene û di 25’ê mijdara 2019’an de hatiye mohrkirin. Û dozger jî ev girtek weke îdianame amade kiriye. Beyanên ULAŞ jî di 4’ê adara 2020’an de hatine mohrkirin. Anku 4 meh piştî girteka lêkolînê. Anku kesê bi navê ULAŞ, 4 meh piştre derheqê min de îfade da ye. Dozger jî ev tişt li wir nivîsine û piştre jî li gorî daxwazê şahidên nepen dîtine û lê zêdekirine. Gul Tanriverdî jî li wir nivîsandine. Nexwe dê ji ku bizaniyan bê ka kê derheqê min de îfade dane? Samî Baran jî di 12’ê kanûna 2019’an de îfade da ye. Anku 20 roj piştî girteka lêkolînê. Erê baş e îfadeyek çawa dibe ku bi mehan beriya girteka lêpirsînê, hevok bi hevok mîna hev bên amadekirin? Bersiveke we bo vê pirsê heye? An bersivê bidin an jî ji belgeyên dozê derxînin. Ev belge, dîroka vekirî ya kompasê ye. Dadger wê demê got; ‘heke belge derkevin ez ê îstifa bikim.’ Vaye ji we re belge. Heke hûn aqûbeta hêzên ewlekariyê lêkolîn bikin, wê demê dê bibînin bê ka tiliya kê di vî karî de heye.” 
 
‘DÊ DAWIYA DESTHILATÊ NEBAŞ BE’
 
Bi domdarî Kişanak destnîşan kir ku êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê karesateke mezin bû û wiha derbirî: “Daxwaza vekirina korîdoreke însanî, reflekseke însanî ye. Ev nabe sûc. Çalakiyên ku tev li bûme lê neaxivîme kirine yek û bi endamtiya rêxistinê têm tawanbarkirin. Li hinek deveran dema disekiniyam bûme endama rêxistinê û li hinek cihan jî ji ber axaftina xwe bi propaganaya rêxistinê hatime sûcdarkirin. Ez mereq dikim bê ka hûnê çawa ji hev cuda bikin bê ka kîjan propagandaya rêxistinê ye. Divê kesên di rêya darbekaran de dimeşin baş bizanin ku dê dawiya nebaş be. Dawiya desthilatdariyê jî dê baş nebe. Pêşniyara min ew e ku li şûna di vê rêya nebaş de bimeşin, rêyeke din bibînin.” 
 
‘BI POLÎTÎKAYA HDP’Ê SERBILINDIM’
 
Parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim jî ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû û wiha got: “Di serî de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ev doz, bi kêrî polîtîkaya şer û zextê ya desthilatdariyê tê. Lewma jî em ê ji bo gelên Tirkiyeyê têkoşîna xwe ya wekhevî, demokrasî û aştiyê heta dawiyê bidomînin. Weke jineke kurd, ez bi polîtîka û rêgezên HDP’ê serbilindim.” 
 
‘ME TECRÎD DIKIN’ 
 
Piştre jî Alp Altinors mafê axaftinê hilgirt û ev tişt anî ziman: “Ez dizanim ku dê rojên zehmet derbas bibin û em ê dîsa bên gel hev. Ji bo parastinê, pirsgirêkên me yên komputerê nehatin çareserkirin. Me yek bi yek derdixînin û tecrîd dikin. Di roja çarşemê de karmendekî heqaret li min kir û li min qîriya. Kesek nikare heqaretê li me bike. Ez xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Şahidê bi navê ABC123 çîrokek vegotiye lê ev çîrok, çîroka şahidê MAHÎR vala derdixîne. Li gorî çîroka nû, HDP’ê beriya MYK’ê li Amedê civiya ye. Kerem Gokalp jî dibêje qaşo Kamûran Yusek ferman da ye Demîrtaş. Tevî van nakokiyan jî we biryara girtinê da ye. Hûn jî di ferqa van nakokiyan de ne. Hûn nikarin dosyayeke têkçûyî dîsa zindî bikin.” 
 
‘EZ NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ NÎŞANÎ WE DIDIM’
 
Siyasetmedarê girtî Îsmaîl Şengul jî diyar kir ku îfadeyên şahidên nepen û îtîrafkaran nayên qebûlkirin. Şengul, got ku bi îfadeyên şahidê ABC123’ê re hewl didin hemû endamên MYK’ê krîmînalîze bikin. Piştre jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata mafê parastinê girt û ev tişt anî ziman: “Min, ji bo azadiya Ocalan kampanya da destpêkirin. Min negotiye ku min nedaye destpêkirin. Min, Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re bi 7 jinan da destpêkirin. Min kir û li pişt vê kirina xwe me. Ez, navnîşana çareseriyê nîşanî we didim. Îtîrafkarek heye ku wefata bavê min bi kar tîne. Anku ewqas bêexlaq e. Divê dadger û dozgerên li vê dozê dinihêrin, derheqê pirsgirêka kurd de zana bin. Da ku bikarin biryarên wijdanî bidin. Ji ber ku me siyaset kiriye, hûn me bi Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê didarizînin. Lê bi heman awayî nêzî yên din nabin. Cihêkariyeke etnîkî li dijî me heye.” 
 
Şandeya dadgehê saetek navber da danişînê. 
 

Sernavên din

12/03/2022
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine